Dê gelê kurd birîna xwe dîsa bi destên xwe bixwirînin 2018-06-28 09:17:18   "Elî Şerîatî dibêje:"Yên ku şaristanî û felsefe hînî Yewnana kiriye Kurd in, Yewnanan jî li cîhanê belav kiriye." Destana cîhanê ya herî kevnar a Gilgamêş a Kurdan jî mînaka şaristanî û çanda kevnar a gelê Kurd radixîne pêş çavan. Lê mixabin cîhan li djî mafên Kurdên ku şaristanî û felsefe hînî wan kiriye, rêzê nîşan nadin û bêdengiya xwe didomînin."   Roza Metîna   Bi biryardayina hilbijartina pêşwext a ku ji aliyê tifaqa AKP/MHP'ê hat dayin, maratona xebatên hilbijartinê ya ku di 24'ê Hezîranê de hat kirin, dest pê kiribû. Tifaqa AKP/MHP'ê bi hemû derfetên heyî yên dewletê, bi alîkariya medyaya ku ji sedî 90 di destên wan de ne û her wiha bi alîkariya hemû saziyên li Tirkiyeyê yên di destên îktidarê de (Tevî şaredariyên bajarên Kurdan ên ku qayyim hat tayinkirîn), xebatên xwe yên hilbijartinê meşandin. Divê di vir de em piştgiriya İngilistanê û Amerikayê jî ji bîr nekin. Berî hilbijartinan hevdîtina bi Îngilistanê ne mijarek belasebe bû. Her wiha daxuyaniya Îngilistan û Amerikayê ya piştî encamên hilbijartinê jî vê yekê piştrast dike. Namzetê Serokkomariyê Selahattin Demirtaş li Girtîgeha Edîrneyê xebatên hilbijartinê meşand. HDP'ê jî li derve tevî hemû qedexe, êrîş, gef, zext, binçavkirin, girtin, kuştin û zordestiyên ku lê hat kirin, xebatên xwe berdewam kir.    Kampanyayên hilbijartinê yên ku ji aliyê Îktidarê ve dihat meşandin li ser têkçûyina HDP'ê dihat meşandin û ji bo HDP bendê derbas neke her derfet hat bikaranîn. HDP a ku bi derfetên kêm û tevî hemû astengiyan xebatên hilbijartinê dimeşand benda faşîzmê derbas kir û bû partiya sêyem. Ev serkeftinek hêjayî gotinê ye. Lê di meclîsê de HDP tena serê xwe ye. Ew ê çiqasî bikaribe li dijî tifaqa AKP/MHP'ê berxwe bide û mafên xwe û yên gelan bikaribe biparêze em ê vê yekê di rojên pêşî de bibînin. Bêdengiya Muharrem Înce û Meral Akşener a şeva 24'ê Hezîranê ku hîn hejmartina sindoqan bi dawî nebûbû AKP û MHP'ê derket pîrozbahiya serfiraziyê kir, nîşan da ku, gel dîsa hat xapandin.    Di encamên hilbijartina 24'ê Hezîranê de tiştên ku derketin pêş ev in. Ya yekem di bin şerdên rewşa awarte de pêkhatina hilbijartinê û nakokiyên ku di şeva hilbijartinê de hat jiyîn û bi vê yekê girêdayî kêmxistina wateya hilbijatinê. Li gor rapora AGID'ê jî hat diyarkirin ku dengê AKP'ê ji sedî 44 re û yên MHP'ê jî ne pêkan e ku ji sedî 11.1 bigire. Ya duyem newekheviya temsîliyeta di meclîsê de ku di warê wekheviya temsîliyeta meclîsê de Tirkiye di dora 132'emîn de ye. Ya sêyem Kurd dîsa tenê ne û dibe ku piştî hilbijartinan polîtîkayên li dijî Gelê Kurd û HDP'ê hişktir bibe. Divê gelê Kurd dîsa birîna xwe bi destên xwe bixwirîne. Gotinek mezinê me heye. Dibêjin heta mirov birîna xwe bi destên xwe nexwirîne rehet nabe. Ya çarem jî ev e ku dewletên xwe bi tekela çekan ve bi rê ve dibin ji bo rewşa kaosê dijwartir bikin û qîmeta pereyên xwe zêdetir bikin tercîha xwe aşkere kirin. Her wiha bi encama van hilbijartinan senteza Turk - Îslmamê jî hat teqezkirin. Dengên qels ên ku dibêje bila Tirkiye di warê demokrasiyê de xwe pêş bixin, dê di rojên pêşîn diyar bibe ku ka çiqas ji dil in.    Rewşa awarte, girtiyên siyasî, qeyrana aborî, têkiliyên navneteweyî, pirsgirêkên mezin in. Çareserkirina van pirsgirêkana berpirsiyarek mezin dixwaze. Yên ku pesnê demokrasiya xwe vedidin divê berê van pirsgirêkana çareser bikin. Cezayê ku tê xwestin ji aliyê Amerîkayê ve li Halk Bankê bê birîn mînakek diyar de ye. Ya din jî daxuyaniya serokê Yewnanîstanê Aleksis Çipras ku gotibû:" Li Tirkiyeyê hilbijartin di bin rewşek demokratîk de pêk hatiye" feraset û nêzîkahiya li dijî demokrasiyê di nav xeleka berjewendiyê de difetisîne. Elî Şerîatî dibêje:"Yên ku şaristanî û felsefe hînî Yewnana kiriye Kurd in, Yewnanan jî li cîhanê belav kiriye." Destana cîhanê ya herî kevnar a Gilgamêş a Kurdan jî mînaka şaristanî û çanda kevnar a gelê Kurd radixîne pêş çavan. Lê mixabin cîhan li djî mafên Kurdên ku şaristanî û felsefe hînî wan kiriye, rêzê nîşan nadin û bêdengiya xwe didomînin.