Li Şengalê jiyan li dora jinê ava dibe 2022-03-03 09:02:02     "Di roja me ya îro de jin, li Şengalê di hemû qadên jiyanê de cih digirin û xebat dimeşînin. Ji qadên rêveberiyê bigire, heta qadên siyasi, leşkerî û civakî de xwedî erk û berpirsyariyê ne. Li kijan qad dibe bila bibe li wê derê hişmendiya zilamê desthiladar bi ruxandinê re rûbirû dimîne û navbera jin û zilam de bêhtir têkiliyeke azad û wekhev avadibe. Jiyan li dora jinê ava dibe."    Sêvê Êzidî    Wek tê zanîn civaka me ya êzidî ji dirokê heta niha 74 fermanan re derbesbûye û her tim di nav têkoşîna man û nemanê de jiyan kiriye. Encamê ku li şuna van qetliam û fermanan mayî jiyanek koçberî, belengazî, bêkarî û ji her alive malwêranî bûye. Mirov dikare bêje ku civaka me ya êzidî tu car nav şert û mercên asayî de ne jiya ye. Pirskirêka herî esasî jî pirsgirêka xweparastinê bûye. Dema civakek ne xwedî derfetên jiyaneke biewlebe, zehmete ku, di aliyê exlaqî û siyasî de bikaribe xwe rêxistin bike.   Bêgoman eger heta niha civaka me ya êzidî maye,  girêdayî berxwedan, çand û exlaqê xwe yê civakbuyinê bûye. Ruxmê hemû êriş û fermanan jî, di nirxên civakbûnê de israr kiriye û li ber xwe daye. Wate de xwedî li exlaq û çandeke xurt ya civakbûnê ye. Lê tê xwastin ku exlaq û çanda xwe ya qedîm, bi xebatên zanistî û fikrî re bike yêk û di asta akademî û saziyên perwerde de xwe rêxistin bike.    Taybet hêzên dijber yên cîhani roja me ya îro de zanist û teknolojiya serdemê li gorî berjewendiyên xwe yên kirêt, li hember gelen bindest yên azadixwaz bi her rê û rêbazên ne exlaqî bikar tînin û dixwazin nirxên mirovahiyê yên azadî û wekheviyê ji holê rakin. Taybet serdema ku em îro têde ne, serdema kapîtalizmê ye ku dijminê heqiqeta jin, civak, xweza û dirokê ye. Ne tenê dijminahî dike, di heman wextê de bi amurên zanist û fikrî heqiqetê berovajî dike û rastiyan ji mirov û civakan vedişêre. Bi hêza zanist mirov û civak dixe bin desthiladariya xwe û dike kole.    Civakên bindest jî neçarin di aliyê zanist û fikrî de heqiqeta xwe derxin holê û hebûna xwe bi her alî de bidin xuyakirin. Ji ber ku di serdema niha de kijan civak û hêz di aliye zanist û fikrî de xwe bi hêz bike, ewqas dikare derfetên jiyaneke azad û serkeftî bi dest bixe. Lêgera însan ji bo heqîqetê tu car xilas nebûye. Dîroka mirovahiyê şahidiyê vê yêkê kiriye ku gihaştina heqîqetê bi rêya fikir û hêza watedayina çêbûye.   Dîroka rasteqinî ji me re dide xuyakirin ku heqîqeta jiyan û civakê bi jinê dest pê kiriye. Yê ku ji bo mirovahiyê rêya jiyanê keşifkiriye û mirovahiyê xistiye ser rêya heqiqetê jin e. Jin zanista jiyan, civak û xwezayê pêş xistiye û şoreşa herî mezin ya çandiniyê û gundewariyê avakiriye. Ji ber wê yêkê, yêkbûna fikir û pratîk di pêşengiya jin de dest pê kir û bû malê hemû civakê.      Di roja me ya îro de heta jin nekeve qada fikir û zanist û hebûna wê nebe mijara zanist, mirovahi yê ji heqîqetê bê par mane. Rêber Apo li ser vê esasî di sedsala 21'an de zanista jinê, jineoloji pêşxist û di qada zanist de şoreşek nû ji bo jin û civakê da avakirin.   Me jî li Şengalê bi nêrandina jineolojiyê di sala 2016'an de Akademiya Şehîd Binevş avakir û bi dehan jin di vê akademiyê de perwerde bûn. Akademî bi navê xwe ji jina berxwedêr û çeleng keça Êzidî rê heval Binevş Egal girtiye. Binevş Egal li Kurdistanê bû sembola fikir û îradeya azad a jinê. Tovên fikrê azad li Kurdistanê rijand û bi sedan jin li ser vê fikrî serî rakir û ket ser rêya têkoşina azadiyê. Akademiya Şehîd Binevş Egal de jinên Şengal ê fêrî fikir û îradeya azad dibin û xwe nasdikin. Piştî fermana 2014’an civaka me di aliyê parastin, siyasi û civakî de hewildanek mezin kiriye û xwe bi rêxistin kiriye.   Yêk ji lingên herî esasî yê xwe bi rêxistin kirinê jî xebatên perwerdê û akademiyan bû. Dewreyên akademiya Şehîd Binevş bê navber dewam dikin û salê nêzi sed jin di vê akademiyê de perwerde dibin. Di sala 2016’an û şûn de jî nêzî 400 jin ji Akademiya Şehîd Binevşê hatin perwerdekirin. Jinên ku di akademiya Şehîd Binevş de perwerde dîtine di asta rêveberiyê û pêşengiyê de di nav civakê de erk girtine û rol leyistine.    Di şexsê şagirtên Akademiya Şehîd Binevş de nêrîna berê li ser jinê heyî, wek namûs dibîne û nahêle ku jin ji malê derkeve, heta astek hatiye şikandin. Di rastiyê de namûs sînorên ku zilamê serdest ser jinê ferz kiriye. Jina ku xwe naskiri û îradeya xwe pêş xistî, van sînoran sedema koletiya xwe dibîne û qebûl nake. Jina ku bi fikir û îradeya xwe tevlî jiyanê dibe, jiyanek wekhev û azad ji bo civakê diafirêne.   Jinên tevlî dewreyên perwerdê dibin pirsgirêkên xwe îfade dikin û ji xwe bawer dikin derdikeve pêş. Di despêkê de bingeha perwerde ji bo wan gelek zehmet tê. Ji ber ku ji devreya di nava malbatê de heta niha jin di zemînên cuda û bi însanên cuda re nemane û danûsitandin nekirine. Lê piştre dikevin wê ferqê ku ji derveyî malbatê jî ji bo jinê derfetên cuda û cîhaneke cuda jî heye.   Di zemînên perwerdê de wek jin di aliyê ruh û hest de hevdu naskirin, hevdu re parvekirin û hevdu his kirin dibe sedema ku jin bikeve ferqa hebûna xwe û derbarê rastiya xwe de dil û mejiyê wê hîn bêhtir ronî û fireh bibe. Derdikeve holê ku ji derveyî zarokan tiştekî jinê bi malbatê ve bide girêdan tuneye. Jin dema ku zanabûna wê  pêşdikeve di nav rastiya malbatê de tunebuna xwe dibîne û kêm jî be li hember rastiya malbatê û jiyana ku heyî lêpirsin û lêgerinên wan pêşdikeve.   Di roja me ya îro de jin, li Şengalê hemû qadên jiyanê de cih digrin û xebat dimeşînin. Di serî de qadên rêveberiyê bigire, heta qadên siyasi, leşkerî û civakî de xwedî erk û berpirsyariyê ne. Dikare bê gotin ku kijan qadên jiyanê de jin tevlî dibe, li wê derê hişmendiya zilamê desthiladar li rastî ruxandinê tê û navbera jin û zilam de bêhtir têkiliyek azad û wekhev avadibe. Rastî jiyan, têkili û civak li dora jinê saz dibe û xwe avadike. Jina nezan bi xwe re civakê jî dixîne û jiyanek bê wate avadike. Lê jina zana û xwe naskirî bi xwe re civakeke azad û jiyanek bi wate dide avakirin.