Netewa Demokratîk û aborî 2018-04-19 09:01:03   "Hêjayî gotinê ye ku heta niha gelek caran di pergala desthilatdar de mirov ji bo berjewendiyên serdestan hatine kuştin û birçî hatine hiştin. Loma jî li hemberî vê pergalê niha pergala komînal ketiye rojeva me. Jin li Rojavayê Kurdistanê bi rêya gelek komînan û koperatîfan modela aboriya komînal ava dike û dibe mînaka destpêkê."     Şêrîn Zêreva   Aboriya ku di destpêk a dîrokê de di destên jinê de bû û jinê bi rêve dibir îro ji aliyê kapîtalîzmê ve tê birêvebirin. Ji ber ku aborî ji aliyê kapîtalîzmê ve hat birêvebirin civak jî her dem ji mafê xwe bêpar ma û birçî hat hiştin û xizanî gihaşt radeya herî mezin. Li hemberî aboriya kapîtalîstan niha aboriya komînal dikeve rojevê û vê yekê jî jin ava dike.   'Aborî li gor pêdiviyên civakê tê biteşekirin'   Ji bo pênaseya aboriya civakî were nasîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5'emîn de li ser vê mijarê gelekî sekiniye û têgeha aboriyê careke din şîrove kiriye û dibêje: "Divê di derbarê mijara aboriyê de tarîfek hevbeş di navbera mirovan de hebe. Ji ber ku yek ji tiştên herî girîng aborî ye. Lîberalîzma  ku aboriyê  ji civakê re şîrove dike bêsûd e. Her wiha ne wekhevî di nav de heye û beşê ku negirêdayî aboriyê jî be ji bo berjewendiyên xwe bi aborîyê ve didin girêdan. Lê belê em dikarin aboriyê bi rengekî baş bidin nasîn û şîrove bikin. Em dikarin aboriyê wekî pêdiviyek hevpar bidin nasîn, mirov di navbera xwe de danûstendinê dikin, ger ku tiştekî li cem mirovekî zêde be dide mirovên din. Lê kapîtalîzm vê yekê her dem berovajî dike û ev yek jî civakê xirab dike û dûrî demokrasiyê dixîne. Dewletên neteweyî yên serdest aboriyê birêve dibin. Ev yek hin têgehan li aboriyê bar dike û wê bê wate dihêle. Bi vî rengî jî bazar dikevin bin desthilatdariyê. Li vir jî tu caran bi tenê bi berjewendiyên xwe difikirin û ne xema wan e. Berjewendiyên gel ev çalakî jî bi aboriya desthilatdar tê binavkirin."   'Dewletên kapîtalîst ji bo xwe aboriyê ava dikin'   Dewletên kapîtalîst her dem aboriya cîhanê li gor berjewendiyên xwe bi teşe dikin. Rêveberiya aboriyê her dem di bin desthilatdariya dewletên kapîtalîst de ye. Ev jî dibe sedem ku kapîtalîzm bi ber nebaşiyê ve biçe. Dema ku kapîtalîzm bi ber nebaşiyê ve diçe wê demê jî gel bê kar dimîne û nikare pêwistiyên xwe bi cî bîne. Dewletên serdest ên ku aboriya cîhanê bi rêve dibin butçeyek mezin ji bo şer û leşkeriyê vediqetînin. Divê em desthilatdariyek wiha ji bo xwe mînak negirin.    Kapîtalîstên xwedî hişmendiya baviksalarî aboriyê ji nû de ava dike   Her wiha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişmendiya baviksalarî û kapîtalîzmê wiha şîrove dike:"Ji bo hêzên kapîtalîst aboriyê têxin binê kontrola xwe her dem hişmendiya baviksalarî bi kar anîne. Bi vî rengî berjewendiyên xwe diparêzin. Lê Kral Marks li dijî vê yekê her dem nerazîbûna xwe nîşan daye."   Hêjayê gotinê ye ku heta niha gelek caran di pergala desthilatdar de mirov ji bo berjewendiyên serdestan hatine kuştin û birçî hatine hiştin. Loma jî li hemberî vê pergalê niha pergala komînal ketiye rojeva me. Jin li Rojavayê Kurdistanê bi rêya gelek komînan û koperatîfan modela aboriya komînal ava dike û dibe mînaka destpêkê.