Bi yekîtiya jinan yekîtiya netewan ava dibe 2021-09-21 09:02:49     "Eger were pirskirin çima yekitiya netewî? Girîngiya wê çiye? Mirov dikare bi van hevokan bîne ser ziman… Yekitiya netewî; Rêya herî guncaw ya bi hev şêwirîn, parastina nirx, çand, ziman û ji nifşekê ber bi nifşekê din ve berdewamkirina netewekê ye. Gelê Kurd û Kurdistanê ku xwedî dîrokekî kevnare û ji bo mirovahiyê malovanî kiriye, di yekbûn û yekparçebûnê de demekî pir dirêj winda kiriye."   Mizgîn Marînos   Di serdema ku em niha têde dijîn de, bi destê hişmendiya sîstema kapîtalîst, di aliyê siyasî, civakî û demografî de gelek guhertinên dîrokî bi rêbazên talan kirin, wêran kirin, qetil kirin û bikaranîna madeyên kîmyewî rû didin. Rêbazên dij-mirovî û hovane  dikare bandorê li sedan salên pêşeroja civakan bike. Bêguman navenda van guhertin û kaosan jî Rojhilata Navîn û bi taybetî jî warê berxwedanê Kurdistan e. Li her warekî ku berxwedan û têkoşîn ji bo parastina çand, ziman û hebûna resen a civakê were meşandin, li vir şerên mezin rû didin. Ji ber ku sîstema kapîtalîst dixwaze civakek bi yek şekîl û yek rêbazê birêvebibe, destûr nade ku her civak û her netew bi hêz û rengê xwe, xwe birêvebibe.    Sedsala ku kurd û gelên li Kurdistanê ji bo rêveberiya xweser a demokratîk têdikoşin, bi êrişên hovane yên dewletên serdest re rûbirû dimînin. Bi peymana Lozanê ya ku Kurdistan kirin çar parçe xwestin ku nexşeya Kurdistanê ji nav bibin û hebûna kurd û Kurdistanê bihelînin. Dagirker erdnegariya Kurdistanê parçe kirin lê nekarîn hebûna ziman, çand û netewa kurd ji holê rakin. Şerê ku di roja me ya îro de tê meşandin, dixwazin bi rêbazên nû bi hevpeymanên nû careke din Lozanê nû bikin û ji nû de nexşeya Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe xêz bikin. Ji bo wê yekê wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hertim bi bîr dixe, sazkirina yekitiya neteweyî ye.    Eger were pirskirin çima yekitiya netewî ? Girîngiya wê çiye? Mirov dikare bi van hevokan bîne ser ziman… Yekitiya netewî; Rêya herî guncaw ya bi hev şêwirîn, parastina nirx, çand, ziman û ji nifşekê ber bi nifşekê din ve berdewamkirina netewekê ye. Gelê Kurd û Kurdistanê ku xwedî dîrokekî kevnare û ji bo mirovahiyê malovanî kiriye, di yekbûn û yekparçebûnê de demekî pir dirêj winda kiriye.   Bê guman her parçeyekî Kurdistanê xwedî taybetmendî û çêkerekî cuda ya rêvebirinê ye, lê ev nayê wê wateyê ku li pêşiya yekitiya netewî astengiye. Astengî û kelema herî mezin li pêşiya vê xebatê, nehatina gel hev, ne şêwirîn û parastina berjewendiyên takekesî û malbatiye. Di vê pêvajoya ku em niha dijîn de li herêmê ji bo çareseriya pirsgirêkên kurd firsetên pir mezin û dîrokî hene. Ji bo yekbûna netewa kurd, bi pêşniyar û hewildanên mezin yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj di salên destpêka têkoşîna rizgariya Gelê Kurd heya niha xebatên mezin hatin meşandin û van xebatan zemînekî saxlem ji bo yekbûna netewa kurd da avakirin.    Partiyên li başûrê Kurdistanê di sala 1980'an de bi armanca avakirina yekitiya netewî du eniyên bi navê 'Eniya Nîştîmaniya Demokratîk'  û 'Eniya Nîştimanî û Netewa Demokrat'  ava kirin lê ji ber derketina şerê navxweyî di nava kurdan de, ev hewildan vala hat derxistin. Cara duyem bi hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina yekitiya netewî di sala 1983'yan de ji bo rêvebirina xebatên hevbeş hevpeymanek di navbera PDK û PKK'ê de hat îmzekirin û di sala 1986'an de PDK'ê xwe ji vê hevpeymanê paşde kişand û dawî li xebatên yekitiya netewî anî. Li rexmê paşde kişandina yek alî ya PDK'ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rêbazên berfireh yên demokratîk li ser bingehê wekheviya zayendî û civakî tu carî di xebatên yekitiya netewî de gav paşde ne avêt û hertim xist rojevê.    Di demekî ku şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û nexşeya Rojhilata Navîn ji nûve tê sazkirin de bi taybet qirkirin û şerekî taybet li ser hebûna jinê tê meşandin. Bi taybet li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şer û kaosa tê jiyîn zayenda herî zêde tê girtin, tê kuştin, tê koçberkirin û bi tundiya fizîkî-pskolojîk re rûbirû dimîne jin e. Sistema kapîtalist ku bi mejiyê zilamê serdest gihiştiye asta herî jor, jinê dibin navê azadiyê de ji xwe re weke metal bi kar tîne û wê ji xwezaya wê, ji rastiya cewhera wê dûr dixe.   Çima em dikarin bêjin yekitiya jinê yekitiya netewî ava dike? Ji ber ku di xwezaya jinê de tu carî hestên hezkirina xak û welatparêziyê tune nabin. Zilamek pir bi hêsanî dikare li ser xaka xwe penaber bibe û ji çand û zimanê xwe dûr bikeve, lê tu caran ev ji bo jinekê ne gengaze. Jin bi awayê fizîkî ji xaka xwe dûr bikeve jî, tu carê hezkirina wê ya ji xak û netewa wê xilas nabe. Hestên wê yên welatparêziyê hertim zindî dimînin.   Çawa ku jin nivê zêdetir jiyanê pêk tîne û ava dike, wê demê tu civak bê azadbûna jinê nikare were azadkirin. Dîrokê jî şahidî kiriye ku şoreşên jin têde cih negirtibe û pêşengiyê jêre nekiribe biserneketiye, an jî ew civak ji rastiya xwe ya çandî û civakî dûr ketiye. Ji ber wê sedemê li hemberî vê sîstema qirker û dagirker jin di qada civak û navnetewî de şoreşa jiyana azad pêktîne, xwedî li hebûna civak û netewa xwe derdikeve. Ji ber wê sedemê jin dikarin bi hêza xwe girêdanbûna xwe ya xaka pîroz û bi hestên xwe yên welatparêziyê van hemû hewildanên tinekirinê vala derxin ku wê demê dikarin ji bo netew û civaka xwe bingehekî saxlem yê yekitiya netewî bavêjin.