'Divê em hemû jinên cîhanê hêviyên xwe winda nekin û bibin yek' 2018-07-01 09:04:30   "Divê ne tenê jinên Erebîstana Siûdiyêi, divê hemû jinên cîhanê li dijî zihniyet û zilma baviksalarî dest bidin hev ku êdî bes bên çewisandin. Heta ku jin tênekoşin dê pêkanînên ku niha li Erebistana Siûdiyê tê kirin li her derê cîhanê belav bibe. Divê em hemû jinên cîhanê bibin yek û hev biparêzin."   Sorgul Şêxo   Piştî nîqaşên berfireh li Erebîstana Siûdî êdî jinê bikaribin ku wesayetê bi kar bînin. Xewna jinên Erebîstana Siûdî ya bi salan veguherî rastiyê. Ji bo ev xewnên bi vî rengî li her derê belav bibe divê hemû jin dest bidin hev û têbikoşin.    Bi salan e ku li Erebîstana Siûdî ajotina wesayetê ji bo jinan qedexe bû. Piştî nîqaşên berfireh biryar hat dayin ku jin bikaribin wesayetan biajon. Padîşahê Erebîstana Siûdî Selman Bîn Ebdul Ezîz di vî warî de reformek kir. Her çiqas jî hîn li Erebîstana Siûdî binpêkirina mafê jinê zêde be jî ev gavek girîng bû. Lê hêviya jinên Erebîstana Siûdê ew e ku di warê bidestxistina mafê jinên de reformên nû bê kirin.    Dema ku qedexeya ajotina wesayetê ya ji bo jinan ji holê rabû ev yek ji aliyê hinek mêran ve hat şermezarkirin. Mêrên ku bertek nîşanî ajotina wesayetê ya jinê didan hinceta wan ew bû ku jinê zirarê bide ekolojiyê. Lê yên ku herî zêde ekolojiyê diparêzin û li dijî ekolojiyê hestiyar in jî jin in. Van mêrên ku bertek nîşanî vê yekê dan koleyê zihniyeta baviksalarî ne. Divê ev zihniyet ji holê rabe çimkî zirarê dide demokrasî û azadiya jinê û civakê.     Li Erebîstana Siûdiyê ku bi pergala olê tê birêvebirin jin bi cilên xwe yên rengo rengo nikarin derkevin derve û her wiha jin nikarin biryarê xwe bi serê xwe bide. Ev kevneşopiya ku bi zîhniyeta baviksalarî ya mêr hatiye avakirin mixabin civakê pêş ve naxe. Jin dibin qurbanê vê kevneşopiya baviksalarî. Lê li dijî vê yekê têkoşîna jinê didome û em hêvî dikin ku wê mafên jinê bêtir bê bidestxistin.    Divê ne tenê jinên Erebîstana Siûdiyêi, divê hemû jinên cîhanê li dijî zihniyet û zilma baviksalarî dest bidin hev ku êdî bes bên çewisandin. Heta ku jin tênekoşin dê pêkanînên ku niha li Erebistana Siûdiyê tê kirin li her derê cîhanê belav bibe. Divê em hemû jinên cîhanê bibin yek û hev biparêzin. Divê em hemû jinên cîhanê hêviyên xwe winda nekin û bibin yek."