Niha ji bo jinan jî dema azadiyê ye 2020-11-09 09:09:07   "Têkoşîna ku jin li dijî pergala kapîtalîst didin ketiye merhaleyeke nû.  Pergala Şaristaniyê ya 5 hezar sal ku mêr jê re serweriyê dikin û pergala kapîtalîst ya ku xwe li ser netewdewletan heyî dike, wê bi têkoşîna jinan a azadiyê bê guhertin."    Sebahat Tuncel   Ji bo jinan têkoşîn di zikê dayikê de dest pê dike. Di civaka baviksalar de zarokên keç li gorî yên law bê şens in .Rola mêr û jinê ji zarokatiyê de di nava malbatê de tê destpêkirin. Di pergala ku mêr li navenda wê cih digire de hemû qanûn li gorî mêran tên derxistin. Li dijî vê pergalê jin jî têkoşîna hebûnê didin û ji bo ku hebûna xwe biparêzin ji zarokatiya xwe de hînî têkoşînê dibin.  Hemû dema xwe bi têkoşîna li dijî patrîyarkayê derbas dikin. Di be ku nikaribin vê bi awayekî polîtîk vebêjin, dibe ku ne di nava siyasetê û ne rêxistinkirî bin. Lê her roj bi milyonan jin li dijî pergala ku wan bê nefes dihêle têkoşînê didin. Ev têkoşîna wan li malan, li kolanan, li nav zeviyan, di nava pergala kapîtalîst de li karegeh û fabrîkayan û her wiha li hemû qadên jiyanê berdewam dike.     Em di pêvajoyeke ku tundî, destdirêjî, tecwiz û qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe ku jin serî radikin û dibêjin "em dixwazin bijîn" re derbas dibin. Dema guhertina pergala ku jin tê de dijîn hatiye û derbas dibe. Niha ji bo jinan jî dem dema azadiyê ye. Em jin ji bo ku pêşeroja xwe misoger bikin û azadiya xwe bi dest bixin, divê ji tecrûbeyên xwe yên di dîrokê jî sûcdê bigirin û rêxistina xwe xurt bikin.  Ji bo vê jî divê em rewşa tê de di warê dîrokî, civakî, aborû û çandî de baş analîz bikin, em tecrûbeyên xwe yên dema borî yên berxwedan û têkoşînê jî li ber çav bigirin û ji bo xwe rêyekê vekin. Ew hêza me ya ku em vê pergalê biguherînin heye tenê divê em hêza xwe ferq bikin.   Newekheviya zayendî ya di roja me de divê wekî encamên civaka patriyarkal a kapîtalîst bên alnalîzkirin. Divê bê zanîn ku binpêkirina mafên jinan, desteserkirina keda wan, tecrîdkirina wan a ji nava civakê û hepskirina wan li qadeke taybet berhema pergala ku mêr lê serwer e.  Îro jinên ku têkoşîna wekhevî û azadiyê didin, divê xebatên bi heqdestê, karê malê, zayendetî, çand, tundî û dewletê baş analîz bikin.  Li van hemû qadan her roj rola jin û mêr a li gorî pergala kapîtalîst tê nûkirin. Her roj li van qadan parastina mêrê ku keda jinê desteser dike tê kirin. Zêdebûna tundiya li ser jinê ne tesaduf e. Newkheviya di navbera mêr û jinê de, tehakum û hiyerarşî hemû têkiliyên civakî diyar dike. Ev newekhevî çavkaniya bingehîn a tundiya li ser jinê ye .Ev ecama serweriya bi rêxistin ya mêr e. Netwedewlet xwe li ser vê heyî dike. Dewlet li gel kapîtalîstî û neteweperestiya xwe patriyarkale jî. Ji ber vê ye ku dewlet tundiya li jinê tê kirin, destdirêjî, tecwiz, desteserkirina keda jinê cudakariya li hemberî jinê bi polîtîkayên ku pêş dixe, qanûnên ku çêdike dide berdewamkirin.  Heta ku ev rewşa "mêrantiyê" ya dewletê neguhere wê jin azad nebin.   Herçend ku pirsgirêka jinan a wekhevî û azadiyê bi awayekî rastyeqîn çareser nebibe jî di encam keda jinan a bi hezaran salan û têkoşîna wan a azadiyê de jinan destkeftiyên mezin bi dest xistine.  Sedsala 21'ê li ser van danhev û tecrûbeyan bi teşe bûye. Herçend ku zîhniyeta serdest a mêr, di nivîsandina dîrokê de nasnameya jinên xwedî hêz  veşartibe jî van jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe ji bo ku em wan bibînin bi awayekî zelal şopa xwe ji me re li dîrokê hiştine. Di roja me de jinên têkoşer berxwedan û têkoşîna xwe li berxwedana jinên di dîrokê de zêde kiriye. Di serî de jinên kurd li hemû hêlên cîhanê jinan tecrûbeyên xwe li tecrûbeya jinên di dîrokê de zêde kirin.  Ji van cihên ku jinan tecrûbeyên xwe li yên jinên di dîrokê de zêde kirine yek jê jî zindan in.  Li Tirkiyeyê bi taybetî piştî Darbeya faşîst a 12'ê Îlonê, jinên ku li zindana Amed, Mamak hwd. li dijî zilmê li ber xwe dan vê  têkoşîna wan îro têkoşîna jinan a girseyî bi xwe re aniye. Jin û zarokên girtiyên siyasî yên dema 12'ê Îlona 1980'yî ku li ber deriyê girtîgehan poltîk bûn di nav demê de ev zanînên xwe veguherandin xebateke rêxistinî. Kevneşopiya berxwedanê ya jinê ku di 1980'yî de ji aliyê Sakîne Cansiz ve li Girtîgeha Amedê li dijî îşkenceyê hat destpêkirin, îro jî ji aliyê jinên siyasetmedar ve berdewam dike. Têkoşîna azadiya kurd ku jinên kurd di nav de cih girtin bi xwe re gelek guhertin anîn. Di salên 90'î de piştî ku jinan di nava têkoşîna azadiyê de cih girtin, li Nisêbîn û li Cizîrê ji serhildanan re pêşengtî kirin û tevlibûna jinan a nava siyasetê ya bi rêxistin misoger kirin. Xeta azadiya jinan ku di 1080'yî de hat avakirin di salên 1990'î de gîhaşt girseyan, hat sazîkirin û îro jî ev têkoşîna wan hem li zindanan û hem jî li derve berdewam dike.  Vê rêxstinbûna jinan û têkoşîna wan a bi salan, bi xwe re pergala hevserokatiyê, nûnertiya wekhev, îstîhdamkirina jinan anî û li dijî tundiya li ser jinan bi xwe re xeta têkoşîna azadiya jinê ava kir. Lê ev ne bes e. Ji ber ku li hemberî serweriya mêr berxwedana jinan têkoşîna xweparastin û hebûnê ye.     Çareseriya pirsgirêka azadiya jinê ne tenê jiyana jinê, dê jiyana hemû civakê biguherîne. Jina ku pêşengtiya berxwedanê dike, di heman demê de jî berxwedana civakê ye. Pêşengtiya berxwedanê ya jinên kurd bi du aliyan ve didome. Ya yekem ji bo wekhevî, azadî, demokrasiye û ya duyem jî azadî û wekheviya jinê ye. Jinên kurd di her du bingehan de bi heman deme têkoşînekê didin. Ya din kurbana ya din nakin û her du têkoşînan bi hev re dikin, ji bo pêşxistina pergala azadiya jinê ev herdû xal girîng in. Heke di xeta me ya azadiya jinê de qelsiyek pêk bê dê têkoşîna me hedef bê girtin û serdestiya mêr jî we tiştî dê wekî firsendek bikarbîne. Ji ber vê sedemê divê di têkoşîna xeta azadiya jinan de li hemberî derve têkoşînek bi biryar bê dayîn. Berxwedan û têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê ji bo guherîna civakê bi bandor e. Ev tişt bû sedem ku jin di qada siyasî, aborî û civakî de bên dîtin. Her çend jin bi şîdetê tê rojevê jî biryarbûna jinê ya têkoşînê bû sedem ku jin di qada siyasî, civakî û xebatê de bên dîtin. Zîhniyeta ku jinê nabîne, jinê hepse malê dike û li hemberî jinê zextê dimeşîne, ji jina azad, têkoşer, berxwedêr û civakî temsil dike ditirse. Ji ber vê sedemê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan û tevgera jinan her tim bûn hedef. Lê divê bê zanîn ku ev polîtîka dê neghijin armancên xwe. Mînak, di şer, pêvçûnên ku di dema rêveberiyên xweser de pêk hatî de bedena jinê hat tazîkirin û hat teşhîrkirin. Lê jinan li dijî wê yeke cilên berxwedanê li xwe kirin. Ev tişt jî bêtir pergalê tirsand.    Berxwedana jinên li Rojava û Şengalê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pêk hatî ji bo mirovatî û jinan bû hêviyek mezin. Rastiya jinên ku li dijî serdestiya mêr, koletiyê û kedxwariyê li ber xwe dide û têdikoşe heye. Berxwedan bi xwe hêvî û biryarbûna serkeftinê nîşan dide. Têkoşîn û berxwedana jinê hêviyan bêtir mezin dike.   Sedsala 21’an dê ji bo mirovatiyê bibe hêviyek û jiyanek nû. Ev pêvajo dê bi têkoşîna û berxwedana tevgeran ve bê nîşandan. Li vir jî têkoşîna herî girîng jî azadiya jinê ye. Têkoşîna jinan a li dijî pergala kapîtalîst a serdestiya mêr xalek girîng e. Jin dê bi têkoşîna azadî û wekheviyê bandorê li ser pergala şaristaniyê ya 5 hezar salan, netew-dewlet ê ku sazûmaniya kapitalîzmê kiriye bike. Me di Şoreşa Rojava de dît ku jin ne tenê di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de, di avakirina pergala azadiyê ya jinan, afirandina qanûnan, di pêvajoyên siyasî, civakî, aborî û ekolojiye de, di avakirina jiyanekî nû de  rolek aktîf girtin. Di berxwedana ku bi hezar sal in ji bo avakirin û pêşxistina pergala demokratîk, ekolojik û azad de tê kirin rola jinê girîng e. Ji bo avakirina pergala demokratîk, ekolojîk û azad a jinê divê têkoşîneke berfireh, domdar û bi bîryar bê meşandin.   Bi pergala modernîteya kapîtalîst re pirsgirêkên wekî siyasî, aborî, ekolojîk, civakî û azadiya jinê zêde dibin, her wiha li hemberî pergalê jî îtîraz her roja ku derbas dibe zêde dibin. Lê belê ev îtîraz hêj nehatiye asta avakirina pergalekî nû û ev îtîraz nikare modernîteya kapîtalîst derbas bike. Herî dawiyê di pandemiyê de ev tişt derket holê. Ev pergala modernîteya kapîtalîst li hemberî pirsgirêka ku derketî holê tenduristiya mirovan û ewlehiya mirovan xist bin xetereyê. Li hemberî civakê amûrên zext û zordariyê bikar anîn û bi rêya faşîzmê xwest civakê kontrol bikin. Li dijî rastiya ku wisa derketî holê, kesên ku jiyanek nû dixwazin divê li gorî vê xwe birêxistin bikin, bi pergala heyî re nexebitin û pergala xwe avabikin, ev tişt hewcedariyek e. Lê belê ev mumkin e gelo? Mumkin e. Pergal niha di nava krîzê de ye, ji bo krîzê derkeve niha di nava lêgerîna alternatîfan de ne. Rastî ew ê ku jin bi pergala demokratîk, ekolojik û azadiya jinê dikarin jiyanek nû avabikin û pêşengtiyê jî bikin.   Îro jin pirsgirêkên wekî civakî, siyasî, aborî û hwd dike rojev, li dijî faşizm, dîktatorî, nîjadî, netewperestiyê, zayendperestiyê, oldariyê têkoşinek dide û pêşengtiyê dike. Ev tişt ji bo wekhevî, azadî û demokrasiya gelan hêviyek mezin e. Niha dem dema mezinkirina azadiyeyê. Tişta ku dikeve ser milê me jî em ê bikin.