Zewaca Di Temenê Biçûk de 2018-06-20 09:26:05   "Jin li dijî hemû zehmetî û îşkenceyan têdikoşin û hewl dide ku hemû zincîrên koletiyê bişkînin. Ji ber ku mêr li gor aqlê dewletê yê baviksalarî tev digere loma îstismara zayendî jî pêk tê"   Sorgul Şêxo   Dema ku em li rewşa cîhanê dinêrin em dibînin ku bi taybet li welatên Ereban û li hinek welatên din asta zewaca di temenê zarokatî de zêde bûye. Sedemê bilindbûyina vê rêjeyê ji bo çi ye divê mirov li ser vê yekê kûr bibe. Divê mirov li ser xeteriyên zewaca di temenê biçûk de jî kûr bibe û li gor vê yekê tedbîrên xwe bigire.   Pergala desthilatdar tevî hemû hewldan û destkeftiyên jinan dîsa jî ji bo berjewendiyên xwe heqaret li jinê kirine û li ser keda jinê rûniştîne. Tevî ku keda jinê tê desterkirin di heman demê de zewaca di temenê bi zarokatî de jî rewa tê dîtin û encamên zirara vê yekê jî ne xema pergala desthilatdar e. Dîsa jî yê ku di destpêkê de li dijî vê biryara xelit derdikeve jî dîsa jin e. Çimkî jin hişmendiya wan pêş ketî ye. Jin civakê bi rêve dibe û ji xizmeta malê bigire heta nêrîna zarok û karên li derve hemûyan jin dikin. Jin li dijî hemû zehmetî û îşkenceyan têdikoşin û hewl dide ku hemû zincîrên koletiyê bişkînin. Ji ber ku mêr li gor aqlê dewletê yê baviksalarî tev digere loma îstismara zayendî jî pêk tê. Zewaca temenê di zarokatî de û îstismara zayendî bi hev re girêdayîne. Tevî van neheqîna deng û rengê jinê di nav çarşefa reş de tê fetisandin. Bi vî rengî jina herî baş li gor pergala dewleta xwedî zihniyeta baviksalar jina herî baş a ku dengê xwe dernaxe ye. Çimkî dewlet dizane ku jin xwedî hêzek mezin e ger serî hildin wê dawî li îktidara wan a yekperest bê. Loma her dem zarok û jin ji aliyê pergalên kapîtalist û yekperest tên perçiqandin û hedefgirtin. Loma zewacên di temenê zarokatî de zêde dibe ku jin tenê zaroka bînin û hepsî nava çar dîwaran bên kirin.    Zîhniyeta ku her dem zarok û jinan dikin qurbanên xwe jinê her dem dikin amûra kirîn û firotinê û tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Gelek caran ji ber zextên malbatê jî zewaca zarokatî asta wê bilind dibe. Ji ber ku zarok ne di temenê ku biryarê bide de ye loma bi kalên 70-80 salî jî tên zewicandin. Ka zarokekê çawa bi kalê 70-80 bizewice?   Mixabin li gelek welatan rêjeya zewaca di temenê zarokatî de her ku diçe zêde dibe. Divê bi taybet em jin û dawiyê hemû gelên cîhanê li dijî vê yekê bisekinin û rê nedin ku pirsgirêkên mezin tevî vê zewaca di temene zarokatî de, derkevin holê.