Taybetmendiya yekîtiya gelê Kurd 2018-08-07 10:26:36   Van lehengên siberojê zarok, jin, ciwan, yên temenbilind hem ji fermana 73'an hem jî ji ya 74'an rizgar kirin. Ew ji bo hemû civakê bûn xwedî hêviyên mezin. Wan rêya xelasiyê şanî gel dan.    Leyla Arzû Îlhan   Çend ev gotina pêşiyan di roja me de rast e. Ji ber kû heya mirov kêrî xwe neyê kesek kêrî mirov nayê. Mesela me Kurdan jî ev e. Me wek gelê Kurd dîrokek demdirêj û bi nirx li dû xwe hiştiye. Gelek caran di dîrokê de em bûne çavkaniya hêz, bawerî, afirînerî û avabûna jiyanê. Lê li kêleka van rastiyên me yên giranbuha, gelek caran em bi êş û azarên giran re jî rû bi rû mane. Ev êşên giran ên em jiyîne bê guman gelek caran çavkaniya wan em bi xwe ne. Ji ber ku em gelek caran di warê têkoşîn û xwedî derketina nasnameya xwe de bûne xwedî kêmasî. Ji bo jiyanek azad û wekhev divê em dawî li van kêmasîna bînin.    Meha Tebaxê ji bo me çirûska yekem a hebûn, xwenaskirin, azadî û tekoşînê ye. Di pêşengtiya fermandarê mezin Egîd de guleya yekem di mejiyê dijmin de hat teqandin û ev gule bû çavkaniya  hêza azadiyê. Dûmahiyên lehengên gelê Kurd, di fermana Şengalê de wekî 11 siwarên Dewrêşê Evdî pêşî li komkujiyek mezin vekir û taybetmendiya yekîtiya gelê Kurd derxist holê. Ew bûn hêviya di çavên zarokên qewmê kevnar de veşartî û ew hêvî carek din eşkere kirin. Van lehengên siberojê zarok, jin, ciwan, yên temenbilind hem ji fermana 73'an hem jî ji ya 74'an rizgar kirin. Ew ji bo hemû civakê bûn xwedî hêviyên mezin. Wan rêya xelasiyê şanî gel dan. Tiştê ku niha li Şengalê tê kirin jî ev e. Niha  Êzidî yê kû digotin em nikarin xwe biparêzin, em nikarin bibin hêz, niha li dijî neyaran xwedî baweriyek mezin in. Carek din bûne cengawerên cengê. Ji bo vê yekê ya pêwîst divê mirov bi xwe kêrî xwe bê û bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe, bi parêze û biryara xwe bi xwe bide. Çimkî hêzên emperyalîst tenê ji bo berjewendiyê xwe dixebitin. Loma ji bo berjewendiyên xwe mirovan diçewisînin. Neteweyên Yekbûyî îro hîn jî fermana Şengalê di fermiyetê de wekî ferman nepejirandiye. Loma divê haya gelê Kurd ji van bûyeran hebe û li gor vê yekê xwe her dem bi rêxistin bike û biparêze.   Jinên Êzidî li dijî zordestiyên mezin li ber xwe dan û ji bo tola xwe hilînin li dijî çeteyan berxwe dan. Wan jî bi hêvî û bi baweriyek mezin serî hildan û ji bo taybetmendiya yekîtiya gelê Kurd xizmet kirin.