Gelo AKP’ê bi SADAT’ê re artêşek nû ava kiriye? 2018-02-25 10:24:14   "Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde hikûmeta AKP’ê ji bo çeteyên paramîlîter xurt bike li qilifê ‘qanûnî’ geriya û bi avabûnên wekê SADAT’ê re polîtîkayên şer kûr kir û destkeftiyên gelê kurd hedef digire."    Ronya Dogan   Destilatdariya AKP’ê bi taybet bi hewldana darbeyê re krîza ‘birêvenebirinê’ ya êdî nayê veşartinê, li hemberî hemû kesî şer da destpêkirin û hewl dide kamufle bike. Di vê çarçoveyê de bi zext, binçavkirin û girtinan re dîsa di heman demê de bi polîtîkayên înkar û îmhayê xwest civakê bit eşe bike. Şîrketa ‘konragerîla’ ya di bin navê ‘Şîrketa Anonîm a Bazirganî û Sanayî ya Înşatê ya Şêwirmendiya Parastina Navneteweyî’ (SADAT) de di 28’ê Sibata 2012’an de ji aliyê 23 serbaz û berbazên girêdayê Daîreya Harbê ya Taybet ya tirk ya di bin serokatiya generalên bi navê Korkmaz Tagma û Adnan Tanriverdî yên li Kurdistanê bi komkujiyên pêk anîn tê nasîn ve hat avakirin. 64 serbez û bergazî jî piştgirî da damezrandinê. SADAT ya saziyek şer a taybet û kontragerîla bû, wê demê bi talîmata Erdogan ve hat fînansekirin. Navenda şîrketê li Beylîkduzu a Stenbolê ye. Mîsyona sereke ya şîrketê ji bo avabûnên wek DAIŞ’ê perwerda kontragerîla bidin wan û her cureyê bikaranîna çekan fêrkirin û operasyonên leşkerî kordînekirine.   SADAT di dewrê de ye   SADAT yekem car di 2015’an de di operasyona li Licê ya li dijî HPG’ê de navê xwe da bihistin û piştre jî li qadên rêveberiyên xser di bin navê ‘tîmên taybet’ de ji bo suîkast û Înfazê pêk bînin derketin sahneyê. SADAT yekem car ji aliyê hevseroka DBP’ê ya berê hat rojevê û SADAT’ê li Licê di binçavkirina 34 gundiyî û bi tehdîda şewitandina gundiyan rola aktîf lîst.    Yekineyek taybet-Esedullah   Piştî îlankirina rêveberiyên xweser, û qedexeya li Sûr, Bismil û Farqîna Amedê hat îlankirin de ‘Tîma Esedullah’ derket holê û vê jî pirsa li herêmê rêxistinek JÎTEM’ê ya nû hatiye rojevê? anî hişê mirovan. Di dema operasyonê de di çapemeniyê de di bin dirûşmeyên wekê ‘Hunê hêza Tirk bibînin’, ‘Xwîna me birêje jî serkeftin a îslamê ye’ Îmzeyên ‘Tîma Esadullah’ hatin serwîskirin. Gelê Kurd wê demê diyar kir ku kesên tevlî operasyonan bûne di alî dîtbarî de wek DAIŞ’ê ne û bi Erebî û Azerî diaxvin. Her wiha gotin bi tekbîran îşkence li gel kirine.    Endamên taybet digihînin   Di SADAT’ê de ku endamên TSK’ê yên berê jî peywirê digirin di bin bana artêşê de ‘Dibistana Meskûn Mahal a Muharebê’ hat vekirin û endamên taybet hatin gîhiştin. Di dibistanên şer yên TSK’ê vekirin de perwerda taybet dihat dayîn. Dîsa çete jî di mijarên îstîxbarat û xistina mirovan de perwerda taybet dîtin.   Bi SADAT’ê re destkeftiyên kurdan tên hedef girtin   Tayyîp Erdogan yê li Sûriyeyê bi DAIŞ, El Nusra û OSO’yê re di pêşîgirtina destkeftiyên kurd de têk çû, li Bakûr jî bi SADAT’ê re giranî da polîtîkayên dij kurd. Dîsa piştî darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde ji bo SADAT’ê piştgirî zêde bû.