Ji bo 19 saliya min name… 2018-01-13 09:12:25   “Tu yê bikevî, wê dev û pozê te bişkê an jî kesên bixwazin dev û pozê te bişikînin wê hebin. Destê xwişka xwe bigire, hûn ê bikaribin bi hev re rabin.”     Ayşegul Tozeren   Helbestvanekî mêr, ji bo helbestê diyar kiribû ku temenê 19 dereng e. Min ferq kir ku di 19 saliya xwe de min dest bi nivîsandinê kiriye û min got  ‘ez çima ji bo jinên wek min dereng dest bi nivîsê kirine’, nameyekê nanivîsim…   Min ev name di kolanek bêdem de dema dimeşiyam, nivîsî. Min got rojek wenda bibim bila li pey min tiştek hebe…   Di gavên bavê xwe de nemeşe. Ew wê di seranserê jiyana te de bêdeng nemîne û guhdar neke. Mînak, her tim ji min re dibêje, dest ji vê şerma çînê berde. Di her hezkiriyê min de li pêş min disekine.  Ez nikarim bavê xwe, bavên me bêdeng bikim lê ez di rêya wan de jî naçim.   Di rêya dayika xwe de jî neçin…   Dema dest bi xwendinê hat kirin, bi tesadufan bawer bikin… ya pirtûkên çop derdikevin pêşber yan jî.. pirtûka Oguz Atay ya ‘Lîstikên Xetere’ û pirtûka Tezer Ozlu ya ‘Rêwiya Jiyanê’ derketibû. Ez bi şans bû, evqas jî bê şans bûm.   Dikarî ziman ji rê derxînî, binivîse.   Kuleyên çavdêriyê hilweşîne, sansurvanê xwe di bin kavilê de bihêle, binivîse. Rastî suîkasta sukutê bê jî binivîse.   Bila sindoqek te, konekê te yê oksîjenê û çîrokek te hebe. Kengî gotin ‘Dema jin binivîse tiştek nabe, tu wek mirov dinivîsî’ bikene derbas be.   Lê, feqet paqij bike. Tu dikarî biafirînî, binivîsî.   Yên ji te re dibêje bixwîne û binivîse, asfaltvanên wêjeyê ne. Rêya xwe bibîne û binivîse. Hezkiriyekî te yê wêjevan an jî helbestkar wê hebe. Lê destûrê nede bila nebe bavê te.   Mêrên serdestiya mêr rexne dikin jî hevkarên sûc in, ji bîr neke.   Mêr dikevin şerê desthilatdariyê, tu dikarî texta wan bixînî. Binivîse.   Tu yê bikevî, wê dev û pozê te bişkê an jî kesên bixwazin dev û pozê te bişikînin wê hebin. Destê xwişka xwe bigire, hûn ê bikaribin bi hev re rabin.