Têkoşîna bi vînek azad a jinê xwedîderketina nirxên mirovahiyê ye 2018-09-12 09:01:49   Jina ku her dem cewheriya civakê dide avakirin li dijî mêtingerî û desthilatdariyê têkoşiyane. Di sedsala 21'emîn de jî polîtîkayên qirkirinê û tunekirinê li dijî jinê tên ajotin. Ji bo ev bi dawî bê ya herî girîng jî piştevaniya jinê ye.    Rûken Goman   Ji dîrokê heta niha jinan ji bo hebûna xwe û bibin xwedî mafên xwe yên herî rewa têkoşiyane û bedelên giran dane. Jinan her dem bi têkoşîn û zanebûna xwe peşengtiya jiyanek azad û serbixwe kirine. Heta niha her dem jin hatine astengkirin. Ji bo jin çanda xwe nejîn û azad nejîn her dem bi zextên hişmendiya baviksalarî rû bi rû mane. Jinên ku her dem koletî li ser wan hatine ferzkirin û bi qirkirinê rû bi rû mane niha jî bi vînek xurt têkoşîna xwe didomînin.   Jina ku her dem cewheriya civakê dide avakirin li dijî mêtingerî û desthilatdariyê têkoşiyane. Di sedsala 21'emîn de jî polîtîkayên qirkirinê û tunekirinê li dijî jinê tên ajotin. Ji bo ev bi dawî bê ya herî girîng jî piştevaniya jinê ye. Divê di destpêkê de jin li maf û hebûna xwe xwedî derkevin. Jinên Kurd mohra xwe li bin gelek serkeftinan xistine. Ji van serkeftinan yek jê Şoreşa Rojava ye. Jina Kurd di pêşengtiya vê yekê kir. Bi esasgirtina felsefe û fikra Abdullah Ocalan jin bûn xwedî destkeftiyên gelek girîng.    Heta hemû jin bigihêjin armanca xwe ya ji bo jiyanek azad û serbixwe divê têkoşîn bidome. Di bin sîwana fikir û felsefeya Abdullah Ocalan de rêgezên xwe yên jiyanê bidin avakirin. Têkoşîna jinê divê her dem bidome. Çimkî têkoşîna bi vînek azad a jinê xwedîderketina nirxên mirovahiyê ye.