Gelo dîroka Til Temir û girîngiya wê çi ye? 2018-08-16 10:55:02   Yekemîn jina ciwan a ku tevlî hêzên YPJ ê bû Bêrîtan Cûdî ye ku li hember zihniyeta civakê sekinî û got eger ez tevlî nebim dê pêşeroja  min jî wekî jinên din bi tenê di nava çar dîwarên male de bimîne. Bêrîtan bi vê helwesta xwe bû şopdara Zîlan û Bêrîtana mezin. Niha gelek Tabûrên YPJ'ê yên jinên ciwan hatine avakirin, Akademiyên perwerdê. Di heman demê de jî hêzên Parastina Xabûr û Natoro Jin jî hene û erka xwe bi cih tînin. Jin êdî çarenûra xwe bi xwe diyar dike. Wekî ku Rêber  Apo gotiye "Dîroka koletiyaya jinê nehatiye nivîsandin,  lê dîroka azadiya jinê li benda nivîsînê ye" niha jî jin li rojavayê Kurdsitanê dîroka azadiyê jinê dinivîsin.   Sorgul Şêxo   Bajarê Til Temir ji biçûktirîn ji bajarên Kantona Cizîrê ye. Bajar bi mozayîka xwe ya gelan ya ku ji kurd, ereb û Aşûriyan pêk tê tê naskirin. Welatiyên Til Temirê jiyaneke  hevbeş dijîn. Til Temir xwedî stratîjiyeke mezin e. Di heman demê de kilîta ku Herêma Firtanê bi Herêma Cizîrê ve girê dide ye. Ji 2012'an ve her çiqas rastî êrîşên DAÎŞ ê û Cebhet El-Nusra hatibe jî lê birîna xwe bi xwe kewand û parastina nirxên xwe ên dîrokî kir.   Til Temir ji biçûktirîn bajarên Herêma Cizîrê ye û li Rojavayê Herêmê dikeve, Rojhilatê bajarê Hesekê  42 km, Başûrê wê bajarê Serêkaniyê bi 40 km, Rojhilatê Qamişlo bi 100 km ji bajê dûr in. Her wiha Çiyayê Kizwanan jî bi 20 km LI Rojhilatê wê dikeve. Di heman demê bi 50 km dûrî sînorê Bakûrê Kurdistanê dikeve. Bi hezaran salan gelê kurd,ereb û aşûrî bi hev re li vî barî jiyane.    Bajarê Til Temir bi çandiniyê dewlemend e ji ber çemê Xabûr û Zirganê di nava bajar re diherikin. Lê niha ji ber siyaseta dewleta tirk av pir kêm tê û di demên pêş de ev yek wê ji bo herêmê heteriyê bîne. Til Temir di navbera salên 1933 û 1935'an de ji aliyê hin malbatên kurd yên navdar û 4 malbatên aşûrî ku ji ber komkujiyên dewleta tirk li Îraqê pêk anî koçî bajarê Til Temir kirine û bajar ava kirin. Malbatên Aşûrî wê demê dêrek bi navê Qedîs avakirine, Lê malbatên din li sernaserî Çemê Xabûrê ji gundê Til Tewîl heta Til Hirmiz Başûrê Til Temir bi cih bûne û li her gundekî dêrek dane avakirin.   Til Temir ji ber ku dikeve navbera Çemê Xabûr û Zirganê bi ava xwe ya zêde û dewlemendiya Çandiniyê û kedîkirina ajalan tê naskirin. Ev yek jî dibe  çavkaniya debara gelê kurd ên li vî bajarî. Li bajêr nêzî sed û 90 gundên aşûrî û ereban jî hene. Niha piştî avakirina MSD'ê 182 Komun li bajêr haine avakirin ku di nav wan de 132 komunên xweser hene. Gelheya bajêr 70 hezar e.     .   Her wiha Til Temir xwedî stratejiyeke mezin e.  Ji ber dikeve ser riya giştî a ku bajarê Heleb û Herêma Cizîrê bi hev  girêdide.  Til Temir kilîta Herêma Cizîrê ye. Lê riyên wê cûda jî hene ku dikarin derbasî herêma Cizîrê bibin mîna ji Serêkaniyê, navçeya Zirgan, Qamişlo heta  Til Koçerê.   Piştê destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19 Tîrmeha 2012 an Til Temir di 20'ê cotmeha 2012'an  de hat rizgarkirin, Gelê Til Temir sazî ava kirin ji bo ku xwe bi rêve bibin.  Hêza xwe ya parastinê Asayîş û YPJ/YPG ê ava kirin.  Lê dîsa jî çeteyên DAÎŞ û Cebhet el-Nusra her dem û gav êrîş dibirin ser bajarê Til Temirê ji bo ku mûzayîka gelan xerab bike.    Gelê Kurd,Ereb û Aşûrî bi hev re li hember hemû rengên êrîşan sekinîn, çeteyên DAÎŞ ê di 23'ê  Sibata 2015'an de bi hemû dijwariya xwe êrîşî Til Temir û gundên  wê kirin.  di encamê de bi hezaran jin û gelê Aşûrî revandin û dîlgirtin di heman demê de hemû dêrên wan şewistandin û rûxandin. Di komkujiya ku sala 2016'an de ku çeteyên DAÎŞ'ê bi 3 wesayitanên  bombe barkirî kirin aramiya bajêr hedef girtin ku di encamê de 35 kesî jiyana xwe ji dest da û bêtirî 100 kesî birîndar bûn. Lê dîsa jî gel xwe bi xwe birînên xwe derman kirin û peyamek ji Çeteyan re rê kirin û gotin  ku Hun nikarin îradeya gelan bişkînin.    Di heman demê de jî Jinên Til Temir ku ji hemû pêkhateyan pêk tên cihê xwe di Rêxistina Kongreya Star de girtin. Jinan komînên xwe yên xweser li tevahî gundan û bajêr dane avakirin. Tevahî pirsgirkên jinan û şîdeta ku li jinan dihate kirin li Mala Jin dihate çareserkirin.  Mala Jinê jî çavkaniya perwerdekirina jinan e. Jin cihê xwe di hemû saziyan de digirin û zihniyeta ku jin tenê ya male ye nikare tiştekî cûda bike şikandin û niha ew jin li tevahî cîhanê dibin mînak.    Yekemîn jina ciwan a ku tevlî hêzên YPJ ê bû Bêrîtan Cûdî ye ku li hember zihniyeta civakê sekinî û got eger ez tevlî nebim dê pêşeroja  min jî wekî jinên din bi tenê di nava çar dîwarên male de bimîne. Bêrîtan bi vê helwesta xwe bû şopdara Zîlan û Bêrîtana mezin. Niha gelek Tabûrên YPJ'ê yên jinên ciwan hatine avakirin, Akademiyên perwerdê. Di heman demê de jî hêzên Parastina Xabûr û Natoro Jin jî hene û erka xwe bi cih tînin. Jin êdî çarenûra xwe bi xwe diyar dike. Wekî ku Rêber  Apo gotiye "Dîroka koletiyaya jinê nehatiye nivîsandin,  lê dîroka azadiya jinê li benda nivîsînê ye" niha jî jin li rojavayê Kurdsitanê dîroka azadiyê jinê dinivîsin.