Berxwedan mafdar û bi rumet e 2018-09-09 10:19:09   Zerya Saraç    ‘Dijminekî min heye lê hêza me ne yeke. Lê berxwedan mafdar û bi rumet e.’   Helbestkarê mezin Halîl Cibran dibêje ‘Dijminê min tune, lê Xweda ger dijminê min hebe, bila hêza min û wan yek be ji bo ku  rastî bi tena serê xwe bi ser keve’. Hosteyê mezin rast dibêje…Dijminekî min heye lê hêza min û wan ne yek e. Ji ber vê nayê zanîn heqîqet bê an na, lê heqîqet wê di dilê hemû kesên li dijî zilmê li ber xwe didin de be û serkeftina xwe bi dilê xwe yê tê de hesta heqîqetê heye, şopa xwe li dîrokê bihêle. Lê berxwedan mafdar û bi rumet e.   Em li girtîgeha Jinan a Gebzeyê 80 jinên PKK û PJAK’î ne. Em her yek bi rih û berxwdana xwe dixwazin xwe bigihînin berxwedana lez û dengê xwe bidin bihistin. Çalakiyên ku hefteya dawî me kirine wiha ne: Me ji sefaretxaneyên Elmanya, Fransa, Rusya û DYA’yê re nivîsî. Dîsa me ji rayedarên NY’ê re nivîsî. Naveroka nivîsandinên me piranî rexneyên li ser bêdengiya tevgera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk ve bû, der barê binpêkirina hiqûqa navneteweyî û polîtîkayên di vî alî de li ber çavan bên girtin de bûn.    Dîsa ji 11’ê Adarê heta niha me 3 caran çalakiya li derîxistinê pêk anî. Dîsa me bazin çêkirin û firotin. Çalakiya me çalakiya mehekê bû. Pereyê em bigirin em ê ji gelê xwe yê Efrînê re bişînin. Hindike belkî lê wateya wê mezine ji bo gelê me. Herî dawî me der barê tifaqa di navbera Erdogan û Bahçelî de hatiye avakirin û polîtîkayên şer yên dimeşînin de li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir. Sedema vê ev e ku hiqûqa hundir têk çûye, ji ber vê em bibin DMME’ê. Dilê me hemûyan bi li  Efrînê davêje. Çalakiyên me wê bi parastina afrîneriyên me mezin bibin.Daxwaza me eve ku em zêdetir bikin. Lê şert û merc li hember vê asteng in. Em dengê xwe bilind dikin.   Bi sedsalan e tê xwestin ku Gelê Kurd zêdetir mahkumê bêstatubûnê bê kirin. Em ê tu car destur nedin vê. Em li hemberî rihên fedayî yê mezin ê parêzvanên azadiyê ku 2 mehan li dijî çekên teknolojiya mezin a artêşa dewletê (duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê) ku bi îrade û hêza xwe ya xweser têkoşiyan, serî ditewînin. Wan li dijî koletiya hatiye ferzkirin, meşaleya parêzvaniya rumetê ya azadiyê bilind kiriye ezmanan. Ya para me dikeve jî ev ku divê em vê meşaleya rumetê her tim li ezmanan bigirin.”   Girtîgeha Jinan a Gebzeyê