Yên ku êşên xwe vediguherînin bawerî û hêviyê 2021-11-02 09:02:25     "Di her kolanekê de û di nava her malekê de serpêhatiya min û te veşartiye. Di gelek malan de li pişt deriye xwe vedişêre, hinek derketine nava kolanan de, henek jî bendê ne da ku hinek dest, hest, heskirina fêm bike û deriyê dilê wan vebike."    Gulan Avrêl   Maxmûr ango Wargeha Şehîd Rustem Cûdî. Gelo kî dikare vegotina rastiya vê gelê bike! Nivîskar, bernamekar, wênekêş, ne helbestvanek ne jî dengbêjek…    Ma heya niha kî kariye rastiyê vê rastiyê bibîne, da ku bikaribe di rêze helbestên xwe de bi lêv bike. Ya jî bi pênûsa xwe de bi herikîne li ser rûpela spî da ku bi hune hest, dil û ruhê xwandevanên xwe.    Ev wargeh ne tiştên ku tên nivisîn, tên gotin, dibin bername, bi rêya wênekêşek tên kêşandin, ya jî dibe gotinên li ser lêva pênûsa nivîskarek, ne jî gotinên ku ezê niha rêz bikim, ev wargeh ji van hemû tiştane wêdetire.   Ger ku mirov xwedî bingehek bi hêz be, esîlbe û li ser koka xwe şînbibe tu cih û war li ser mirovan bandora xwe nade çêkirin. Ji ber ya esasî kok bi xwe ye. Kok sexlem be ba, bablîsok, lêhî, gijlok, sir û seqem çiqasî dijwar be jî, ji ber kok di sexlemiyê de ye ji bo wê bandorekê bingeh nade çêkirin. Tu tiştek weke kokekê sexlem û bi bingeh nîne. Ev yek ji bo ferd û civakan jî bi vê awayî ye.    Ji bo wargehê gelek pirsên ku mirov ji xwe dike heye, gelek cara dixwaze bikeve nava vê nepeniya wargehê de. Her yek bi serê xwe vegotina rastiya jiyanê dike. Ger ku mirov dixwaze çîroka rast ya wargehê bi lêv bike û binivsîne ew dem pêwîst dike ku tu çîroka her kesê guhdar bikî, bizanî, pêre bijî, bi gotinê wan re bi herikî ber bi xewn û xeyalên wan ve. Wê demê tuyê bikaribî çîroka rast ya wargehê binivsînî.    Gelek cara ji xwe pirs dikim, ya girîng ew e ku mirov bizanibe jiyan çî ye û ji bo çi dijîn... Gelo nepeniya wargehê di vê peyvê de veşartiye...   Her çavek, her meyzekirinek vegotina serpêhatiya xwe dike. Ji bo wan dem ne girîng e ya girîng ew e ku tiştên jiyane û dijîn. Ango gava di dayikek re, ya jî bavek re qise dikî, ji wan pirs dikî, ya jî ew gava qala xwe dikin, weke ku ber çemê gundê xwe rûniştine, ya jî li ser kaniyekê sar, derdora wan dar û daristan, dewlemendiya hewa û erdê gundê xwe de dijîn tu jî bûyî mêvanê ew dewlemendî gund û jiyana wan ji tere qala xweşikbûyîn, kêfxweşî, şahî û bedewiya gund û jiyana xwe dikin.    Ne dem ne jî cîh li ser xewn û xeyalê wan, li ser heskirina wan ya gund û xaka wan re bandor ne daye çêkirin. Yên ku herê zêde wateya xak û welat dizanin êşa wan dijîn jî ew in. Bêguman ev yek jî heye yên ku herê zêde êşên xwe vediguherînin hest, bawerî û hêviyê jî ev kes in.   Di rastiya xwe de li vê wargehê dîrokek zindî yê ku tê jiyîn heye. Em çiqasî di ferq û zanabûyîna vê dîroka xwe de ne ev mijarek girîng e ku mirov li ser nîqaş bike û lêhûrbûyînê bide çêkirin. Li vir her mirovek bi serê xwe dîrokekê zindî ye. Çawa ku dîrokekê zindiye heman demê de gelek asîne û bi êşîn.    Bêguman asî bûna wan û êş ê wan dişibe çiya û welatê wan Kurdistan…    Çiyayên me jî, welatê me jî gelek asî ne, rê nade her kesê û her xirabiyê, heman demê de welatekê ku nava xwe de tijî êşe. Weke ku xwe bi êşên xwe qewîm bike.     Di her kolanekê de û di nava her malekê de serpêhatiya min û te veşartiye. Di gelek malan de li pişt deriye xwe vedişêre, hinek derketine nava kolanan de, henek jî bendê ne da ku dest, hest, heskirin ya herê girîng jî bi fikrê fêm kirine deriyê dilê wan vebike.