Di berxwedana serdemê de xeleka duyem 2018-03-09 09:15:16       “Jinên Efrînê yên hêjayî berxwedana serdemê li ser axa xwe li dijî mêtîngeriyê têdikoşin, ji Rojhilata Navîn bigirin heta welatên cuda yên cîhanê, ji aliyê jinan ve bi yek dil, yek bedenî piştgiriyê digirin.”    Sînem Adali    Êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li hemberî Efrînê didomin û berxwedana serdemê ya li dijî êrîşan jî bê navber didome. Berxwedan ev du mehe didome û piştevanên herî mezin ên berxwedanê jî mertalên zindî ne. Ev dîmenên ku bi hezaran kes bedena xwe ji bo Efrînê dikin mertal, bi heybet in. Jinên Efrînê yên hêjayî berxwedana serdemê li ser axa xwe li dijî mêtîngeriyê têdikoşin, ji Rojhilata Navîn bigirin heta welatên cuda yên cîhanê, ji aliyê jinan ve bi yek dil, yek bedenî piştgiriyê digirin.    Jin dîrokê dinivîsin    Ji hefteya ewil a berxwedana Efrînê heta niha çalakiyan bi girseyî dest pêkirin û çalakî di 5’ê Adarê de ketin astek nû. Kesên heta niha ji bo piştgiriyê çûn serdanê, diyar kirin ku wan çalakiya mertalên zindî dane destpêkirin. Bi banga Kongreya Star re bi dirûşmeya ‘Hezar jin di berxwedana Efrînê de ne’ jin ketin rê û ev meşa wan bi qasî ku dîrokî bû, bi hêviye jî.    Berxwedana Efrînê û bi hezaarn jin    Du roj derbas nebû, tevlîbûnên nû çêbûn. Dema koma duyem derket rê, hejmara wan zêde bû û bûn wek artêşekê. Di vê komê de jî 2 hezar û 500 kes wek mertalên zindî li Efrînê hatin cem hev. Jin dibêjin ‘bi mirina me be jî emê biçin Efrînê’. Wê 2 hezar û 500 kesên din jî bikevin rê Di 11’ê Adarê de wê dîsa 2 hezar û 500 kes ji bo bibin mertalên zindî wê derkevin rê. Gelê Kurd ne biyaniyên çalakiya mertalên zindî ne, lê dijminên Kurdan biyaniyên vê ne û nizanin wê çiqas mezin bibe. QSD, YPG-YPJ û gelê Efrînê vê çalakiyê diaxive û slav dike. Gel li dora vê çalakiyê dibe xelek. Yek ji van jinên di çalakiyê de cih digire jina Fîlîstînî Suat Ebdurrahman e.