Divê kurd li her hêlên cîhanê xwe xwediyê zimên bibînin 2021-05-18 09:02:32     Ji me hemiyan tê xwestin ku em zimanê xwe biparêzin. Divê her kurdek li hemî hêlên cîhan û gerdûnê xwe xwediyê zimên bibîne. Divê her kes ziman ji xwe re wekî sedema hebûn, berdewamiya xwe û gel bibîne. Hêjayî gotinê ye ku em banga xwe bigihînin hemî dayikên me kurdan ku ew li ziman bibin xwedî û zarokên xwe fêrî ziman bikin   Narîn Omer   Ez her dem dibêjim: xwezî ez fêrî hemî zimanên cîhanî û yên hemî netew û miletan bibim da ez êş û janên miletê xwe û doza gelê xwe bigihînim wan bi awayên rast û dirust. Wan bi çand, huner û ramanên kurdî bidim nasîn. Her wiha ji wan re şîrove bikim. Min xwest ez bi van peyvan dest pê bikim da ez diyar bikim ku hînbûna mirov ji zimanan re ne şerm e eger ew li zimanê xwe guhdar û miqate be.   Em gelê xwe yê kurd gunehbar nabînin dema ew bi zimanê biyanî diaxivin, dinivîsin û berheman diweşînin, lê belê ew gunehkar in dema tenê ew xwe fêrî zimanên biyanî dikin û xwe hînî yê dayikî nakin. Ji ber ku ziman nasnameya mirov û gelan e. Em kurd weke miletekî bindest zimanê me yê kurdî em ji windabûnê parastiye û heta niha jî me ji belavbûnê diparêze. Di destpêka sedsaliya 20'an de û ji encama raperîn, şoreşên cîhanî ji hemî hêlan ve yên civakî, aborî, çandî, ramyarî û konevanî me kurdan jî xwest ku rola me di vê guhertinê hebe û me hewil dan ku em mafên xwe vegerînin û armancên xwe pêk bînin lê mixabin lîstik û berjewendiyên hêz û welatên mezin daxwazên me bê hêvî kirin, belê wan welatê yê yekbûyî Kurdistan kirin çar parçe. Lewma me hewil da ku em hebûna xwe bi çand, folklor û kevneşopiyên xwe biparêzin tevlî karê çekdarî û konevanî.    Kurdên bi zimanên biyanî diaxivin û divîsin erê dikin ku ew fêrî erebî yan farisî yan tirkî bûne di dibistanan de ji ber ku akademî û dibistanên bi zimanê kurdî di wê demê de nebûn, lê ew di heman demê de dibêjin ku ew bi kurdî diaxivin ta ku berî bikevin dibistanan û heta niha jî axaftin û danûstandina wan bi kurdî ye, gelo ma nakokî di navbera van gotinan de ne diyar e? Hin kurd  dibêjin ku Zimanê Kurdî ne zimanê zanînê ye û têra pirbûna raman û germbûna hestên wan nake û tenê ew zimanê helbestê ye lê ji mijarên dîrokî û felsefî û aborî re nivîsîn pê pir zor e yan jî qels e û gazin hene ku zimanê kurdî têra derbirîna hestên mirov nake û dibêjin ku hîna beşeke mezin ji me bi zaravayên xwe yan bi tîpên corbicor dinivîsin. Helbet dema em li ser van bihane û mercan rawestin wê ji me re diyar bibe ku ew şaş in û tu caran pirbûna hemzaravan ji ziman re nabe şerm an kêmasî, belê ew nîşana têrbûna wî zimanî ye. Ya duduyan zimanê kurdî têra hemî babet û mijaran dike û ew yek ji wan zimanên têrpeyv û bêje ye, ew bi wateyên kûr û bi sûd e.   Di vê derbarê de em dikarin gotinên zanyarên zimên li bîr bînin dema ew dibêjin û erê dikin ku 6000 ziman li tevayî cîhanê hene lê ji van tenê 100 ziman bêhtir axaftin bi wan dibe û zimanê kurdî yek ji va ye, pirs ew e: Çima pir ziman ji hola cîhanê hatin rakirin û windakirin, çima zimanê kurdî maye û berdewam e? Helbet ev ji encama xurtbûn û resenbingeha zimanê me ye û ji encama parastina gelê me ji vî zimanî re ye ji sedê salan ta vê demê. Ya pêwîst ew e ku em jî wî biparêzin û hezkirina zimên di dil û raman û cînavê nifşên niha û yên pêşerojê de biçînin û bi hez û evîniyê av bidin.   Ji me hemiyan tê xwestin ku em zimanê xwe biparêzin. Divê her kurdek li hemî hêlên cîhan û gerdûnê xwe xwediyê zimên bibîne. Divê her kes ziman ji xwe re wekî sedema hebûn, berdewamiya xwe û gel bibîne. Hêjayî gotinê ye ku em banga xwe bigihînin hemî dayikên me kurdan ku ew li ziman bibin xwedî û zarokên xwe fêrî ziman bikin. Ji ber ku dayik bingeha malbatê ye û mamosteya zarokan a yekemîn e û zarok di malzaroka wê de fêrî zimanê wê dibin.