Zimanê min kurdî ye, bedew û delal e 2022-02-21 09:03:49   Piştî salên dûrdirêj li welatekî bi hezaran km ji welatê dapîr û bapîrên min dûr, min çîroka keçajinbavê (Aschenputel ) di pirtûkên Brûder Grimm de xwend lê ya ku bandora xwe li ser hişê min î zarok çêkiribû ne Ascheputila Brûder Grimm bû vegotina çîroka Keçajinbavê ya kalikê min ê heftê salî ku berî çil salî ji min re gotibû.   Asya Xerzan   Gava meriv li grîngiya ziman difikire gelek tişt têne bîra meriv, nexasim zimanê dayikê. Niha matematîk û çend tiştên din têne bîra min. Gava dibêjî yek û yek dibînî encama yek û yek bûye dudu û gava li felsefaya xwezaya xakeke baran lê nabare difikirî ew xak ziwa dibe û dibe çolistan û ger giyayek lê şîn jî were ji wê giyayê re "bejî" tê gotin.   Û mîna her pênc hestên însan, dîtin, bihîstin, bêhnkirin, tahmkirin û hestkirin ger yek ji van hestan bi însan re tune be ji vê rewşê re jî "bêhest" tê gotin yanî nîvco, kêm, asteng. Û dema meriv nexweş dikeve tenê ew endam anjî organê laşê meriv ê diêşe tê bîra meriv. An jî çavên ku nabîne, ji wî çavî re "kor" tê gotin û weke guhê nebihîze jê re "ker" tê gotin û her wisa weke zimanê nikaribe biaxive jê re  "lal"  tê gotin. Bêguman zehmet e ez ê nikaribim yek bi yek bi awayekî zanistî bahsa van mijarên felsefî û zanyarî bikim.     Lê ji  ber ku ez û hûn xwediyê vî zimanî ne û ev ziman yek ji wan organên li jor min behsa wan kir, zimanê min û we ye, zimanê dêya me ye û wek şîrê dêya me ji me re helal e û erka me ye em bahsa gringî tecrube rol û êş zext û zahmetiyên li ser zimanê me tên kirin bikin.   Zimanê kurdî, zimanê netewekî ji pencî milyonî zêdetir e ku pê hest dikin, pê dijîn, pê diaxivin, diştexilin, dipeyivin, qise dikin, şor dikin, galgal dikin û xeber didin lê di heman demê de heyf û mixabin û sedkorayî ku di roja me ya îro de, di vê serdema modern û pêşketî de desthilatdarên zordar li ser xaka me ji xwe re dewlet ava kirine û rojbiroj çand û zimanê me qetil, talan û înkar dikin.   Niha tiştekî din hat bîra min, belkî hatibe bîra we jî. Çima li welatê dapîr û bapîrên me zimanê dayikê tê gotin? Bi milyonan kurd li dîasporayê dijîn û hin malbat hene ji çend nifşan in ku welatê dapîr û bapîrên xwe belkî tenê di xewn û televizyonan de dîtibin lê her çiqas jiyana xwe li gor sîstem û çanda xerîb dijîn jî li kêleka wê çanda biyanî bi awayekî maqûl û bi zimanekî ewqas fesîh zelal û paqij bi zimanê kurdî bi zimanê dayikê xeber didin û li çand û kultira xwe ya kevnar xwedî derdikevin.   Gelo dibe ku zimanê dayikê hinek jî welat be yanî dayik bi xwe welat be û welat ziman be? Ez jî nizanim! Ji tecrubeyên xwe dibêjim; heke hûn bixwazin hînî zimanekî din bibin çi tirkî dibe çi almanî û çi jî zimanekî din be, divê pêşîya pêşî hûn karibin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Divê hûn serdestê zimanê xwe yê dayikê bin, ji bo hûn karibin bi hêsanî hînî zimanekî din bibin. Bi kurtasî, zimanê dayikê mifteya derîyê gelek zimanên din e!   Bêguman ziman ji hevdu dizên. Mîna ku xewn ji hevdu dizên. Xewnên xweş meriv naxwaze ji wan şiyar bibe, meriv dixwaze emrê wan tim dirêj bike, mîna flîmekî bi dilê meriv be, meriv jê hez bike û nexwaze dawî li wî filmî were. Û hinek xewn jî hene ewqas tirsnak in ku di xewnê de jî meriv hêvî dike ku xewn be û dixwaze kêliyek berî keliyekê zûtirîn ji wê xewnê şiyar bibe.   Kesên me mîna Brûder Grîmm tunebûn çîrokên me binivisîne lê kalik û pîrikên me berî Brûder Grîmmên Elman hebûn. Kalikê min di zarokatiya min de ji me re çîrok digotin, nexasim di demsalên zivistanê de taybet di meha sibatê de gava bi qasî qamekê berf diket çîroka keçajinbavê û libikahinarê dihatin gotin. Me ew çîrok ne di televizyon û pirtûkan de dibihîstin û didîtin, me ji devê kalikê min ê heftê salî û di pencereyên mîna derîyê qinikê dîk û mirîşkan de, di nav livînên hirîya mî û beranan de, li ber şewqa hîva leylan dida û em bi wan çîrokan di xew re diçûn.   Piştî salên dûrdirêj li welatekî bi hezaran km ji welatê dapîr û bapîrên min dûr, min çîroka keçajinbavê (Aschenputel ) di pirtûkên Brûder Grimm de xwend lê ya ku bandora xwe li ser hişê min ê zarok çêkiribû ne Ascheputila Brûder Grimm bû vegotina çîroka Keçajinbavê ya kalikê min ê heftê salî ku berî çil salî ji min re gotibû.   Înca bi ya min ev e ya ku dihêle ziman bandora xwe li gulvedana wêjeya zarokan bike.   Zimanê her kesî pê xweş û şîrîn e!   Zimanê min jî kurdî ye bedew û delal e qeşeng û xweş e spehî şox û şeng û şepal e lihevhatî bi rêk û pêk pak û cindî û zindî ye, xweş û dewlemend e, zimanê min kurdî ye.