Têkoşîna jinê çavkaniya çareseriyê ye 2018-10-02 09:01:47   "Desthilatdar û dagirker naxwazin alozî biqede loma li ser esasên jiyanek azad û demokratîk pergala xwe ava nakin. Pergala xwe li ser esasên tunekirina nasnameya gelan û berjewendiyên xwe dikin. Loma aramî bi dawî dibe."   Nêrgiz Îsmayîl   Dema em li rewşa Idlibê û Sûriyeyê ya herî dawî dinêrin em dibînin ku li wir tenê pergala berjewendiyê esas tê girtin. Bi vê pergalê girêdayî jî jin û zarok ji mafên xwe yên rewa û jiyanî bêpar dimînin. Ji bo ev neheqî ji holê rabe jî divê dengekî hevpar ê navneteweyî bê bilindkirin.    Di encama têkoşînek dû dirêj de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat kirin û li Rojava niha pergalek wekheviyê esas tê girtin. Lê dema ku em li rewşa Idlibê ya herî dawî dinêrin û li binpêkirina mafên mirovahiyê yên ku îro li Efrînê tê kirin dinêrin, pergalek ji wekheviyê dûr û tenê li gor berjewendiyên dagirkeran tê xebitandin heye. Bi vê yekê girêdayî jin her dem tên çewisandin. Li ser wan hegemonyaya mêran tê avakirin. Ji bo ku li tevahiya Sûriyeyê çareseriyek mayinde bê avakirin divê ev hegemonyaya bi dawî bibe û desthildatdar, dagirker tenê ji bo berjewendiyên xwe nexebitin.    Qurbanê bazarên qirêj ên ku di bin siya kapîtalîzmê de dimîne dîsa zarok û jin in. Ji bo aloziya li Sûriyeyê çareser bibe divê di destpêkê de em vê yekê bînin ber çavan. Avakirina pergalek demokratîk divê li ser van esasan be. Desthilatdar û dagirker naxwazin alozî biqede loma li ser esasên jiyanek azad û demokratîk pergala xwe ava nakin. Pergala xwe li ser esasên tunekirina nasnameya gelan û berjewendiyên xwe dikin. Loma aramî bi dawî dibe.    Ji bo jiyanek wekhev, demokratîk, bi ewle, aram û azad pêkûtî û zextên ji bo berjewendiyên hêzên hegemonîk tê kirin, divê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jî bi taybet pêdivî ji piştevaniya jinan heye. Vê yekê jî em dikarin bi rêya berdewamî û mezinkirina têkoşîna xwe bikin. Têkoşîna jinê çavkaniya  çareseriyê ye