Bila li hember hişmendiya Dehakan agirê Newrozê bibe ronahî 2022-03-16 09:01:05     Jinan bi weneyên Garibeyê reng dan qadên 8'ê Adarê. Ez bawer im dê di 21'ê Adarê de jî bi wêneyên jinên peşeng qad bên xemilandin. Li Girtîgiha Gebzeyê Ayten Becet ji bo şikandina tecrîdê çalakî kir û di 23'yê Adarê de şehîd ket. Ev tê wateya ku çiqas Newroz ji bo kurdan bi wate ye û li hember Dehakan serîhildan e. Ne tenê 21'ê Adarê, jinên kurd her tim agirê Newrozê gur kirin û li ser çirûskên agir ji nû ve xwe ava kirin.   Dilbirîn Turgut   Wek em dizanin 21'ê Adarê ji gelê kurd re gelek pîroz e. Ku meriv li dîroka 21'ê Adarê meyze dike dîroka serhildanê ye. Belê Newroz hatina biharê ye, dîroka serhildana gelê bindest e, dîroka xweavakirinê ye.   Em dikarin ji aliyekî jî wiha şîrove bikin. Belê piştî zivistanê bihar tê, lê eger em li berxwe nedin û serî ji zilmê re bitewînin wê her tim zivistan be. Divê em hatina biharê bi vî rengî pîroz bikin. Newroz ji bo gelê kurd û gelan avakirina ji nû ve ye.   Ku em li dîroka 21'ê Adarê binêrin berî zayinê di 612'an de hukumdarê Asurî Dehak bi mejiyê ciwanên kurd xwe li ser piyan digire û ev zilm niha jî berdewam dike. Lê Kawayê Hesinkar bi rêxistinek xurt serî ji zilma Dehak re rakiriye û mirina ciwanan bi dawî kiriye. Kawayê Hesinkar rêxistina xwe ber bi çiya ve herikandiye. Loma em 21'ê Adarê wekî rizgarkirina gelê bindest jî digirin dest. Dîroka Newrozê min xwest bi  kurtayî binivîsim.   Em niha jî biherikin ber bi zindan ve. Îsal jî 8'ê Adarê bi pêşengiya jinên berxwedêr hat pîrozkirin û ew ê 21'ê Adarê jî bi vî rengî be. Jinên berxwedêr ên li girtîgehan jî bi rihê serhildanê 8'ê Adarê û 21'ê Adarê pêşwazî dikin.   Wek Garîbe Gezer ku li zindanê têkoşînek da û serî ji zilmê re danenî. Ev mînakên berbiçav in û jinan bi weneyên Garibeyê reng dan qadên 8'ê Adarê. Ez bawer im dê di 21'ê Adarê de jî bi wêneyên jinên peşeng qad bên xemilandin. Li Girtîgiha Gebzeyê Ayten Becet ji bo şikandina tecrîdê çalakî kir û di 23'yê Adarê de şehîd ket. Ev tê wateya ku ciqas Newroz ji bo kurdan bi wate ye û li hember Dehakan serîhildan e. Loma wek her demê 21'ê Adarê wê bi wêneyên jinên pêşeng were pîrozkirin. Ne tenê 21'ê Adarê, jinên kurd her tim agirê Newrozê gur kirin û li ser çirûskên agir ji nû ve xwe ava kirin.   Em tenê neçin dîroka kevin niha jî her sal di serî de jinên kurd û girtîyen azadiyê bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin û peyama xwe didin xwediyê hişmendiya Dehakan.   Em ê roja Newrozê li girtîgihan çawa derbas dibe binivîsin; Ya rast em dikarin bêjin hertim ji bo girtiyên azadiyê dîwarên zindanê û deriyê hesin bê wate ne. Lê bi taybet rojên wek Newrozê hîn bêtir bi wate dimînin. Dengê miftekirina deriyan bi tilîlîyan bê wate dimîne. Bi tîrêjên rojê hemû jinên azad li hember hemû astengiyan bi cil û bergên kurdî dest bi dîlanê dikin û hemû jinên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînin. Her çiqas cil û bergên kurdî li hinek zindanan qedexe ye jî dîsa jî girtîyên azadiyê bi tilîlîyên xwe hemû derfetan ava dikin û li hember Dehakên zalîm serî hildidin.   Ya rast wek me got zindan ji pîrozkirina wek rojê 21'ê Adarê ne asteng e. Lê divê em jî ji bo hevalên ku li hember zilma hişmendiya Dehakan derdikevin, ji bo girtiyên azadiyê têkoşîn bikin û em sala were bi van hevalan re pîroz bikin. Ya dikeve ser milên me jî ev e.   Bila dirûşma me bibe "Bila li hember hişmendiya Dehakan agirê Newrozê bibe ronahî". Bijî 21'ê Adarê.