Têkoşîn û Vîna Gelê Kurd 2017-11-03 10:07:58 Rebîa Êto   Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku îro bûye şoreşa hemû pêkhatiyên Bakûrê Suriyeyê, ji despêkê de û heta vê rojê bi xwe re serkeftinên dîrokî anî. Yek ji wan serkeftinên vê Şoreşê jî xweseriya gelên Rojavayê Kurdistanê ye.    Li hemberî van serkeftinan Dewleta Tirkiyeyê hemû cûreyên tundiyê li ser gelê Kurd pêk anî.  Di serî de jî di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de hewil dide ku vîn û îradeya vî gelî bixîne. Lê gelê Kurd berovajî xeyalên Erdogan kir û mînaka vê yekê jî di ragihandinan de projeya Ocelan sîstema Fedresyona Demokratîk a Bakûrê Suriyeyê bû. Weke her caran Tirk bê deng nema û vê carê jî çi ji milê siyasî, leşkerî û şerên teybet êrîşî vê sîstemê kirin da ku têk bibin. Ji ber ku hemû pêkhatiyên Bakûrê Sûriyeyê cihê xwe di vê projeyê de digirin. Vê carê Tirkiyeyê tenê gelê Kurd hedef negirt li gel vê yekê hemû pêkhatiyên kurda hedef girtin. Ya balkêş jî di vir de ew e ku di nav van pêkhatiyan de gelê Tirkmen jî heye. Erdoganê ku her di axaftinên xwe de qaşo parastina hemwelatiyên xwe dikir wiha digot:"Di Bajarê Kerkûkê de Turkmen hene ji bo vê jî divê hêzên me jî tê de cih bigirin, ev yek ji bo parastina turkmenan base." Lê berovajî vê yekê jî lîstokên Erdogan ên qirêj li Bakûrê Suriyeyê diyar dibin. Weke li Efrînê, Minbicê û Girê spî ku her roj Tirk bê navber êrîşên curbecur bikar tînin. Ev dide xuyakirin ku Erdogan her li pey berjewendiyên xwe dikeve û xema wî ne gel e. Ew tenê dirêjkirina serdema desthilatdariya xwe difikire.   Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li gelên Bakûrê Kurdistanê kir. Bi vê yekê ve girêdayî, Erdogan planên nû ava kir. Erdogan ji bo ku gelên Rojava-Bakûrê Sûriyeyê ji gelên Bakurê Kurdistanê qut bike dest bi lêkirina dîwarên şermê kir. Erdogan hizirî ku ev plana dê qutbûyînekê an jî lewaziyekê têxe nava gel. Lê dîsa jî weke her car gel ew xeyalên Erdogan û hevkarên wî vala derxistin. Gel bi girseyî daketin qadan û li dijî êrîşên Tirkiyeyê bertek û nerazîbûna xwe nîşan dan. Bi taybetî jî jinan li dijî hovîtiya Erdogan serî hilda û got na! Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re got na! Jinan di serkêşiya têkoşîn û berxwedaniya ku li Rojava-Bakûrê Sûriyeyê û Bakûrê Kurdistanê de pêk hatin de, cihên xwe girtin. Tirikiyeyê vê carê jî, jin hedef girt.Xwest ku  di şexsê jinê de gelê Kurd tûne bike. Lê dîsa jî tevahî gelên Kurdistanê da îsbat kirin ku tu kes nikare êrişî ax û rûmeta wan bike. Îro bi rêya sîstema xwe, xurtkirina hêzên xwe û berfireh kirina herêmên xwe bersiv dan Tirkiyeyê.   Loma, erka ku îro li ser milê gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd a ku  pêşenegtiya vê şoreşê dikin ew e ku heta asta herî bilind tekoşîn, îrade û vîna xwe xurt bikin. Xwe bi rêxistin bikin  û xwedî li projeya serokê xwe derkevin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo îro girêdayî berxwedana vî gelî ye û divê her yekî welatparêz xwe berpisyarê vê erkê bibîne û xwedî li axa xwe, welatê xwe û serokê xwe derkevin.