Jinên kurd û 8’ê Adarê... 2022-03-10 09:04:15   "Wê jin bi xweşikbûna xwe hêz û baweriya xwe azadiya xwe bi dest bixin, wê bi têkoşîn û berxwedana xwe navê xwe li vê sedsalê binivisin êdî wê bibin sembola azadiya cîhanê."   Qeder Kar   Adar, meha berxwedan, têkoşîn û serhildana gelan e. Dema em dibêjin adar keyfxweşî hezkirina mirov a li hember xwezayê tê bîra mirovan. Ji bo wê meha adarê bi her şêweyê xwe yê xweşik di nava Gelê Kurd de tê hezkirin û cihek yê xwe yê taybet heye. Ji destpêka adarê heyanî dawiya adarê hemû tijî berxwedan û têkoşîne. Destpêka adarê rihê jinên berxwedêr ku di 8'ê Adarê de dikevin qadan û dengê xwe li cîhanê belav dikin di asta herî jor deye. Dema em qala adarê dikin destpêkê roja jinan a cîhanî ango 8’ê Adarê tê bîra mirovan, jin bi her şêwazi vê rojê bi reng û dengê xwe di xemilinin.    Ya ku herî giring jî ew e ku jin vê rojê bi cil û bergên xwe yên kurdewarî di xemilinin. Çanda kurdan çandekî kevnar e, zimanê wan cil û bergên wan naşibin yê tu netewan. Me got ku 8'ê Adarê roja jina a cîhanê her netewek bi şêwazên xwe yen cuda vê rojê pîrozdikin. Jinên kurd ji vê rojê bi taybet bi cilên xwe yên kurdewarî pîroz dikin. Cudahiya jinên kurd di nava cîhanê de ew e ku bi rihê têkoşîn û berxwedana xwe vê rojê pîrozdikin. Ji ber ku jina herî serhildêr û li hemberî desthilatdariyê têkoşîn dayî meşandin jinên kurd in. Weke ku Rêbertî ji gotî ya ku şer dike azad dibe û ya azad jî dibe tê hezkirin. Ji bo wê jî jina kurd hertim hatiye hezkirin û minak hatiye girtin û ger mirov li wan meze dike mirov di nava xemil û rewşa wan de Kurdistana azad û jina azad dibine. Çawa ku Kurdistan bi xweşîktiya çiyayên xwe, deşt, ax û çemên xwe tê naskirin û em jinên kurd jî xweşiktiya wan mina bedewbûna Kurdistanê dibinin.   Dayikên ku bi salan penabertî zehmetî û hemû êş kişandin ango dayikên Wargeha Mexmûr bi hemû zori û zehmetiyan bî êşên ku kişandine xwe sipartine berxwedani û tÊkoşîna li hemberî zilmê û neheqiyê. Jinên ku herî zêde dest ji çanda xwe hebûna xwe û îradeya xwe berneda ne jinên Mexmûrê ne, ger mirov li jiyan û berxwedaniya wan temaşe dike hêz ji wan digire. Di be ku ji welat dûr ketin çêbûye lê welat hertim di nava dilê xwe de dane jiyandin. Ya ku ev pêk anî ye jî gelê wargehê û dayikên wargehê ne bi hesreta rojek wê li welat li ser axa xwe jiyna bikin û azadkirina welatê xwe jiyan dikin. Ya ku herî zêde bi me didin hiskirin dayik û zarokên wargehê ne dibe ku zarokan welatê xwe qet ne ditine lê bi hezkirin û nasandina welatê xwe mezin dibin û ber bi pêşerojê ve diçin ya ku wan li ser piyan digire û berxwedana wan mezin dike ji ev e.    Rihê wan yê herî mezine ku di nava her şert û mercan de wan digihine lutkeya serkeftinê, bi dil germiya xwe, hêz û bawerî ya xwe ji hemu civakan re dibin nimûne. Dema em qala serkeftinê dikin dayikên kurd taybet di aliyê cil û bergên xwe yên kurdewaride serkeftinek mezin bi dest xistine ji ber ku dayikên herî zêde bi çanda xwe ve girêdayi û çanda xwe winda nekirin dayikên kurd in. Di nava her cejnekî de her şahiyekide bi cilên xwe yên kurdî xemla xwe di xemilinin, dema mirov li wan meyze dike di nav xemil û rewşa wan de xweşiktiyek bê hempa dibinê. Bi her şêwazî bi mirov didin hizkirin ku cudahiyek wan ji her kesi heye. Wê jin bi xweşikbûna xwe hêz û baweriya xwe azadiya xwe bi dest bixin,  wê bi têkoşîn û berxwedana xwe navê xwe li vê sedsalê binivisin êdî wê bibin sembola azadiya cîhanê.