Koçberî pirsgirêkek navneteweyî ye 2018-09-06 09:12:43   "Hêzên navneteweyî dixwazin ku li ser mijara penaberiyê ji bo berjewendiyên xwe xizmet bikin. Ev yek jî li dijî têgehên mirovahiyê ye. Loma divê li dijî vê bêhiqûqî û dijmirovahiyê rêxistinên parastina mafên mirovan erka xwe bi awayekî samîmî bi cih bînin. Heger wiha nê kirin dê pirsgirêka koçberiyê her ku biçe belav bibe."   Rûken Goman    Koçberî tiştekî ji mecbûr e. Kes ji kêfa dilê xwe naxwaze ku dev ji welatê xwe berde. Şer, berjewendiyên hêzên navneteweyî, êrîş, qetilkirin hemû dibe sedema koçberiyê. Bi vê yekê girêdayî her cureyên îstismarê û şidetê pêk tên. Bi taybet jî li dijî jin û zarokan pêk tê. Ji bo ev yek ji holê rabe jî gavek navneteweyî ya cidî jî tune ye mixabin.     Gelek cureyên koçberiyê hene. Lê ya herî girîng û bedala wê giran ew e ku bi destên hêzên navneteweyî, ji bo berjewendiyê bi rêya tundî, çewisandin û tunekirinê pêk tê. Ev yek gelek bandorek xirab li ser derûniya mirovan dike. Bi kûrbûna aloziyê ve girêdayî asta şer û koçberiyê her ku diçe zêde dibe û ev yek zirarê dide hemû mirovan. Çewisandina zarok û jinan a bi vê yekê ve girêdayî divê her de di rojeva cîhanê de be û cîhan li dijî vê yekê bêdeng nemîne.    Hêzên navneteweyî dixwazin ku li ser mijara penaberiyê ji bo berjewendiyên xwe xizmet bikin. Ev yek jî li dijî têgehên mirovahiyê ye. Loma divê li dijî vê bêhiqûqî û dijmirovahiyê rêxistinên parastina mafên mirovan erka xwe bi awayekî samîmî bi cih bînin. Heger wiha nê kirin dê pirsgirêka koçberiyê her ku biçe belav bibe. Koçberî pirsgirêkek navnetewî ye loma divê hemû cîhan li dijî vê yekê dengê xwe berz bike.