15’ê Îlonê gera li ronahiyê ye 2018-09-15 10:07:19   "Di çaremîn salvegera destpêkirina Berxwedana Kobanê de, careke din pêdivî bi giyanek wiha heye. Ji bo em bikaribin pêşiya hêzên paramilîter bigirin ji her demê zêdetir pêdivî bi hevgirtina jinan heye. Hewceye jin bikaribin wê keşif bikin, xelekek giyana azadiyê çê bikin. Divê li hemberî hişmendiya tekrengiyê her kes di vê dîlanê de cihê xwe bigirin."   Meryem Kobanê    15’ê Îlonê di nava tarîtiyê de gera li ronahiyê ye. Li Kobanê şerê rûmetê ne tenê ji bo gelê kurd û jinên kurd, ji bo hemû mirovahiyê hat kirin. Girîngiya 15’ê Îlonê ji bo gelan çi ye? Dema li bersiva vê pirsê bê gerîn, li hemberî tarîtiya çaxa navîn ronesans çi bû, 15’ê Îlonê jî ji bo siberoja gelan ew e. Giyana 15’ê Îlonê destpêka ronesansa nû ya ji bo gelên cîhanê û jinan e. Çawa J. J. Roso dibêje: ‘Em dest bi jiyan û felsefeyek nû dikin’ û navê wê jî dikin çaxê ronahiyê, di rastiyê de ev jî destpêkirina çaxa ronahiyê ye ji bo Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, bi taybet jî ji bo jinan. Ew cara yekemîn bû, li hemberî pergala serdestan û hêzên paramilîter ên dixwestin mirovahiyê teslîmî tarîtiyê bikin û dest bi komkujiyên tarîbûnê bikin. Di destpêka wê de felsefeya ronahiyê li hemberî hemû planên wan ên der mirovane bi ser ket. Kobanê giyana çaxek nû bû, hêviyek da jinan.    ‘Canê xwe kirin mertalên azadiyê’   Di Rojhilata Navîn de êdî serdema çaxa navîn dest pê dikir û dîrok paş de vedigerandin. Di çaxê navîn de bû, mirov xistina tarîtiyê, jin li bazaran difirotin, rûmeta mirovahiyê binpê kirin û qeyran ava kirin. Weke çaxa navîn jin weke xenîmetê şer li bazaran difirotin. Li hemberî vê keç û jinên kurd ji bo hemû mirovahiyê canê xwe kirin mertalên azadiyê. Dirûşma me ya demê ev bû. Ji hişmendiya çaxa navîn, hişmendiya mêr, dagirkeriya ser zihnê mirovahiyê, binpêkirina mafê mirovan û hişmendiya yek gelî re na, li hemberî vê em ji çi re dibêjin erê? Ji mafê jinê, xwebûnê û xwe avakirinê re dibêjîn erê... Ji ber wê di wê pêvajoyê de bi rastî 15’ê Îlonê roja ku mirovahî bi xwe dihesiye. Roja ku hêviyên mirovahiyê bi felsefeya Rêber Apo şiyar bûyî, xwebûn bi xwe ye. Ji ber ev felsefe ne tenê ji şer û deshilatiyê re dibêje na, di rastiya xwe de ji mêtingeriyê re jî dibêje na. Ji ber wê em dibêjin destpêkirina ronesansê. Li hemberî hişmendiya netewan û mezheban ji hev parçe dikin û dixwazin li gorî xwe bi rê ve bibin, heta jinê tune dihesibînin, li hemberî van hemûyan derketin gera ber bi ronahiyê ve ye.   ‘Hêrsa me ya berxwedanê jana jinên Şengalê bû’   Dema ku em rastiya wê rojê baş şîrove bikin, dibe gera serxwebûnê. Dagirkeriya ser Şengalê hêrsa me hîn mezintir kiribû. Jinên Şengaliyên birin li bazaran difirotin, zarokên bê dayik mabûn û malên wêrankirî, daxwazên ji holê rakirina ol û baweriya wan hemû dibû sedema em hîn zêdetir bi hêrs bibin. Li hemberî van êrîşên tarîtiyê ew hêrsa me bû ronîbûnek û bersiva wan.    ‘Em ê bi navê jinan şer bikin’   Bi derfet û çekên kêm baweriya li hemberî tang û topên herî giran me çawa li ber xwe dida hîna weke hêzek îlahî veşartî ku zanist jî nikare çareser bike ye. Me bi gotina ‘Yek ji me tenê jî bimîne em ê li ser navê mirovatiyê û jinan şer bikin’ dest bi girtina eniyên berxwedanê kir. Di zagonên 21’an de tu carî şerek wiha bê edalet nehatiye meşandin. Di asta herî jor de teknolojî di destên wan de bû. Di rastiyê de me ne bi çekê şer kir. Me bi hêza bawerî, îmanê û îdeolojiya çi dibe bila bibe divê em yek li hemberî hezaran bisekinin şer kir.    Di roja destpêkê ya şer de ji sê aliyan ve êrîşî ser Kobanê kirin. Bi pêşengiya berxwedana rûmetê ya sed sala 21’an xwe îspat kirin. Di dibistanek biçûk, nava çar dîwaran de 24 saetan li hemberî  tang û topên weke baranê ji esmanan ser wan de dibarîn şer kirin. 13 pakrewanan dibin pêşengiya fermandar Peyman Kobanê û Rodî Efrîn de bi helwest û şerê xwe giyana Berxwedana Kobanê diyar kirin. Gava dîrokî bi qêrînên wan ên digotin: ‘Ger hucreyek bedena me bimîne wê li hemberî dagirkeriya ser xaka me bibe volkanek biteqe’ hat avêtin. Di rastiya jina kurd de hêviya avakirina jiyanek nû ya hemû ol û netew bi hev re têbikoşin bû, ava kir.    Şerê 15’ê Îlonê di sê eniyan de dest pê kir, 143 rojan domand. Bê navber deqeyek, saniyeyekê ew giyana berxwedanê kêm nebû. Ew giyana ew qas roj di şerdên herî giran de li ber xwe dayî qêrîn û wesiyetên wan 13 hevalan bû. Wan 13 hevalan gotin: ‘Ger em biçin jî wê hevalên me alaya me dewir bigirin û serkeftinê mîsoger bikin. Dibe ku di şerê yekem û duyem ê cîhanê de wekî dinê jî di gelek bajar û welatan de şer hatiye meşandin lê giyana vî şerî cuda bû ji yê hemû deman. Weke mînak em qala Stalîngirat dikin, em qala şerê cîhanê yê yekem û duyem dikin. Ev hemû du hêzan li hemberî hev şer dikirin, kêm zêde hevsengiyek di nava wan de hebû. Lê me bi hêzek wiha bê dad re şer kir.   Dibe ku çekên wan hebûn, jimara wan zêde bû, lê çekek a li gel me heyî li gel wan tunebû. Yek jin pêşenga şer bû, ya duyem jî baweriyek mezin ku tenê milîtanek jî bi saxî neket destên dijmin de bû, bi birîndarî jî kes neket destên wan. Çawan di Sitalîngrat de gotin: ‘Em rê nadin emperyalîzm derbas bibin.’ Me jî got: ‘Em ê rê nedin ên dixwazin tarîbûnê li ser mirovahiyê ferz dikin, yên cudahiyê dixin nava ol, mezheb û gelan de.’ Ger dada cîhanê hebe û taybetî jinên cîhanê vê rastiyê rast bixwînin wê bikaribin li ser vê ronesansê rast xwe rêxistin bikin. Ji ber ew giyana xwe rêxistinkirin û xwe gihandina hêza çareseriyê bû. Giyana roja destpêkê heya dawiyê xwe da berdewamkirin.   ‘Ji zeriyayê dilopek bû her çû mezin bû’   Ger em giyana roja destpêkê ya dibistana Serzorî baş tênegihin, em ê nikaribin baş berxwedana Kobanê têbigihin. Wê berxwedanê hêla ku li dorhêla welat bakur, başûr û her deverê xelekek ji mirovan bê avakirin. Li seranserî Rojhilata Navîn û cîhanê mirovahî li berxwedanê xwedî derketin. Gotinek heye dibêjin: ‘Ger tu ked bidê tu dê li dora xwe kom bike. Ger tu bixwaze ava bike tê xerca wê bibîne.’ Me jî bi heman şêweyî ked da û xerca wê dît. Wan şervanan jî dan zanîn ku hewceye bibin xercek nû di Rojhilata Navîn de. Temelê wê hatiye danîn. Di dîrokê de gelek şer hatine meşandin, gelek şoreşgeran berxwedanên mezin kirine, lê ya vê carê cuda bû. Dibe ku ji zeriyayê dilopek bû, lê her çu mezin bû herikî û hêla ku hemû mirovahî li derdorê civiya. Dibêjin: ‘Ger giyan hebe beden wê bikaribe xwe li gora wê zindî bike, ger beden hebe giyan nebe zindîbûn çê nabe. Ji ber wê jî hewceye ew giyana wê demê baş bê têgihiştin.      ‘Jin fermandarê vî şerî bûn’    Banga me wê demê ji bo jinên cîhanê kirî, em car din dubare dikin, divê ew helwesta wan ne tenê ji bo demekê be, her demî be. Dîrok ji bo demekê tenê nayê nivîsandin. Gavek hat avêtin û êdî mirovahî jî li vê rûmeta xwe xwedî derdikeve. Ger di 15’ê Îlonê de ew hêz û vîn nehatiba avakirin dibe ku îro li Rojhilata Navîn û cîhanê xetereyên ser jiyana mirovan berdewam kiriba. Ji ber şerê me li hemberî kirinên DAIŞ’ê yên dixwestin vîna mirovahiyê dîl bigirin bû. Ji ber wê jî berxwedana 15’ê Îlonê dest pê kir hewceye weke şer û destanekê neyê destgirtin. Ji ber her roj, her saet û kêliyek wê mijara  romanekê û senariyoya filîmekê ye. Ferqa wê ya herî mezin fermandarê vî şerî û yên bi rê ve dibirin jin bûn. Hewceye ew kêlî di çaxên pêşiya me de jî zindî bên girtin.    ‘Keşfa hêviyê’   Ji bo yên dibêjin em hindikin nikarin li hemberî dewlet û deshilatdaran şer bikin mînakek girîng e. Hewceye ew di destpêkê de keşfa hêviyê bikin. Hêvî tiştek wiha ye, weke xezêneyekê her demê dewlemend e. Ger hiş, îman, vîn û bawerî nebe mirov nikare serkeftinê mîsoger bike. Sedemek sereke ya hişt şerê Kobanê bi ser keve û cîhan li derdora me bicive ev çeka hêvî û rûmetê bû. Di wê demê de xala herî girîng di sed sala 21’an de şerê gelê şoreşgerî ye. Hêzên emperyalîst neçar dibin ku wan hesab bike. Ji ber vîna gelan ji hemû dewletan û hêzan mezintir e. Di pêvajoya Kobanê de her kesê ew giyan hîs kir. Ew enerjiyek bû, dema ku weke bayekê li her derê belabû, her kesî dît, ew hunerek bû şifra wê hat çareserkirin. Her kesî xwe nêz kir, ji ber dîtin ne tenê ji bo Kobanê ye, di heman demê de ji bo parastina rûmeta mirovahiyê ye.    ‘Di nava dumana bombeyan de biriqîna çavên jinên ciwan’   Her kêliyek wê bi serê xwe pirtûkeke. Ji ber di nava saniye û salîsan de çend tiştên cuda dihatin jiyandin. Her rojek filîmeke. Ew keçên ciwan ên li ber xwe didan ên di bin hemû şerdên zor de bê hêvî û dudilî jiyan nekirî. Mirov hebûnek bitirs e lê li Kobanê şîfreya tirsê hatibû çareserkirin êdî haya kesî ji tirsê nebû. Di vî şerî de sirên tirsê hatibûn çareserkirin. Sirên teknîkên herî pêşketî hatibûn çareserkirin. Ji ber keşfa hêviyê hatibû kirin. Vê yekê bêhêvîtî bibin xistibû. Piştî berxwedana Serzorî êdî dijmin zanibû nikare pêşde bê. Li xeta cepê şerq û xerbê dest pê kirin, xwestin weke xetekê bigihînin hev. Weke daxwaza Îskender a hatina ber bi rojê, wan jî heman tişt difikirîn. Lê wan nedizanî zarokên welatê rojê ji berê de bi fikir û felsefeya Rêber Apo amadekarî kirine. Biriqandina  çavên jinên ciwan ên ku qelîştokên tênêbûna azadiyê li ser lêvên wan xuya dibûn di nava toz û dumana bombeyan de xuya nedikirin. Di wan kêliyan de hêviyên jinên azad nûjen dikirin. Bi her çuyînekê re di heman demê de zayînek û nûbûnekê çavên xwe li jiyanê vedikir.     Gelê kurd êş û xeterî ji nêz ve dît, li bangawaziya Rêber Apo ya ji bo parastina rûmeta gelan girîng dît û lê xwedî derket. Lê heya demek dirêj cîhanê çavê xwe jê re girt. Xwestin weke ku li filîmek aksiyon temaşe dikin bimînin. Dema ku 6’ê Cotmehê hatin û nikaribûn derbas bibin, vê yekê nêrîna her kesî da guhertin. Erdogan digot: ‘Kobanê ket, wê bikeve.’ Lê wiha nebû û  pêvajoyek nû dest pê kir.    ‘Ez ê nehêlim çavên min di Kobanê de çeteyan bibîne’   Di kesayeta şehîdên Serzorî, heval Baran ê destpêkê çalakiya fedayî kir, heval Rêvana ya ku bû hêviyek bejna xwe li hember hemû berxwedêran ditewînim. Dema ku tangên dijmin ji ser Girê Miştenur ve xwiya dike Rêvana dibêje: ‘Ez ê tu carî nehêlim bi vê roniya çavên xwe li ser axa Kobanê li çeteyan binêrim. Tenê dikarim her hucreyek canê xwe bikim bombe û bi wan ve biteqînim.’ Berxwedana heval Rêvana a ku bedena xwe kir dîwarek ji dîwarê neketî li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê. Diyar Bagok ê ku digot: ‘Rûmet tiştek wiha ye bi berxwedanê tê honandin.’ Fermandar Paramaz, heval Dogan ê ku nûneriya giyana hevaltiyê dikir û digot: ‘Ger bedenek min heye û ez ji bo siberoja mirovahiyê nekim mertalek bila ew beden ne zindîbe. Delîla Gever a ku bi bîsvinka xwe tirsê dixe dilê dijmin û bi tilîliyan di her kolanekê de derdiket. Di rastiyê de evin giyana Kobanê. Ger ne hêzek îlahî be bedena însanan nikare wan tiştên li wê hatî jiyandin rake. Ji bêxewiyê, westanê her tiştî. Hinek tiştên ku însan bawer nakin û zanist jî nikare çareseriya wê dane hebûn. Her hevalên şehîd diketin digotin: ‘Dibe ku ez nebim, lê li pe yî min teqez wê heval hebin. Ger biçim wê bi hezaran cihê min bigirin.’ Her hevalekê digotin: ‘Gotinên hevalên Serzorî di guhê me de êdî bûye weke parçeyek ji bedena me. Heval Baran parçeyek ji bedena me ye.’   Di çaremîn salvegera destpêkirina Berxwedana Kobanê de, careke din pêdivî bi giyanek wiha heye. Ji bo em bikaribin pêşiya hêzên paramilîter bigirin ji her demê zêdetir pêdivî bi hevgirtina jinan heye. Hewceye jin bikaribin wê keşif bikin, xelekek giyana azadiyê çê bikin. Divê li hemberî hişmendiya tekrengiyê her kes di vê dîlanê de cihê xwe bigirin.    Ger îro li Kobanê bi hezaran kesên enternasyonalîst hene ji wê giyanê ye. Ew giyana destpêkê temelê wê hatî danîn, weke çawan dîtinên destpêkê hemû ji bo jiyanê li Rojhilata Navîn bûn careke din li derdora giyana Kobanê pêdiviyek wiha heye.       Ez di kesayeta hemû şehîdên wê demê Roza, Delîla, Hêvîdar, keçên di despêkê de giyana azadiyê li wê honandin û hêvî dan hemû jinên cîhanê, hemû şervanên di wî şerî de birîndar bûn, yên ji bo seferberiyê hatin, enternasyonalên hatin cihê xwe di şer de girtin û heya niha jî li peyî wê giyanê şer dikin û şehîd dikevin, gelên li ser sînoran bedena xwe kirin têlên rêsayî, di kolanan de berxwedan kirin û em di çeperan de tenê nehiştin taybetî gelê me yê Bakurê Kurdistanê yên di hemû kolanan de ew giyan dan avakirin û şer ji çeperên Kobanê derbazî qada cîhanê kirin salvegera 15’ê Îlonê bi bîr tînim. Welatiyên wê pêvajoyê di çalakiyan de bûn paşê hatin girtin, zorî dîtin bila bizanin ew roj nayên jibîrkirin. Me ji wan çalakiyên we enerjî digirt û bi hêz dibûn.    Bi wesîleya vê rojê ez bang li hemû jinan dikim û dibêjim werin em bi hev re berxwedanê bilind bikin û Rojhilata Navîn warê xwedawendan carek din zindî bikin. Serkeftin bi berxwedanê tê rêxistinkirin û cîhanek demokratîk jî bi destên jinan tê avakirin.