Denîz wê bi kenê xwe di bîra me de be 2021-06-21 09:03:21   Ev ne cara yekemîn e ku hevalek me ji nav me bar kiriye û ne cara dawî ye jî. Ev ax her tim di bin êrîşên hovane, di bin destên qirêj de ye. Vê axê û kesên li ser gelek kuştin, mirin, qetlîam û xwîn dîtine. Lê ka bêjin vê axê kengî serê xwe tewandine?   Zerya Mêrdîn   Hevala Denîz,zaroka axa pîroz... Wê hertim bi rûkenî û dilgeşîya xwe hêz dida me. Kenê wê bi qasî azadiyê xweşik bû. Kenê wê li dijî zalîman bersîvek pir mezin bû. Kenê wê tirsa zalîman bû ku ev ken bi destên wan ve hat qetilkirin.  Em ê wê hertim wê bi rûkeniya wê bi bîr bînin.  Çawa ku rûyê Denîzê hertim li ken bû, em ê jî bikenin qet û qet nagirin. Em qet şîna wê nakin. Em baş dizanin wekî ku dayîka wê jî got;"Denîzek biçe wê hezar Denîz bên."   Em Tu caran serî natewînin   Belê...Ev ne cara yekemîn e ku hevalek me ji nav me bar kiriye û ne cara dawî ye jî. Ev ax her tim di bin êrîşên hovane, di bin destên qirêj de ye. Vê axê û kesên li ser gelek kuştin, mirin, qetlîam û xwîn dîtine. Lê ka bêjin vê axê kengî serê xwe tewandine?   Bi salan e ku kurd tên qetilkirin, kuştin, binçavkirin, girtin, îşkencekirin, tehdîtkirin û tên revandin. Herwiha li axa wan destdirêjî tê kirin... Lê bi salan e ku Kurd li hemberî vê zilmê li ber xwe didin, serî radikin û tedikoşîn. Divê êdî baş were zanin; em gelekî wisa ne ku çiqasî êrîşî me bikin, qetil bikin, texin zindanan, axên me çiqasî talan û weran bikin, çiqasî bê şewîtandin jî em li hemberî van hovîtiyan her ku diçe xurt dibin. Em tu caran serî natewînin.    Denîz zaroka vê axê ye û qet nayê jibîrkirin. Bila stêrk hevriyên wê bin. Şehîd Namirin.