Em xwe diparêzin... 2020-11-10 09:04:33   "Jina ku xwe civaka xwe, xwezayê û mirovahiyê biparêze rêxistinkirî ye. Ji ber vê em peymana bi zîhniyeta mêr a ku xwe ferz dike û ya bi pergalê re red dikin û em peymana civakî diparêzin."   Gulbahar Alpsoy   Di demeke ku em di çarçoveya kampanya xwe diparêzin de ber bi 25'ê Mijdarê ve diçin, ez dixwazim balê bikişînim ser navê kampanya ku me daye destpêkirin û wateya navê wê ku çima me pêdivî pê dîtiye.    Em dema parastinê wekî têgeh bigirin dest zîhniyeta me çi be em ê li gorî zîhniyeta xwe wateyê bidinê û bi teşe bikin. Wekî mînak parastin ji bo me berpirsiyariyeke xwezayî ya jiyan û danjiyandinê ye. Ji bo civakeke adîl xwedî ahlaq û polîtîk ku em dixwazin parastina rewa divê. Lê ji bo zîhniyeta mêr ku ji kurahiya wateya jiyanê dûr e parasstin, wekî têgeh ji bo berjewendiyên xwe kuştin, tecawiz, dagirkirin, tecrîd, bê edaletî, derew û bê usulî ye.  Ji ber wê ye ku dema em jin dibêjin parastin îqtîdara ku vê wekî hilweşîn û ji bo serweriya xwe xeter dibîne û bi tundiya dike dixwaze têkoşîna jinê vala derxîne. Zîhniyeta hegemonîk ya îqtîdarparêz her ku dîroka xwe heyî kiriye bi naveroka têgehan dilîze, tişta rast şaş, ya şaş jî wekî ku rast be pênase dike û bîra mirovan tevlihev kiriye .Ya herî xeter jî ew e ku ev yek ji bo berjewendiyên xwe li ser civakê ferz kirye. Li dijî neheqiyê neparastin normalîze kirye, kesên ku îqtîdara mêr dipejirînin jî ewlehiya wan misoger dike. Lê li gel vê jî herî zêde mêran zext û zilm li jinan kirine.  Kesên ku vê zilmê dikin wekî parêstvan hatine nîşandan û yên ku serî rakirine jî hatine sucdarkirin.    Jina ku xwe civaka xwe, xwezayê û mirovahiyê biparêze rêxistinkirî ye. Ji ber vê em peymana bi zîhniyeta mêr a ku xwe ferz dike û ya bi pergalê re red dikin û em peymana civakî diparêzin. Em fikra jinê û çalakiyên wê esas digirin. Em dibêjin dema ku em destên hev bigirin û hêzê bidin hev, pêdiviya me bi tu kesî tune ye û em dikarin xwe biparêzin.       Mijara yekem a kampanya me ya "Em xwe diparêzin" li ser hînbûn û zanebûnê ye. Em bi vê dixwazin gotina çima em xwe diparêzin vebêjin û ya duyem jî bi zanîna xwe ya ku me pêş ve biriye em dixwazin xwe rêxistin bikin, em jin mil bidin hev û li qadan dengê xwe bilind bikin.     Xweparastin bersîva li hember bêrûmetiyê ye.    Xweparastin hezkirna ji xweza û jiyanê ye.   Dema ku em xwe diparêzin em cîhanê û gerdûnê jî diparêzin. Ji ber ku li cîhanê gerdûn jî di xwezaya xwe de bi rengê jinê ye. Rengê me ahengî lihevhatin û azadî ye...   Em xwe diparêzin ji ber ku dagirkirin, tecrîd, tecawz, îşkence, kuştin ne çarenûs e, êrîşa li hember mirovahiyê ye û sûc e. Em ê li hember sûc û êrîşan serî netewînin.