Çareserî ne întîxar berxwedan e 2018-07-26 09:10:49   Ez dikarim bêjim ku girtina me kampa tecrîdê ye. Cihê kesên rastî neheqiyê hatiye Yuksel e, berxwedane, ne întîxar e.   Nazîfe Onay   Cezayên ragîhandin û hevdîtinê bi hinceta OHAL’ê zêdetir hatiye girankirin. Di rewşa ku ji nexweşiya pençeşêrê guman hebe, ji nexweşxaneyê girtina randevuyê veguheriye îşkenceyê. Em neçar dimînin ji bo her hewcedariyek xwe cuda têbikoşin. Ji bo teşkek cilşûştinê me du mehan têkoşîn da. Diranê hevalek me êşiya, nikaribû devê xwe vebike. Ji bo pîpetekê me bi dehan carî pêlê butonê kir û me hewl da em derdê xwe bêjin. Fêm kirin ku em dest jê bernadin, pîpetek ji me re anîn. Ji bo girtiyên şoreşger yek ji hewcedariyên herî girîng pirtûk e. Lê hejmara pirtûkan bi 10 heban sînor kirine. Em ji pirtûkxaneyê jî tenê dikarin pirtûkekê bigirin. Hincet jî ev e ku ‘niha kesek din dixwîne’. Hinek hevalên me tevî ku ne hukumxwarin jî di hucreya yek kesî de tên girtin. Bi giştî 4 kes rastî vê îşkenceya tecrîdê hatine. Ez mînakek din jî bidim. Dema ez li Sîncanê bûm ji Sîlîvriyê ji min re name hatin. Min jî ji her yekî re ji bo spasiyê nameyek şand. Di navberê de du meh derbas bû ez hîn bûm ku name negihiştine wan.   Beriya bêm îxrackirin di navbera dibistan, mal û sendîkayê de diçûm û dihatim. Em kesên xwedî hişmendî û îdeolojiyên diyar bûn. Piştî em hatin îxrackirin sifatên cuda hatin ber navê me.  Li gorî AKP’ê ‘terorîst’ li gorî gel jî em kedkarên cemawerî yên berxwe didin e. Berxwedana me neqedya. Bi mehane didome. Em hatin girtin, me îşkence dît. Em 324 rojan birçî man lê me hêviya xwe winda nekir.    Bi girtiyan re baweriya me ya destkeftiyê zêde bû. Bêguman ji ber vê nerehet bûn û em girtin? Di hişê min de herî zêde ev heye; ji ber me hêviya xwe negîhand ciwanên nehatine tayînkirin, dê û bavê hatine îxrackirin, ez xemgîn dibim. Ger tu rastî neheqiyê hatibî, ger hêviya te tunebe, tenê cihê te ligel berxwedêran e, cihê te Kolana Yukselê ye… Mamoste Merve 25 salî ye. Ji ber tayîna wê nayê, dikeve depresyonê û întîxar dike. Dîsa mamoste Hasan jî çend roj beriya Merveyê, ji ber tayîna wî nehat întîxar kir. Cihê  kesên rastî neheqiyê hatiye kolana Yukselê ye, berxwedan e, ne întîxar e.