Dê bi rihê berxwedanê 25'ê Mijdarê bê pêşwazîkirin 2021-11-25 09:08:19   Roza Metîna   Gotina Xwişkên Mîrabel a ku 'tiştê herî nêz mirin be jî em ê ji bo tiştê mafdar şerê xwe bidomînin' girîngî û taybetmendiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê eşkere dike. Çavkaniya têkoşîn û baweriyê nîşan dide. Girîngiya mafên jinan ên hatine bidestxistin û niha ji aliyê îktidara heyî ve tê xespkirin radixîne pêş çavan.    Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên bi awayekî hovane ji aliyê dîktator Rafael Trujillo ve hatin kuştin heta roja îro jî ji jinan re dibe feyz. Têkoşîna wekî mîrateyekê ma, li dijî tundiya dibe sedema travmayên civakî  îro jî li qadan didome. Ev têkoşîn di heman demê de li dijî binpêkirina mafên wekî ziman û nasnameyê ye jî. Binpêkirina ziman û nasnameyê pirsgirêkeke hevpar a di nava civakan de ye. Ji bo civak bêdeng û bê parastin bimîne bi salan e ev êriş di şexsê jinên têkoşer de tên kirin. Ji bo jin di pêvajoyên biryargirtinê de nebin xwedî gotin çi ji destên desthildatdaran tê, dikin. Loma jinên di heman demê de ji berxwedana Sakîne, Sêvê, Leylayan hêzê digirin li dijî newekhevî, rûreşî û derewên sîstema yekperest dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li qadan bin û biqêrin.    Dê jin li dijî tundiya bi rêya 'namûs','kevneşopiyên civakî' tê kirin biqêrin. Tundiya di heman demê de dibe sedema kuştina jinê wê bi qêrîna jinê ya ji bo azadiyê têk biçe. Ji ber ku mêrên hêzê ji desthilatdariya heyî digire her roj jinan qetil dike. Jixwe li gor Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê li Bakur di nava 10 mehan de herî kêm 30 jin hatin qetilkirin. Her wiha jin dê li dijî daraza ku mêr diparêze li berxwe bidin û dîsa biqêrin.    Dema em li polîtîkayên cîhanê dinêrin bi tevahî hesûdî û dijminatiyeke li dijî jinê di nava xwe de vedihewîne û pêşiyê li tundiya li ser jinê vedikin. Bi hêza kar a erzan, bi polîtîkayên bişaftinê, êrişa zayendperest û nîjadperest siberojeke reş li ser jinê tê ferzkirin. Ji bo pratîzekirina polîtîka û têkoşîna li dijî vê dijminatiyê jî dê jin îsal bi rihê berxwedanê dîsa 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin û li dijî hişmendiya ku bedena jinê dike mijara bazarê awaz û sekna xwe bikin yek. Di nava avakirina nexşeya jiyana jinê û civakê de jinê bi dengekî xurt xwe derxe pêş. Wekî her salê ji bo mîsogerkirina mafên gerdûnî û çareserkirina pirsgirêkên jinê asteng dikin dê îsal jî jin bi rengê xwe hêviyên xwe bînin ziman. Ji bo guhertina zagonên jinê bi tundiyê rû bi rû dihêlin û hişmendiya jinê tune dihesibîne ew ê daxwaz û xwestekên jinan vê carê jî zindî bibin. Çimkî jina pêşketî û jixwebawer civaka pêşketî û jixwebawer e. Çimkî terorîzekirina jinê ya di her qadê de terorîzekirina civakê ya di her qadê de ye. Di heman demê de li dijî fermanên siyasî û xespkirina destkeftiyên jinê wê hewildana xurtkirina hêviyê bê dayin. Tevî hemû astengiyan dê bendewariyên jiyaneke azad zindî bên hiştin.    Li dijî zihniyet û polîtîkayên hesûdiya jinê dikin xurtkirina hêviyê, hêrsa ku kîna bingeha tundiyê ava dike têk dibe, girîng in. Bi taybet jî kîna di bin navê 'hezkirinê' de bi qetilkirina jinê dertê holê. Ev kîna ku bi salan e didome bi girtina cesareta ji feshkirina Peymana Stenbolê mezintir bû. Lê belê wê daxwazên jinê yên ji bo hilweşandina qalibên berhemê zihniyeta baviksalarî ye li qadan careke din bên ziman.    Hinek daxwazên sereke yên jinan hene ku jêneger in û di rojên taybet de her tînin ser ziman. Yek ji van daxwazan jî ew ê bidawîkirina tecrîdê be. Li vî welatî ji ber polîtîkayên tecrîdê yên şaş tevliheviyên mezin çêdibin û mirovahî di bin siya van tevliheviyan de dimîne. Jinên berzkirina dirûşmên wan ên serhildanê tên astengkirin ew ê dirûşmên li dijî tecrîdê berz bikin. Çimkî tecrîda ku ji nefret û sermayeya kapîtalîzmê re dibe bingehek xurt bandora xwe li ser jiyana hemû civakê dike. Civaka ku tê xwestin her di nava çiravê de bê hiştin bi vê yekê tê xwestin dîl bê girtin. Loma dîsa li vir wekî her carê têkoşîneke hevpar a li dijî hêzên tecrîdê bi kar tînin derdikeve pêş. Jixwe gotina 'rizgariya her kesî di mista wan de ye' belasebe nehatiye gotin.    Belê rizgariya jinê di destên jinê de ye. Heta ku bikaribe li dijî daraza mêr bi xelat dike şerê xwe bike. Xurtkirina piştgiriya hiqûqî û derûnî ya ji bo jinê bê pêşxistin. Hişmendiya li dijî wekheviya zayendî, tundiya aboriyê bê bidawîkirin. Ev hemû bi têkoşîneke ji dil û hevpar dikare bi cih bên. Ev ne xeyalekî ku nikare pêk were ye.    Desthilatdariya ku keda mirovan binpê dike û tenê budçeyê ji şer û alîgirên xwe vediqetîne diyar e di 25'ê Mijdarê de jî ji bo jin bi awayekî azad dengê xwe bilind neke dê bibe asteng. Lê belê jin ji bo avakirina paradîgmayeke nû ya li dijî cudakariyê bi fikir û hestên xwe wê li dijî vê astengiyê bibin mertal. Vê birdoziyê wekî kevneşopiyekê di mejiyê jinan de cihê xwe girtiye êdî. Mêrên bûne koleyên desthilatdariya ku keda mirovan binpê dike û tenê budçeyê ji şer vediqetîne û bi konektiya xwe dixwazin jinê di newal û kortalan de gindor bikin dê dîsa li qadan bin û bixwazin pêşiyê li daxwaz û hêviyên jinê bibirin. Jinên wekî nûnerên jiyaneke hevpar û azad her tev digerin bawer im dê qadên serhildanê bi destên desthilatdariya xwînmij û mêrên ku koleyên vê desthilatdariyê ne, bernedin. Dê jin ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li dora nirx û têkoşîna hevpar bên gel hevdu û ji tundiyê re bêjin bes e!