Şoreşa Rojava destkeftiya netewa demokratîk e 2021-07-19 09:11:49     Pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmehê, vejîna gelê azad xwedî wateyeke pir mezin e. Di avakirina azadî, aştî, wekhevî û azadiya jin û aramiya gelê herêmê de rojeke bi wate ye. Deskeftiyeke felsefeya netewa demokratîk e. Ev destkeftî di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên herêmê girîng e.   Hedîye Yûsûf   Pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmehê, vejîna gelê azad xwedî wateyeke pir mezin e. Di avakirina azadî, aştî, wekhevî û azadiya jin û aramiya gelê herêmê de rojeke bi wate ye. Deskeftiyeke felsefeya netewa demokratîk e. Ev destkeftî di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên herêmê girîng e.   Di 2010'an de serhildanên ku li Tûnis, Misir û her weha li Lîbîyayê pêk hatin pêşîya gelan vekirin û êdî bi sedhezaran kes bi hev re derketin qadan û daxwaza azadîyê û demokrasîya teqez kirin. Bêgûman van serhildanên gelan tenê xwe nedispartin  kuştina kesekî yan zarokekî. Lê ew çirûskek bûn ji êş û azarên gelan ên ku êdî nikarin sîstema zilm, bindestî û destpotîzma desthilata netewdewletan rakin. Nefesa gelên Rojhilata Navîn êdî çikiyabû û li benda çirûskekê bû ku hêza xwe kom bike û careke din rabe serxwe û jiyaneke nûh bixwaze.    Êdî ew ê bi ku ve biçin wan jî nizanibû. Ji ber tu serhildaneke bi rêxistinî, bi serok û kadroyên pêşeng ên ku ew gel pişta xwe bidine, îdeolojiyek û armanceke sitratiratîjîk û polîtîk nînbû. Serhildanên gelên Rojhilata Navîn wiha bûn û hîna jî bi encam nebûne. Ji ber ku esîrên destê hêzên derve û di heman wextê de hêzên kapîtalîst û hegemonîya navendî ya welatên xerbê ji xwe ji bo nûjenîya xwe di nava şerekî cîhanê yê sêyemîn de ne. Ji bo berjewendiyên xwe dirust bikin ji xwe ew jî li zemînên alozîyan digeriyan. Ji ber ku alozîyan çiqas kûr bikin ewqas wê xizmeta berjewendîyin wan bihata kirin û mudaxeleyên wan ew ê rewa bikira. Dîsa li hember raperîna gelan û li hember hêzên kapîtalîst bê guman desthilata netewdewletan jî kete nava berxwedaneke xwe neguhertin û desthilata xwe parastinê.   Li hember rewşa aloz gel bi raperîna xwe derket pêş. Gel tenê xwest ji sîstemên sitatuperest xelas bibin, lê mixabin vê rewşa heyî û komên cuda qada şerê cîhanê ya sêyemîn bi xwe re ava kir û di ser van hêzan re jî hîna şer û pevçûn dewam in û herkes dixwaze para herî mezin ji xwe re bibe. Li Rojavayê Kurdistanê rewş cudatir bû. Ji ber ku Gelê Kurd ew 30 sal bû şer dikir. Li Bakurê Kurdistanê û zemîna tekoşîna azadîya li rojavayê Kurdistanê hate xurtkirin. Têkoşîna rêber apo û bi hezaran kadroyên îdeolojîk ên vê tevgerê li nava gelê rojavayê Kurdistanê zanista jiyana azad û demokrasî ava kir. Di heman wextê de li dijî desthilata netewdewletê civakaeke bi rêxistinkirî ku di rastîya hebûna xwede ye û hişmendîya kurdbûyina azad, demokrat, aştîxwaz daye avakirin. Bi hezaran şoreşger ji bo vê rastiya xwe bi rastiya netewbûnê felsefeya azadiyê re kirin yek û di oxira wê de şehîd ketin. Welatparêzî, yekîtîya zihnî, azadiya civak û azadiya jinê, pêşentiya jin û ciwanan hemî bi xwe re mîraseke mezin ji bo şoreşê da avakirin. Li ser vî esasî raperîna gelan a di hin welatên li Rojhilata Navîn destê gelê me jî hîn xurtirkir û di nav tevlîhevîyên ku li Sûriyeyê jî çêbûn şoreş ava kir.   Rêbertî, pêşengtî, zemîna welataparêzîyê, girêdayînên manewî bi şehîdan û rêbertî û nirxên şoreşa azadiya Gelê Kurd bû zemîna rêxisineke xurt ku zû xwe komî ser hev bike û şoreşê bike. Hêzên dijber wer dizanibûn ku wan raperîna gelê me çewisandiye, dewleta tirk wer dizanibû ku bi peymana edeneyê ya ku bi rejîma Sûriyeyê re kir, kurd hêza wan a rabûnê nemaye. Lê rejîma Sûriyeyê jî ew hesab kiribûn.   Avabûna partîya PYD û Yekîtiya Star di 2003 û 2005'an de ji bo têkoşîneke sîyasî ku rê li pêşîya felaketên mezin bigire tezên Rêber Apo ji bo çareserkirina pergala ku êdî ber bi hilweşînê ve diçû, ji bo ku Sûriye weke rejîma sedam têk neçe pîwîstîya xwe bi guhertineke demokratîk hebû, pêwîstîya xwe bi naskirina hebûna gelan ên ku hatine înkarkirin hebû. Pêwîstîya azadkirina ji desthilatîya dewleta navendî hebû, ji bo vê jî PYD ê û Yekîtiya Star ( rêxistina jin li rojava wê wextê) û rêxistina ciwanan li ser van esasan têkoşîneke aştîyane ji bo azadî û demokrasîyê dan meşandin. Lê rejîma Sûriyeyê bi şidetê çû ser van rêxistinan û bi sedan kadro û welatparêz girtin û qetil kirin. Ev gel dan koçberkirin, hemî rengê şidetê li ser wan dan meşandin ji bo ku ev gel ranebe ser pîyan û rejîma Sûriyeyê ji bo neguhertinê li berxwe da. Bi taybet jî piştî raperîna 12'ê Adara 2004'an rejîm pir bi tundî hate ser gelê me, wer hesap kiribû ku êdî ev gel nema dikare rabe. Lê berovajî wê gelê me hêrsa xwe û daxwazên xwe di hûndirê hemî hucrê xûna xwe de veşartibû û pir veşatrî têkoşîna xwe û rêxistina xwe ava dikir û diparast.   Bi destpêkirina bûyerên bajarê Dera ya 14'ê  Adara 2011'an çirûska raperîna gelê ereb jî xwiya kir. Gelê Sûriyeyê ji rejîma BAAS'ê êdî gelekî aciz bûbû. Bi bandora rewşa derdorê pir biçûk jî be rabû ser piyan. Lê mixabin weke me li jor jî anî ziman gelê Sûriyeyê jî ne amede bûn û ne rêxistinkirî bû. Ji bo wê jî Sûriye li felaketa dagirkeran û terorê qeliband û ew bû sebeba rijandina xwîna gelê Sûriyeyê û Sûriye kir gola ku terora cîhanî tê de kom bibe û ev rewş jî hîna berdewam e.   Gelê kurd jî xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Di wextekî ku herkes bê ser û ber dakete kolanan, ji ber weke me li jor jî anî ziman şoreşa me xwedî zemîneke xurt û rêxistinkiribû. Ji bo vê jî sîstema xwe ya rêxistinî berîya her tiştî îlan kir. Meclis û komîn, rêxistininên jin û ciwanan û rêxistinên civaka sivîl di bin sêwana tevgera civaka demokratîk TEV -DEM'ê de anî cem hev û meclisa Rojavayê Kurdistanê damezrand. Her wiha ji bo raperîna gel were parastin Hêzên Parastina Gel  (YPG) ava kir û paşê jî Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) ava kir.   Mirov dikare bibêje ku şoreşa rojavayê Kurdistanê li ser esasê paradîgma civaka demokratîk bi rêk û pêk kir û rêbaza şoreşê û polîtîka wê diyar kir û weha pêngava 19'ê Tîrmeha 2012'an ji bajarê Kobanê dest pê kir û ber bi Efrîn û Cizîrê ve  herikî. Pêngava şoreşa 19'ê Tîrmehê pêgaaveke dîrokî bû ji bo Gelê Kurdistanê û pêngava zayîneke nûh bû. Bingeha danî naskirina hebûna kurd bû. Ji ber ku di rastîya Şoreşa 19' ê Tîrmehê de diyar bû ku kurd ne hov in, ne jî mirovkuj in û dikarin bi dijminê xwe re têkoşîneke sîyasî bidin. Kurd dikarin bi gelekî ku ew pir perçiqandîye re jîyaneke nûh, aştîyane bijîn. Her weha vê şoreşê rastîya tevgereke nûjen ku jin tê de xwedî hebûneke azad û wekhev û pêşeng be derxist holê. Ciwan wekî hêzek pêşeng bibe derketin holê, civak bi hebûna wê ya rast ve da nasîn  û ji bo wê jî Şoreşa Rojava rengê xwe ji îdeolojîya azadîyê û demokrasîyê girt û her  ku çû fireh bû û bû xwedî hêzeke ku herkes matmayî kir. Her çiqasî rejîmê û hêzên Opûzisîyuna Sûriyeyê û hinek kurdên bi wan re, xebitîn ku vê şoreşê reş bikin, teşhîr bikin weke hêzeke çete diyar bikin jî lê hemî hewldanên wan têk çûn û her ku çû Şoreşa Rojava bû şoreşa hemî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bû modela yekem ji bo çareserîya Sûriyeyê. Ev yek li xweşîya hêzên herêmê û dewletên xwedî berjewendî neçû. Bi taybet dagirkerîya tirk, hêzên opozisîyonê û çeteyên wê, ji bo vê jî hem di milê sîyasî de xwestin vê şoreşê bifetisînin, hem bi şandina hêzên bi ser Rojava yên weke El Nusra ,û DAÎŞ'ê bi hemî hêza xwe xwestin vê rastîya demokratîk bifetisînin. Lê têk çûn û hîna jî ev êrîş di hemî hêlan de berdewam in.  Ji ber pêşketina mirovên azad ji bo hêzên kapîtalîst û dagirker wekî fêdeyekê nayê dîtin. Ji bo vê jî her hewil didin ku vê şoreşê tasfîye bikin.   Şoreşa Rojava bi şerê li dijî terora cîhanê, derbasî qonaxeke navneteweyî bû. Berxwedana gelê me weke berxwedana rûmeta mirovahîyê hate binavkirin. Di şexsê şerê li dijî DAÎŞ'ê de li Kobanê û bi berdewamîya vî şerî rastîya şoreşa gelan hate resenkirin û xwe bi felsefeya netewa demokratîk xwe bi sîstem kir. Ev şoreş rastî ji gelên Sûriyeyê (Kurd,  Ereb, Sûriyan û Aşûr...) re kir mal û ji gelên Rojhilata Navîn re bû mal. Di sedsala 21'ê de ji cihekî ewqas biçûk şoreşek ewqas bi wate bê guman bi bedelên pir giran hat kirin û 12 hezar şehîd ji bo van deskeftîyan  gihîştin rîya rûmeta gelan. Van pekrewanan,van egîdan bê teredud bi armanca azadî, wekhevî û aştîya gelan canê xwe feda kirin. Em deyndarên van şehîdan e.   Şoreşa Rojava nûnertî û pêşengtîya aliyê demokrasîyê ye û vê bi serê xwe jî gelek dijmin jî ji me re çêkirin. Di sedsala 21'ê de, di navgîna şerê cîhanê yê sêyemîn de aliyekî şer yê herî xurt e. Ji bo vê jî hîna şoreş neqedîya ye û eniya şer mezintir bûye. Hêvî jî tenê serkeftina vê şoreşê ye.  Ji bo ku ev şoreş bi ser nekeve dijminê yekem dagirkerîya tirk bi hemî hêza xwe dixwaze biperçiqîne. Ji  ber hebûn û tûnebûna rejîma wan a desthilat bi vî şerî ve girêdayîye, bi hevkarên xwe re dixebite ku bi şerekî topyekûn bi ser nirxên şoreşa azadîyê ve were. Şoreşa azadîya gelê kurd ji bo dewleta tirk bûye kabûsek. Em nikarin vê rastîyê jî ji hev qut bigirin dest. Dewleta tirk ji bo vê pirojeyê bifetisîne û nehêle bijî, tecrîd li ser Rêberê me giran kir. Bi awayekî hovane bi ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê de diçe o qirkirina sîyasî û teslîmiyetê ferz dike. Li ser gelê me komkujiyan dike. Ji ber ku baş dizane Bakurê Kurdistanê û Rêber Apo çavkanîya moralê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.  Her wiha bi polîtîkayên înkar û îmhayê dixwaze gelê me li bakur bêbandor bike û di ser wê re li parçeyên din xwe bi hêz bike. Piştî van polîtîkayên xwe bi ser Rojava de jî hatin û bi hêzên hevkarê xwe re yên dewletî û yên herêmî re hinek bajar li Başûr û Rojava dagir kirin û di talan û ji komkujiyan re derbas kir. Li hember van êrîşan berxwedaneke bêhempa li Efrîn û Serêkaniyê  hate dayîn û li gel vê berxwedanê êrîşên dewleta tirk hîna jî berdewam in.   Dîsa oparesyonên dewleta tirk li ser herêmên Parastina Medya ve diçin. Dîtin ku bi qetilkirin û şer tenê nikarin  rastiya  gelê kurd tune bikin,  dixebitin ku kurdan bi hev bidin kuştin, ji bo vê jî bi PDK'ê re peymana şer dane îmzekirin û ji wan re dibêjin heger hûn gerîlaya bi me re tune bikin em ê we nas bikin. Dixwazin hêza pêşeng weke sedema şerê hevkujiyê, hêzek dagirker ku nahêle istiqarar di herêmê de çêbibe bidin pênasekirin. PDK  li dû vê peymanê diçe û rastîya ku di dîroka kurdan de wexta Osmanîyan pêk hatiye ji nedîtîve tê. Naxwaze bizane ku xwe tune dike, nizane ku fersendên dîrokê ji destê kurdan û gelên herêmê derdixe. Ev cihê mixabinîyê ye. Lê ku destê xwe bike destê gerîlayan de ew ê bikarin dinyayê fetih bikin.   Pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmehê, vejîna gelê azad xwedî wateyeke pir mezin e. Di avakirina azadî, aştî, wekhevî û azadiya jin û aramiya gelê herêmê de rojeke bi wate ye. Deskeftiyeke felsefeya netewa demokratîk e. Ev destkeftî di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên herêmê girîng e.   Li ser vî esasî ez Şoreşa 19'ê Tîrmehê li malbatên şehîdan û parêzvanên gelê kurd, ereb û suryaniyan pîroz dikim û dibêjim bijî berxwedana şervanên azadiyê yên ku li dijî pilanên dagirkeran li her derê Kurdîstanê têkoşîn dan. Her bijî berxwedana gelê me ya li her çar parçên Kurdistanê û cîhanê. Serkeftin a gelê me û gelê azadîxwaz e.