Şerê li dijî ronahî, jiyan û başiyê hatiye destpêkirin… 2018-03-15 09:14:05   “Dêrsîm, Koçgirî, Zîlan, Agirî û gelekên din. Mirin, komkujî, rondik, hêrs û tolgirtin li vê erdngîhariyê tu car neqedya. Xwedayên taritiyê li panteonên xwe runiştine, li dijî ronahî, jiyan û başiyê şer  dane destpêkirin. Li Rojhilata Navîn mirin li her derê ye.”   Awesta Xabur   Taritî û Ronahî, jiyan û mirin, başî û xerabî, wijdan û bêwijdanî, ahlaq û bêahlaqî… Em êdî pir van gotinan dibihîzin. Gelo berê jî me wisa dibihîst, ez her tim vê difikirim. Qet bawer nakim. Belê em zarokên ku kesên komkujiyî jiyan e. Lorîkên pîrên me hestiyar û xemgîn bûn.   Dêrsîm, Koçgirî, Zîlan, Agirî û gelekên din. Mirin, komkujî, rondik, hêrs û tolgirtin li vê erdngîhariyê tu car neqedya.Xwedayên taritiyê li panteonên xwe runiştine, li dijî ronahî, jiyan û başiyê şer dane destpêkirin. Li Rojhilata Navîn mirin li her derê ye. Îro ji her carê zêdetir bêhna xwîn û zilmê ji Rojhilata Navîn tê. Xweda di panteonunên ava kirine şeraba xwînî vedixwin û hesabê ku sibê xwîna kîjan zarok an jî kîjan jinê bixwin dikin.   Lêpirsîna mirov, wijdan û ahlaq   Dema axa bi berket a Mezopotamyayê, zeytun, çiya,kevir, çûk û dîroka wê tê bombebarankirin , mirov nikare wisa bisekine. Bêguman mirov difikire ku kî talîmata bombebarankirina ava vexwarinê dide. Kîjan wijdan bi hejmara kesên dikujin pesnê xwe dide. Kîjan kesên xwedî exlaq li dijî bedenên parçekirî yên zarokan dibêje ‘di xwîna me de kuştina sîvîlan tune ye’.  Kîjan mirov, kîjan wijdan û kîjan ahlaq….   Yên bê kok bê nasname ne   Ahlaq, ev têgeh bi kesî nakeve ne wisa? Kesê  bi ahlaq, civaka bi ahlaq, mirovê bi ahlaq… Ahlaq bi kesên berxwedêr re heye. Ahlaq bi kesên ku didin jiyandin re heye. Ahlaq bi kesê/a difikire re heye. Ahlaq bi kesên xwedî wijdan re heye. Ahlaq bi kesên ku kûrahiya dîrokê de djî re heye. Yên bê kok, nirxa, ax, kevir, çûk, dar û mirovan nizanin.  Bê kokî bê nasnamebûn e. Ji ber vê yekê ye ku êrîşî nasnameyan dikin.   Wê sefer hebe lê serkeftin tune    Kurd kaşîfên Mezopotamyayê ne. Kurd her derê Kurdistanê baş dizanin.  Ji bo vê Kurd dibêjin: “Ji bo Kurdistanê sefer dibe lê serkeftin nabe.” Ji ber vê ye ku li ser vê axa qedîm şer tu car kêm nabe. Halepçe, Qamişlo, Gazî, Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Sîlopî…   Em hinek bifikirin û ji bo xwe durust bin.  Li Bakur li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê berxwedana mezin hat jiyîn û kîjan kurd bi vê serbilind nebû? Em hinek durust bin û bifikriin me kê li hemberî şewitandina welatiyan şerm nekir.   Kîjan Kurdê bi rumet, li dijî cenazeyê Dayika Taybet ya 7 rojan li kolanê ma şerm nekir.   We xwe kir şûna dayika Cemîla 10 salî?   Em hemû jiyan, em dijîn   Li Efrinê berxwedan ket roja 55’an û heta niha 35 jê zarok 29 jê jin 232 sivîl hatin qetilkirin û 668 sivîl birîndar bûn.  Rêbazên hiqûqî yên ji bo hemû cîhanê derbasdar in ji bo kurdan ker, lal, kor dibin.  Di kîjan şerî de li nexweşxaneyê li sivîlan tê xistin. Di kîjan şerî de ambulans hedef tên girtin. Di kîjan şerî de…   Li dijî kesên ji kurdan re mirinê rewa dibînin roja tevgerê ye. Em jî  ger ku kor, lal û ker bin em ê tune bibin. Em ê bibin kole û kesên bê kok. Em ê li dijî dîrokê gunehkar bin.  Roj ne roja tirsê ye, roj ne roja xwe xwe vekişandinê ye. Roj roja berxwedanê ye.