Êrîşên li ser jinê û zarokan dibe sedema texrîbatên mezin 2018-07-05 09:02:59   Kesên ku ji mirinê direvin û koçî welatên din dikin rastî tundî û êrîşan tên. Herî zêde jî jin û zarok ji tundî û êrîşan bi bandor dibin. Divê êdî dewletên wekî Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û gel bi qirqirin û koçberiyê rû bi rû nehêlin.    Sorgul Şêxo   Ji ber tifaq û planên hevpar ên wekî Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê gelên Rojhilata Navîn mecbûr dimînin ku koçber bibin û di vê rêwitiya koçberiyê de ya dimirin an jî bi tundî û êrîşan rû bi rû dimînin. Bi taybet jî jin û zarok di vê rêwitiyê de gelekî diêşin. Hîn cenazeyê Alan Kurdî yê ku li ber pêlên bahrê hat dîtin, ji hafizaya civakê derneketiye. Qaşo ji mirinê direvin lê dîsa bi mirinê rû bi rû dimînin. Gunehê van jin û zarokan çi ye ku her dem rastî îşkenceyê tên?   Her ku diçe xetereyên li ser koçberan zêde dibin û şerd û mercên ku di nav de ne dijwartir dibe. Zarok û jin tevî hemû şerdên zor têkoşîna jiyanê didin. Gelek zarok jî ji malbatên xwe tên qetandin. Ev bandorek neyînî li ser derûnî û siberoja zarokan dike. Mixabin jin û zarok her dem dibin qurbanên tifaq û planên qirêj.    Ji ber ku herî zêde jin û zarok dibin qurbanê tifaq û planên qirêj divê hemû rêxistinên mafên mirovan li dijî vê yekê peywira xwe bînin cih. Ev peywirek wîcdanî ye û divê ev peywir bê kirin.   Kesên ku ji mirinê direvin û koçî welatên din dikin rastî tundî û êrîşan tên. Herî zêde jî jin û zarok ji tundî û êrîşan bi bandor dibin. Divê êdî dewletên wekî Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û gel bi qirqirin û koçberiyê rû bi rû nehêlin û saziyên mafên mirovan jî peywira xwe bi cih bînin.