Dîsa xêliya şengalê spî ye 2018-08-14 09:04:36   "Mirov êdî dibine ku  Şengalî nabêjin kê em firotin kê îxanet li me kir ku fermana 74'an  bi me dan jiyîn. Ji ber kû êdî kesên li ser vê axê dijîn bi xwe bune xwedi vîn û hêvî. Êdî ew ê bi xwe bikarîbin li  ber xwe bidin û tekoşînê bidin li hember hemu cureyên reşatiyê ku carekdin ferman bi ser wande neyê. Wê bi xwe rê li ber fermana 75'an bigirin. Bi awayek aşkere mirov dikarê vê hêza tekoşinê ya ku bê dayîn bibîne. Ji ber vê yekê li ruxmê hemu bedel û zehmetiyan carek din xêliya reş li ser vê xakê neyê pêçan. Wê bi destê Derwêş û Edolên hemdem ji derveyî reşiyê tovên hemu rêngên jiyanê li ser xaka Êzîdxanê bên çandin."   Leyla Arzu Îlhan   Dema mirov li rewşa Şengalê temaşe dike, mirov baş dibîne kû êdî xêliya reş li serê Şengalê û Êzidxanê careke din nayê pêpan. Şengala dil bi kul çav li girî û bê hêvî, êdî cihê xwe ji serbilindî, rukenî û çevên bi hêviyan tejî buyî re hiştiye. Şengala kû bi sedan caran bi tunebunê re ru bi ru mayî û 74 fermanên diyar lê hatin kirin, xwe dî hêviyek wisan  kû wê tu caran êdî ferman ruyê xwe yên reş nîşanî şêniyên Êzîdxanê ned. Wê çarek din xeliyên reş li ser gelê  Êzîdxanê  û xaka wê neyên pêçan. Milên Şengalê êdî rastin serê wan bilinde. Hêviya tekoşîn û berxwedanê bi her awayî xwe dide der. Êdî li cihê peyva kê em firotin kê em parastin, peyva em ê li ber xwe bidin û tekoşîna xwe bi parêzin heye. Li ruxmê hemû windahiyan û êşan ruyê Şengaliyan bi ken e çavên wan bi hêvî ne.   Em wek şandek ya KNK’ê ji bo piştgiriya berxwadana gelê Şengalê,  li hember gefên dewleta tirk û serokê rewanî yên çeteyên xwînmij Erdogan û ji bu balkişandina pergala jiyana  civakî ya Şengalê, me xwest em biçin Şengalê. Li ruxmî gelek zehmetiyan me xwe gihand axa Êzîdxana pîroz. Ji ber ku rê  tune bû, di emcama ceribandina   çend rêyan de em gihan Şengalê. Ji ber kû me  çend rê ceribandin ji bo em xwe bigihinin Şengalê,  em li nava Musulê hemuyî geriyan. Bi rastî mirov di nava Musilê de qirêjî û bedelên şerên giran yên hatîn kirin dibine. Gelek caran me dimenên xirabbuna vî bajarî dîtibun lê dema mirov bi çavên xwe dibine bandura wêna ya kû li ser mirov çêdike gelek cudatire. Bi sedan avahiyên hatîn xarakirin yeksek gelo çend cenazeyên mirovan di bin van xirabeyan de ne tîne bira mirov.     Heyta kû mirov bajarê Musulê derbas dike bi sedan car mirov vê pirsê ji xwe dike. Carekdin mirov bi kirêtiya şerê qirêj re ru bi ru dimîne. xirabeyên heyî êşên demên burî yên hatîn jiyîn tîne bîra mirov.  Lê dema  mirov derbas dibe beşek yA bajêr ji xwe hemu xirabe ne. BeşA din yA mayî jî  di nava gelek xirabeyan de li her çend metreyek ya rê zarok disekine  û parseltiyê dikê. Di encma şerên kû hêzên serdest yên cihanî ji bo berjewendî û mezinahiya hêza xwe derxistîn  herî zêde zarok bi bi bandor bûne. Carek din mirov vê yekê di kolanên Musulê dibine. Dema mirov di nava vî bajarî re derbas dibe mirov dibine kû bêxwedîtî û bê hêvî buyin çiqas tiştek zehmet e. Di nava xirabeyên şer de jiya ji rojên şer hîn dijwartir e. Ev yek di çavên zarokên li vî bajarî de tê dîtin. Ya kû mirov bi awayek aşkere dibine ev e.  Eger hêviya mirov tune be mirov nikare birinên xwe jî derman bike. Ya kû li Musulê tê dîtin ev e bi hezaran birînên vekirî.   Êdî me ev xirabe û bê hêvîbuna li bajarê Musulê derbas kir û em ber bi Şengalê ve çun. Heya mirov digihe Şengalê hema bêjê di her sed metreyan de lêgerînek ya rê heye û ne ewlebuna jiyana vê herêmê bi awayek aşkere tê ditin.  Dema em gihan Şengalê li wê derê ji mirov rastî ruyê şer yê qirêj tê, lê tişta cuda ya kû mirov rastî tê çavên li Şengalê ne bê hêvî ne. Mirov zarokên kû li ser riyan parseltiye dikin nabine. Berovajî vê  mirov zarokan li cihê wan yê tê xwestin li dibistanan dibine. Rast e xirabe ne, çadirin lê ev xirabe ev çadir ne cihên kû zarok birinên xwe vekolîn, cihên kû zarok van birinan bi awayek herî baş derman bikin  e. Ev ji bo me bu çavkaniya hêzek mezin ku rastiya xwe dîtin çiqas tiştek bi rumet e.    Sedema herî mezin ya kû em ber bi Şengalê ve birin gefên dewleta  tirk û Erdogan bûn. Mirov bi awayek baş û aşkere dibine çima hêza tirk evqas ji Şengalê ditirse û van gefên giran li ser Şengal û gelê wê dike. Ji ber ku mirov di çavên zarok û jinên vê xakê de hêvî, berxwedan û tekoşînê dibine. Tişta kû dibe tirs ji dagirkeran re ji ev hêvîbun e . Şengala kû bi sedan car bi xêliya reş hatî pêçan carek din bi cilê xwe yên spî derketiye ser dika jiyanê.  Bi hêviya kû carekdin wê Şengal bi xêliya reş neyê pêçan jiyanek bi wate û xwedî vîn li ser vê axa dil keder tê raçandin. Carekdin mirov meznahiya fikir û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo bi awayek aşkere li ser axa Şengalê dibine. Mirov carekdin xwe ji xerabeyên hêzên hegemon yên cîhanê da yîn avakirin rizgar dikê û mirov xwe di nava pergalek ya jiyana kû bi hêvî û watedar dibîne. Her çiqas kû 74 ferman li ser xaka Şengalê hatîne kirin jî  lê vî gelî carekdin bawerî bi xwe re ava kiriye. Bê guman bedelên vê hêvîbunê gelek giran hatin jiyîn li ser vê xakê. Heya niha ji hêjan  bi hezaran jinên êzidi di bin destê çeteyên xwînxwar de ne, hêjan bi hezaran zarok bê dê û bê  bav în. Lê ew zarokên bê dê û bav ne li kolanan  parserltiyê dikin, li cihên kû bikarîn careke din  tola van êşan hilînin xwe perwerde û birêxistin dikin.    Li ser gefên dagirkeriyên li ser xaka Şengalê hêzên HPG’ê yên heyî ji wê derê vekişyan e. Lê hinek rastî hatine jiyîn kû kesek nikare înkara van rastiyan bike. Çawan kû îxaneta lî gelê êzidî û xaka Êzîdxanê hatî kirin nikare bê jibirkirin. Her wIha tovên hêviyê yên  kû li vê xakê hatîn çandin jî nikarîn bên jibîrkirin. Ji ber kû mirov şînbuna vî tuvî wekî hêvî û tekoşînê di çavên her ferdek ku li ser vê xakê dijî dibîne. Her kesê kû em pê re peyvîn ev gotin dubare kirine ‘’ rast e HPG  ji vê derê çû. Lê bi sedan şehidên ku li ser vê xakê dayîn êmanetî me kirine. Çawan wan bi hêviyek mezin em parastin erka me jî ew e ku em bi tekoşîna xwe ya jiyanê bîranînên wan canguriyan biparêzin. Ew bi îradeya xwe û berpirsyartiya xwe ya mirovî hatîn em ji nav destên çeteyan rizgar kirin û parastin, niha jî bi îrade û berpirsyariya xwe ya wijdanî çûn. Ji ber vê yekê ger îro em bi hêvîne, em xwediyê hêza berxwedan û tekoşînê ne ev bi saya keda wan e.’’    Mirov êdî dibine ku  Şengalî nabêjin kê em firotin kê îxanet li me kir ku fermana 74'an  bi me dan jiyîn. Ji ber kû êdî kesên li ser vê axê dijîn bi xwe bune xwedi vîn û hêvî. Êdî ew ê bi xwe bikarîbin li  ber xwe bidin û tekoşînê bidin li hember hemu cureyên reşatiyê ku carekdin ferman bi ser wande neyê. Wê bi xwe rê li ber fermana 75'an bigirin. Bi awayek aşkere mirov dikarê vê hêza tekoşinê ya ku bê dayîn bibîne. Ji ber vê yekê li ruxmê hemu bedel û zehmetiyan carek din xêliya reş li ser vê xakê neyê pêçan. Wê bi destê Derwêş û Edolên hemdem ji derveyî reşiyê tovên hemu rêngên jiyanê li ser xaka Êzîdxanê bên çandin.