Berxwedana Gelê Kurd a Bêhempa 2018-06-13 09:04:40   "Em wekî gelê Kurd divê zû zû teslîmî zihniyetên faşîst nebin. Divê em wekî gelê Kurd ji hemû lîstikên hêzên navneteweyî haydar bin û di bin sîwana yekîtiyê de nasnameya xwe û axa xwe biparêzin."   Sorgul Şêxo    Hêzên QSD'ê ku pêşengtiya wê ji aliyê YPJ/YPG'ê dihat kirin li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ya cîhanê nikaribû serî pê derxista, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê tevî vê serkeftina QSD'ê Hêzên wekî Amerika, Rûsya, Îran tenê ji bo berjewendiyên xwe tev geriyan û piştgirî dan dagirkirina Efrînê. Dema ku mijar dibe Kurd hemû hêz dibin yek û tenê li ser berjewendiyên xwe tîr dibin.    Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li tevahî Bakurê Sûriyeyê gelek destkeftinên bi nirx bi destxistin û gelê wir ji bin fîstanê tarîtiyê derxist. Lê hêzên hegemon ev yek ji xwe re wekî tehdît dîtin û êrîşî destkeftiyên gelê Kurd kirin. Bi alîkariya Rûsya, Amerîka û Îranê Tirkiyeyê êrîşî Efrînê û destkeftiyên gelê Kurd kir û temenê DAÎŞ'ê dirêj kir. Şervanên YPJ/YPG'ê û gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe dan û mohra xwe li serkeftinek dîrokî xistin. Bi têkoşîna Efrînê şervanên YPJ/YPG'ê rûpelek nû di dîrokê de vekir. Gelên Efrînê niha li Kampên Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Gelê Kurd bi hêza xwe bawer e loma serî netewand.    Hêzên navneteweyî ji ber ku ne mirovan tenê berjewendiyên xwe yên kesayetî difikirin destûr dan ku Tirkiye êrîşî Efrînê bikin û niha jî ji bo Minbica ku şervanên Kurd li wir xwîna xwe rijand dê li hev bikin. Armanca Erdogan ew e ku imparatoriya Osmaniyan dîsa ava bike û li çar parçeyên Kurdistanê gel qir bike.    Di vê pêvajoyê de yekîtiya Kurdan girîng e   Di van demên pir zehmet de divê ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û hemû deverî yekîtiya xwe ava bikin. Divê li Başûrê Kurdistanê jî yekîtî pêk were û em nebin maşeya dagirkeran. Em wekî gelê Kurd divê zû zû teslîmî zihniyetên faşîst nebin. Divê em wekî gelê Kurd ji hemû lîstikên hêzên navneteweyî haydar bin û di bin sîwana yekîtiyê de nasnameya xwe û axa xwe biparêzin.    Jinên Kurd di her qadên jiyanê de berxwedanên bê hempa bi dest xistine. Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û gelek jinên Kurd ên din ên leheng ji bo têkoşîna niha bûne feyz. Divê em li ser şopa wan têkoşîna xwe mezintir bikin û serî netewînin.