Hêviyên Siberojê 2018-07-21 09:06:29   "Bedewbûna wan jiyanê dixemilîne, hêvî û xeyalên wan sînoran nizanin, çavên wan ên bi hêvî dibiriqin û nifşên nû yê civakê ne lewma divê ku bi awayekî xwezayî û bi rengekî rast werin perwerdekirin û êdî nebin qurbanên zihniyeta ku tenê berjewendiya xwe difikirin. "   Sorgul Şêxo    Hêvî, ronî û bazên siberojê ne, bi xweşikbûn û bedewbûna xwe jiyana tevahî mirovan dixemilînin, sînorên jiyanê nizanim, xewn û xeyalên wan bê dawî ne, rengên wan bihar, payîz, zivistan û havîna welatê min dixemilînin, çavên ku tije hêvî ye dibiriqin. Zarokên ku bi dilgeşî û rûkenî pêşwaziya jiyanê dikin gelo çawa dijîn?   Dayik û bav berpirsiyarê xwedîkirina zarokên xwe ne lê gelek caran zarok dibin qurbanên zihniyet û kevneşopiyên civakî. Dayik û bav çi bi zarokan bidin fêrkirin li ser wî bingehî mezin dibin. Di civakan de taybet di malbatan de jin, zarok rastî îşkence û şîdetê ya ji aliyê mêr ve tê kirin, tên. Gelo ev bandorek çawa li ser zarokan dike? Dema ku dayik ji aliyê hevjînê xwe ve rastî îşkence û şîdetê tê tirsek di dilê zarokan de dide der. Di siberojê de zarok jî dê tiştên ku ji bavê xwe hîn bûye, li ser xwişk an jî hevjîna xwe pêk bîn. Me berê jî gotibû ku zarok nifşên nû yê civakê ne her çiqas zarok werin perwerdekirin dê ewqasî jî  têghiştîbin lê mixabin mejiyê civakê jî hîn jî li gorî zihniyeta berê ye û hinek qalib hene ku nayên hilweşandin. Perwerdekirina zarokan û bi vê yekê girêdayî ya dê û bavan dê siberoja civakê ronî û geş bike.    Her çiqas zarok werin perwerdekirin ewqasî jî rastiya jiyanê, wekhevî û xwezabûnê nas dikin. Divê civak bi şêwazek nerm nêzî zarokan bibin, divê di malbatan de şîdet û îşkence were sekinandin da ku mejiyê zarokan jî bi nakokiyan mijûl nebe. Çav û dilên wan her dem ne bi tirs bin. Bi rengekî xweza bi zarokên din re bilîzin û ferq û cûdahî nekeve navbera wan de. Nifşên nû divê xwedî zanebûneke berfireh bin ne di nava çar dîwaran de werin fetisandin. Divê zarok bizanibin ku siberojek ronî li hêviya wan e. Divê civak ango malbat li hember pêşketina zarokan nebin asteng. Rihê zarokatî rihekî herî paqij e. Dema ku mirov li çavên wan meyze dike hêviyên siberojê dibîne. Hestên zarokan, lîstik û gotinên wan gelek bedew in. Xweşikbûn û bedewbûna deng û rengê wan hêvî ye. Bedewbûna wan jiyanê dixemilîne, hêvî û xeyalên wan sînoran nizanin, çavên wan ên bi hêvî dibiriqin û nifşên nû yê civakê ne lewma divê ku bi awayekî xwezayî û bi rengekî rast werin perwerdekirin û êdî nebin qurbanên zihniyeta ku tenê berjewendiya xwe difikirin.     Divê hemû malbat berpirsiyarê zarokên xwe bin, wan baş perwerde bikin da ku di siberojê de nebin qurbaniya zihniyeta desthilatdar. Divê bi awayekî xwezayî bijîn û werin perwerdekirin çimkî zarok siberoja civakê ye, divê hêvî û xeyalên zarokan neyê sînordarkirin.