Ji girtîgeha Gebzeyê name hat! 2021-01-14 09:08:01   “Ez, ji ber êşên hevzayendên min dikşînin, zor û zehmetiyên dibînin dizanim, bi morelek mezin li ber xwe didim. Ez ê li ber xwe bidim jî. Ji ber dizanim ku berxwedan jiyane.”   Gul Guzel   Em guh bidin girtiya siyasî Şadiye Manak ya 28 sale girtiye û 50 hevalê wê yên jin:Ji aliyê îdareya girtîgehê ve di 27’ê Mijara 2020’an de bi ser koxuşên me de hatin girtin û hemû alavên me hatin desteserkirin.   Birêz Susanne merheba,   Ez ji dil bi hezkirin silav dikim, hembêz dikim. Me qerta te girt. Bi rastî ji bo me surprîz bû. Ji bo vê surprîza te spas. Hewcedariya me jî bi serdaneke wisa ya dostane hebû.   Belê, wek min gotibû, hewce bi naskirina xwe nabînim. Di esasê de ji ber tu hemû çîrokên dîrokî yên kurdan dizanî, tu min jî nas dikî. Heta ne tenê kurdan, tu çîroka hemû jin û bindestan jî dizanî.   Ez û hevala Gul Guzel bi salane hev nas dikin. Hevalek bi hestyare. Ez navnîşanekê nebînim, an jî hewcedarî bi wergerê hebe ez ji Gul alîkarî dixwazim. Wek min gelek kes ji wê re dinivîsin. Bêguman wê jî wek te surprîz kir. Dema me ji rê name dinivîsî, me derd û pirsgirêkên xwe parve dikir. Wê jî nameyên me kirine pirtûk. Ji min re jî şand. Dema min dît matmayî mam. Ji bo min bû surprîz.    Belê niha ez behsa Gul bikim wê geşedana dawî jî parve bikim. Di 27’ê Mijdara 2020’an de bi ser koguşê me de girtin. Gotin ‘biryara dadgehê ye’ û her tiştê me girtin û kirin poşetê çopê û birin. Bawerim hevala Ayten di nameyê de nivîsiye. Ez dubare nekim. Nivîsên hevalên me yên ku bi salan bû ked dabûn û nivîbûn xistin wan poşetan û birin. Min jî xwest ez vê rewşê bi Rêxistina Nivîskarên Cîhanê (PEN) re parve bikim. Navnîşana PEN’ê jî li lênûskên me bûn. Ji ber hemû alavên me birin navnîşan jî ligel min tunebû. Ji ber vê min ji Gulê re şand. Lê îdara girtîgehê dest danî ser vê jî. Îdia kirin ku ‘min tiştên derew û şaş nivîsiye’ û lêpirsîna dîsîplînê vekirin. Min îtîrazê lêpirsînê kir. Ez ê heta DMME’ê îtîraz bikim û li mafê xwe bigerim. Nameya birêz Gul jî ma.   Tiştên em li vir dijîn bibînin, îhtîmalek mezin wê mirov bawer nekin. Ji ber mirov li vir tên tirsandin û şexsî dihêlin, xwedî derketina li heqîqet û rastiyê jî zehmet dibe. Hevalek me, biraziyê wê ligel pîra xwe dima. Ji ber kes tunebûye neçar maye derkeve derve û bi hinceta binpêkirina korona 3 hezar TL pere ceza lê birîne. Lê li vir ketin odeya me û bi pêlavan geryan. Bi lepikên xwe destê xwe bi her tiştî kirin.   Nayê bîra min ka di pirtûka min xwendiye de dinivîse an na. Ez 28 sale girtî me. Ji ber welatê me ne cihekî zêde bi ewleye û min ji bilî hinek wêne û nameyan tu xebata xwe neşand cem malbatê. Yanî xebatên min yên 28 salan ligel min bûn. Di vê lêgerînê de her tiştê min birin. Her tişt birin. Ne pêkane hemûyî vebêjim. Bi kurtasî min xwest parve bikim. 50 jin û her yek xwedî lîsteyek wisa ye. Vê rewşê êdî hun texmîn bikin.   *Lênûskên vala, qert, zerf, kaxiz   *Lênûskên min yên navnîşanê   *Rojnîvîskên min   *Lênûskên helbesetên min   *Xebata min ya destanê   *Xebata min ya herî kêm ji 50 klamî pêk dihat   *Lênûskên min yên çîrokan   *Xebata komkirina çîrokan   *Xebatên wergerê   *Lênûskên min yên xebata gramer û ziman   *Nivîsên min yên lêkolînê   *Lênûskên min yên ji nîşeyên min girtibûn pêk dihatin   *Xebata min ya romanê   *Nameyên min   *Wêne û albumên min   *Radyoya min ya marka wê Sony ya min ji kantînê girtibû   *Kelepça sazê   *Lênûsa ku min nameyên hezkiriyên xwe lê nivîsîbû.   Yanî bi kurtasî birêz Susanne, berhemên min yên aborî manewî yên 28 salan hatin desteserkirin. Ji ber min xwest ez vê bi hevala xwe re parve bikim nameya min hat desteserkirin. Ez, ji ber êşên hevzayendên min dikşînin, zor û zehmetiyên dibînin dizanim, bi morelek mezin li ber xwe didim. Ez ê li ber xwe bidim jî. Ji ber dizanim ku berxwedan jiyane.   Dîsa ji bo eleqe û hestyarbûna te spas dikim. Ji dayika xwe re, hevalên gel xwe re gelek silav dike.   Silav û rêz,   12.12.2020, Şadiye Manap   Saziya Înfaza Cezaya Girtî ya Jinan a Gebzeyê