Keziyên ji bêhna rîhanên keskeyî 2017-12-24 09:02:32     Roza Metîna   Bayê hişkesayiyek ku ji bêhna xwînê hestên sorgewez li xwe lefandibû, bi awazên zîzane gef li dilê xeyalên bendewar dixist. Nedihişt stêrk biçirûse û ronahiya xwe bide pitikên (bebek) ku di zikê dayika xwe de kajîn û qêrînên bêdeng dinisilandin.    Şev û roj bi bagerên talanker li ser sînga awirên hêvîxwaz rûdinişt û nefelên çarpel di dilê mînareyekê de diçilmisandin. Guleyek jî dibû tîrên ji giregira brûskek hovane û xwe li cênîka Hêlîna dozdeh salî asê dikir. Xewn, jiyan û axîna ji kezebê bi ber nepenê çemekî ve dûr û kûr diherikîn. Bi ber nediyarbûnekê ve hezkirinên jibîrkirî…   Û di nav vê hişkesayiyê de, di bin dengên tanq û topan de dayikek ku keziyên wê ji bêhna rihanên keskeyî (Dayika Taybet) ji bo sîtema li ser qefsînga dilê xwe aş bike û gazinê xwe eşkere bike, ji mala xwe derdikeve û xwe diavêje bextê cîrana xwe. Bi rihekî pak û bedew li deriyê cîrana xwe Xezalê dixe. Cîrana wê derî lê vedike. Û bi sekneke ku hêza xwe ji şaristaniya Mezra Botanê digire dibêje:   -Tu bi xêr hatî.   Dayika ku keziyê wê ji bêhna rihanên keskeyî (Dayika Taybet) jî dibêje:   - Di nav xêrê de be.    Hevdu bi hesreteke nûgihaştî û bextewar hembêz dikin. Di wê kêliyê de çavên Dayika Taybet bi zarokeke xwînşêrîn û delal dikeve. Destên wê bi dawa dayika wê vekirî û bi nêrîneke şermokî mêze dike. Dayika Taybet wê jî radihêle û bi dilekî geş maç dike. Ew şêrîna li ber dilê dayika xwe ya Xezalê, Arya Helbest bû.    Dayika Taybet û Xezalê bi bêhnkişandineke xemgîn rûdinên û di bin sîwana nalînên têrtarî de qederekê diponijin. Di wê kêliyê de dengekî pir mezin tê. Arya Helbest bi xofa wî dengî vediciniqe û ji tirsa hêsirên çavên wê wekî Newala Qesabayê diherikin. Dayika Taybet Arya Helbestê dixe hembêza xwe û hewl dide ku di bin sîwana nalînên têrtarî de wê aş bike.    -Negirî ! Berxika çiyayên sorgulî. Ku li asîmana û bi rengên têkoşînî diteyisin.    Arya Helbestê bi dilekî sincirî û xofgirtî wan awirên hinekirî hembêz kir. Dayika Taybet bi rûyekî bihuştreng ku ji livbaziya ciwanên şoreşheziyê re dibû feyzeke efsûnî, ji Arya helbestê re sewal kir:   -Ez ji te re hinek civanok bibêjim, delalokê?   Delaloka li ber dila bi baleke fediyok serê xwe hejand û got:    -Erê.   Dayika Taybet hinek civanokên ku bi kilê, çavên dayika hatibûn neqişandin wisa li dû hev rêz kir:    -Ez zarok im heba nok im ku bihar tê xalxalok im. -Deşt û banî çem û kanî gindor geriya li ser xanî. -Ez zarok im delalok im şêrîn şêrîn şêrînok im…   Delaloka li ber dila di hembêza ewle de mest bûbû û çavên wê diçûn ser hev.  Dayika Taybet bi dilekî nerm û giranbiha li çavên Arya Helbestê nihêrt û jê sewal kir:   -Ez berdewam bikim, Adarokê? Arya Helbest bi mestawirên ku bi rengê kulîlkên botanî hatibûn xemilandin wisa got:   -Erê. Dayika Taybet berdewam kir û got:   -Baxçê gula kezyê mila Kurdî xweş e li ber dila…   Arya Helbest bi wan civanokên ji şekir şêrîntir ket nav xendankeke rind û şadrewan.    Dayika Arya Helbestê piştî ku ew raza hêsir ji çavên wê yên mest û melûl hat xwarê. Hinekî nihurî û behsa bûyerên ku bi awayekî kavilane li ser wan diqewimîn kir. Pir di bin bandora lorîkên dayika ku  li Cizîrê ji bo termê zara wê bêhn nede di sarincê de bi rojan sitirandibû, mabû.   Xezalê nihurand û wisa got:   -Erê bi sala ye ku vê zilm û zordariyê li ber deriyê me sîwana xwe vegirtiye û xwe li laşê me gerandiye. Lê baweriya min ji ciwan û şervanên dilrewan heye. Ez dizanim ew ê wekî tîrêjên hetaveke şoreşger xwe li ser dilê me li ba bikin. Û me ji vê zilmatê xelas bikin.  Dayika Taybet jî serê xwe hejand û rûyê wê hinekî mizicî. Wê jî lê zêde kir û got:   -Min jî qet bawerî û hêza xwe radestî destên dijmin nekirin. Û dilê min dê tu carî hilorîkên bêhêvîbûnê jî nebarîne. Em dûmahiya serxwebûna Leyla Qasim in. Ku tu carî wê bejna xwe li ber tarî û hovîtiya dijmin netewand û bi awaza '' Ey Reqîb'' çavên xwe ji jiyaneke dûr û kûr re girtibû.    Erê, di nav vê tarî û zilmata bê sînor de, heqîbek ronahiyê jî tovên têkoşîn û serbestiyê li ser gelê bikêferat direşand. Ev ronahî di bîbikên şervanên berxwedêr de geş û xweş dibû. Wekî awat û meferên ji bihuşteke rengîn bên xwarê. Wekî stran û newayên ji mexzena azadiyê bifirin asîmana. Wekî hesret û xwestekên ji dilgeha berbangên sibehê re bibin stargeha peşerojê. Û wekî evîn û dilînên ku ji asoyên helbestî re senfoniyek ji bala şilêrên Kurdistanî bimeyînin. Ku li hemberî deh hezaran, tanq, top û balafiran têkoşînek bêhempa li ser Sûrê Amed ê bask vedida. Heta Nisêbînê, Dêrikê, Cizîrê, Şirnexê û Silopiyayê… Ku kulmek hêvî û xelatên dayikek şîrhelal ji xwe re dikirin mebest.   Dayika Taybet hinekî din jî ponijî û êdî destûr ji Xezalê xwest ku biçe malê. Gelek pêdiviya wan hebû ku li gazinên hev guhdar bikin. Dayika Taybet Arya Helbest danî û derket.  Piştî Dayika Taybet derket şûn de dengek li ser banê Xezalê ket. Destên xwe avêt ser dilê xwe. Mist û matmayî ma. Xezalê bi xofeke ku ji reşbîniya hişkesayiyên xembar hatibe xwarê çû ber şibakê. Hema carekê de qêrînî pê ket. Bi wê qêrînê qidûmê wê şikest û çongên wê li erdê hat melisandin. Nedixwest ji çavên xwe bawer bikin.    Dayika Taybet xwediyê dilekî germ û giranbiha, li erdê şax vedabû. Xwîna germ û sor ji canê wê diherikî, ber bi şibaka ku Arya Helbestê jî li dawiya dayika xwe Xezalê sewtesar lê temaşe dikir.    Bîskek berê Arya Helbestê di hembêza dayika ku keziyên wê ji bêhna rehanên keskeyî ye xew de çûbû. Lê a niha ew hembêza ewle û germ li ser rûyê erdê rast bûbû. Ew keziyên ji bêhna rehanên keskeyî, bi xwîna sincirî xemilî bû. Êdî ew dilê germ û rewan razayî bû, di hembêza kolanên ku bi top û tanqan dihatin gulebaran kirin.    Êdî ji mexsena dilê Arya Helbestê dilopêşên tar û mar difûriya. Arya Helbesta ku qasek berê dayika wê Taybetê jê re civanokên ji şekir şêrîntir digot. Û êdî êşê bi keldûmanek hinavsotî xwe li ser rûyê herduyan jî danîbû.