Birînên hezar salî bi destê jinê tên dermankirin 2021-11-05 09:04:28     “Bedenên ku li hemberî tang û topan bûn mertal, îro jî li dijî zîhniyeta zeyanda civakî ya ku bi ‘komeleya pirjiniye’ re kiryarên xwe didomîne li ber xwe dide. Li Rojava niha birînên hezar salî yek bi yek bi destê jinê tên dermankirin.”    Leyla Ayaz    Jiyana ku heft qat di bin erdê de hatî çalkirin bi serdeman re rîçal daye. Wekî her serdemê di vê serdemê de jî jin bi destê xwe yek bi yek van rîçalan dikole…   Rîçalên ku tevahiya jiyana me dorpêç kiririne bi peyvan serpêhatiyên serdeman tîne ziman. Serdestî, koletî, zilm, kuştin û tarîtî…  Beranberê vê yekê berxwedan, azadî, serhildan û ronahî… Zîhniyeta ku bi wan peyvan xwe tîne ziman, hem bandorê li tevahiya jiyanê dike û hem jî şekl dide civakan.   Di nav jiyan û civakê de rol û misyona herkesî diyar e û li gorî vê tev digerin. Ev tişt jî wek zayenda civakî tê pêşberî me. Ev rol û misyona ku li her du zayendan hatî barkirin îcadeke mirovan e û bi serdeman re bandor li nasname, ol, ziman, çand, siyaset, aborî û ewlehiyê kiriye û hîna jî dike. Zayenda civakî her çend ku bi nifşan re dewrî deman bûye jî tu carî karekterê xwe yê bingehîn neguherandiye. Jiyana ku di ser cinsiyeta civakî re teşe girtiye, bûye sedema birînên kûr. Birînên ku hezar salî bi tecrûbe û rastiyan tên dermankirin. Mînaka vê ya şênber jî Rojava ye.   Pergala 5 hezar salan a ku nedixwest dev ji mîrateya xwe berde li herêmê bi rêbazên cuda tesra xwe nîşan da. Serdestên serdeman, ji bo teqezkirina desthilatdariya xwe ya li Rojhilata Navîn, li dora Sûriyeyê kom bûn. Şerê navxeyî yê li Sûriyeyê ji xwe re kirin firsendek û xwestin dizaynekê bidin herêmê.    Valatiya otorîteyê ya li ser vê erdnîgariyê kirin hincet û DAIŞ li vir bi cih kirin. Ev pêywira dizaynê jî dan DAIŞ'ê. Lê ev tişt bi peywirdayînê jî neqediya û ji bo parastina hêza xwe ya li herêmê piştevaniya xwe bi her awayî domandin.   Lê belê rastiya ku hezar sal in li vir hatî binaxkirin, bi kiryarên DAIŞ’ê re carek din derket rûye erdê. Dewletên ku piştevaniya DAIŞ’ê kirin, êdî wek xetereyeke gerdûnî nêzî DAIŞ'ê bûn. Çend wek xeterê dîtin jî li hemberî kiryaran çavên xwe girtin. Ji ber ku di demên borî de hevkarên hev bûn.   Ev hevkarî û xetereya gerdûnî bi saya serîrakirina Rojava xuya bû… Çirûska ku veguherî agirê azadiyê geş bû û tarîstan ronî kir… Ji vê ronahiyê ne tenê kurd, ereb, tirkmen, ermen, çerkez û suryanî jî bi bandor bûn. Bi dehan gelên welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst li dor agirê azadiyê kom bûn.   Li vir bi pêşengiya jinan her roj dîrokeke nû hat nivîsin. Di dîroka nû de tecrûbeya hezar salan a jinan jî nehat jibîrkirin. Bedenên ku li hemberî tang û topan bûn mertal, bi zanîna nasnameyê re bûn mejiyê şoreşê. Bingeha pergala jiyana nû li ser vî esasî hat danîn. Li vir hem ji bo pêşeroja jinan û hem jî ji bo pêşeroja gelan jiyan carek din vejiya.   Jinan li dijî zayenda civakî ya ku bû sedema ev qas texrîbatan, wekheviya zayendan esas girt. Li gorî vê yekê li dijî qanûnên mêr, qanûnên adilane yên ku xizmetê didin wijdana civakê afirandin. Van qanûn jî li dijî serdestiya zihniyeta mêr, hişmendiyeke adilane û azad di nav gelan de pêş xistin. Pergala jiyana nû bû hêviya hemû gelan.   Lê belê pergala ku ev qas bû hêviya gelan, bû hedefa desthilatdaran. Serdestên ku xwestin texrîbateke mezin li ser civak, netew, ol û nasnameyê bikin careke din jin kirin hedefeke stratejîk. Destdirêjî, şîdet û kuştin li ber çavê malbat û civakê pêk anîn û xwestin tirsê belav bikin. Ev tişt bi taybetî li deverên ku di bin destê çeteyan de ne didome. Her roj bi dehan jin tên revandin, li bazaran tên firotin û tên qetilkirin. Her wiha çeteyên ku her tişt ji xwe re rewa dîtin zewicandina zarok û pirjinan rewa kirin. Ev tişt carek din binaxkirina jin û zarokan e.     Vê zîhniyetê li ber çavê cîhanê bi fermî komeleya pirjinîyê vekir. Hişmendiya xwe ji raya giştî re bi zelalî aşkera kir. Ev tişt ji cîhanê re peyamek bû. Komeleya ku li Ezazê hat vekirin, di logoya xwe de mêrek û li dora wî 4 jin bi cih kirine. Ji bo serokatiya komeleyê jî jinek hatiye tayînkirin. Hişmendiya xwe ya zayenda civakî bi komeleyê rewa dikin. Jinên ku qêrîna azadiyê di guhên van de deng dayî, niha di nav çar dîwaran de tên hepskirin û koletî li wan tê ferzkirin. Bi komeleyê re kiryarên li hemberî jin û zarokan tên fermîkirin. Ev komele, dezgeheke kirîn û firotina jinê ye û bi vê rê li ber bazirganiya jin û zarokan vedikin.   An bi dîmen, an bi şahid, an jî bi belgeyan kiryarên li herêmê yên li hemberî jinan dihatin aşkerakirin. Lê niha bi vê komeleyê re hin tişt ji bo kesên ku dixwazin bibînin zelatir xuya dikin. Ev komele îspateke şênber e.