Hêza çand û dîroka gelê Kurd a li Efrînê derket ser rûyê erdê 2018-03-23 09:01:30   "Cîhana ku bazariyê li ser can û axa me dike, xwestin ku şopa jiyana bi hezar salan bidin jibîrkirin. Xwestin ku li gor berjewendiyên xwe yên qirêj jiyana me bi teşe  bikin. Lê hêz û kevnariya dîroka me dê destûrê nede vê yekê"   Hevî Botan   Di welatê xwe de me weke Kurd û jin gelek zor û zehmetî kişand. Lê ligel hemû zordestiyan bi têkoşîna xwe ya bêhempa me xwest ku em rastiya kurdan û Kurdistanê bi cîhanê bidin qebûlkirin. Ji ber ku cîhan li ser berjewendiyan hatiye avakirin gelek kes naxwazin vê rastiyê bibînin û qebûl bikin loma car caran ev yek mîna ku tu di nava deryayek bê dawî de li gulekê bigerî ye.    Ji ber ku cîhan li ser berjewendiyan ava bûye, mixabin li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê jî bêdengiya cîhanê wekî rûreşiyek mezin di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin. Ji ber bêdengî û esasgirtina berjewendiyên kesayetî yê cîhanê, kolanên Efrînê bi xwîna zarokan xemilî. Kezeba dayikên welatê min ji xeman reş bû. Êdî di kolanên Efrînê de li şûna lîstikên zarokan ceng û kuştin diqewimîn. Zarokên ku hîn bêhna şîrê dayika wan ji devê wan dihat, bi teknolojiya "modern" hatin kuştin.   Cîhana ku bazariyê li ser can û axa me dike, xwestin ku şopa jiyana bi hezar salan bidin jibîrkirin. Xwestin ku li gor berjewendiyên xwe yên qirêj jiyana me bi teşe  bikin. Lê hêz û kevnariya dîroka me dê destûrê nede vê yekê.    Li welatê min xeyalên zarokan tên qurmiçandin!   Wekî her zarokê li ser rûyê cîhanê xeyalên zarokê Kurd jî hene. Lê tu divê qey hemû cîhan bûye yek û dixwaze xeyalên zarokên Kurd bifetisîne.  Xeyalên zarokên me ne erzan in, lê bi erzanî  tên firotin! Li Efrînê hemû cîhan bû yek û xwestin ku xeyal ên zarokên Kurd bi erzanî bifiroşin. Lê xeyalên zarokên Kurd pîroz e loma gelê Kurd ji bo xeyal ên zarokên xwe biparêzin dê her dem di nava hewldanekê de bin.   Hêzên ku tenê berjewendiya xwe difirikirin û dixwazin li welatê me xeyalê zarokên me biqurmiçînin bila baş bizanibin ku hêvî û vîna gelê Kurd qansî vîna Hesinkar Kawa bi hêz e. Yên ku peykerê Hesinkar Kawa hilweşandin ji bawerî û vîna gelê Kurd tirsiyan. Em ê heta dawî bi sekin û dîroka xwe ya giranbiha xeyalên zarokên xwe biparêzin.