Tifaqa ku serî bi kaosan dernexist biryara hilbijartina pêşwext da 2018-06-09 09:03:22   Berçem Cûdî   Hilbijartina pêşwext ku bi biryara tifaqa AKP-MHP'ê  wê di 24'ê Hezîranê de pêk were, xwe dispêre kaos, aloziya siyasî, aborî û dîplomatîk. Tifaqa ku serî bi kaosan dernexist biryara hilbijartina pêşwext da. Heger tifaqa AKP-MHP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi ser bikeve, ew ê pergala xwe ya olperest û zayendperst mayinde bike. Heger têkoşîna demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li ser esasê parastina mafê jinê û wekheviyê hatiye avakirin, bi ser bikeve wê guhertinek gelek girîng di dîroka Tirkiyeyê de çê bibe. Bi taybet jî dê ji bo jinan guhertinek girîng çê bibe.    Divê hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn vê yekê bînin pêş çavan û ji bo siberojek azad û aştîxwaz têbikoşin. Bi taybet jî jin divê li dijî pergala yekperest ku jinê di nava çar dîwaran de dîl digire, berxwe bide. Sîstema yekperest jinê ji mafên wê yên rewa bêpar dihêle. Pergala ku li ser yek ol, yek al, yek ziman, yek netew hatiye avakirin, jiyanê li jinê û li gelên cuda dike zindan. Hişmendiya DAÎŞ'ê jî ji vê yekê re xizmetê dike. Çeteyên ku bi saya têkoşîna şervanê Kurd ji Minbic, Tebqa û Reqayê têk çûn niha li Efrînê bi saya alîkariya Tirkiyeyê dîsa êrîşî mafên gel û jinê dikin. Ev rengên êrîşan rûyê rast ê dewleta tirk ji hemû cîhanê da nîşandayin. Di nava van êrîşana de herî zêde jin bi bandor bûn. Jin di nava çarşefa reş de hatin pêçandin û ji azadiyê dûr hatin xistin. Li ser navê namûsê azadî û kesayeta jinê dîl hat girtin. Loma ji bo azadiya jinê hilbijartinên 24'ê Hezîranê gelek girîng e. Divê jin dema ku biçin ser sindoqan azadiya xwe ya ku dîl hatiye girtin bînin pêş çavên xwe.    Serkeftina HDP'ê vejîna azadî û jiyanê ye   Ji bo Tayyip Erdogan û pergala ku ava kiriye û mirovan dîl digire, têk biçe divê HDP bi ser bikeve. Bi serkeftina HDP'ê dê vejîna dîroka azadiya jinê dest pê bike. Serkeftina HDP'ê vejîna azadî û jiyanê ye. Loma divê hemû jin dengên xwe bidin HDP'ê. Divê jin vê pêvajoyê baş analîz bikin. Divê hemû jin bi yek îradeyê, yek dengî û yek hêzê serî hildin û bêjin 'Êdî bese ji koletî û bindestiyê re' û bi vê yekê jî divê jin pêşî li desthilatdariyê bigrin û têkoşîna azadiyê bidin destpêkirin. Hemû jinên ku li Tirkiyeyê dijîn bi vê şêwazê têbikoşin dê teqez bi ser bikevin û pergala yekzilamiyê hilweşînin.