Roja Dayikan, bikarhênerî û keda nayê dîtin! 2018-05-10 09:01:02   Guler Can   Em wek jin û dayik li dijî rolên ku jinan dike kole û mal, derdikevin û em dixwazin bi zarokên xwe re bi awayekî mirovane bijîn û em dixwazin ku em di cîhaneke ku keda me tê dîtin de bijîn. Di roja dayikan de diyariya herî watedar wê ev be.   Bi roja dayika re bi reklam, afîş û bernameyan rolên zayenda civakî ji nû ve tên avakirin û têkiliya dayik û zarokê tînin rewşa alava bazarê. Di vê pergala zîhniyeta ku jinê hepsî malê dike de bermaberê keda jinê jî tuneye.   Dema Roja Dayikan nêz dibe, tişta di hişê mirovan de bi cih dibe; jin wek muşteriya herî mezin a kapîtalîzmê ye û alavek çawa ya bikarhêneriyê ye tîne hişê mirovan. Her wiha bi awayekî herî vekirî nîşan dide ku alava zîhniyeta mêr e. Li ser nirxa dayikbûn, başî û fedakariya dayikê rolê zayenda civakî ji nû ve tên hilbijartin. Di televîzyon, radyo, broşur, vîtrîn û afîşan de  pîroziya jinê bi diyariyekê  tê tacîdarkirin. Bi salane di nav diyariyên tên kirî de alavên malê hene.    Reklam, bername, rêzefîlm… jin her tim li malê, li mutbexê ye   Jinên ku seranserê salê di reklaman de birîqîna qedehên wan ji aliyê xwesuyan ve tê testkirin, jinên firaqan dişon, taştê amade dikin...  Her wiha di bernameyên nav rojê de bernameyên weke ‘mala bûkê’, ‘bûka min di mutbexê de ye’ û bi van bernameyan zewac tê pîrozkirin. Her wiha bi rêze fîlmên weke ‘Yenî Gelîn’, ‘Îstanbullu Gelîn’ jî zayenperestiyê radixînin pêş çavan.   Jin gelek caran tenê kesa xizmetê dike ye   Di serdema modernîte ya ku hemû têkilî veguherîne mulkiyetê,  têkiliya bi zarokên me re jî kirine alava bazarê. Gelek caran mulkiyet jî ji bo jinan pir zêde tê dîtin.  Zarok berdewamiya tova bavê, jin jî tenê kesa xizmetê dike ye.  24 saetan bi lênerîna malê berpirs e.  Jin mulka her kesî ye û tu tiştê wê tuneye. Beramberê keda wê tuneye.     Dayiktî, jinê di qada aborî civakî û her qadên din de tengezar dike û vê carê jî di bin navê pîrozhiyê de  derdixe pêşberî jinê. Ev rol, yekane tişta girîn a di jiyanê bike, tê ferzkirin û  jinê ji qada xebatê û kolanê bêpar dihêle. Lê ev ‘pîrozî’ heta ku jin ji malê derkeve derve didome. Dema jinê lingê xwe avêt derve vê carê dibêjin ‘bêahlaq’.  Zîhniyeta ku dibêje ‘jin ducanî nikare li kolanê bigere’ xwe bi awayekî aşkera derdixe holê, tehemula wan ji jinê re namîne. Li xwezaya ku hemû zindî çêlekên xwe dimijînin, jin anîne asta şermokiyê.Hemû rolên ku li jinê hatiye barkirin, carna xwe bi pirsa ‘ez dayikek ne baş im’ lêpirsîn jî dike.    Em wek jin û dayik li dijî rolên ku jinan dike kole û mal, derdikevin û em dixwazin bi zarokên xwe re bi awayekî mirovane bijîn û em dixwazin ku em di cîhaneke ku keda me tê dîtin de bijîn. Di roja dayikan de diyariya herî watedar wê ev be.