Jinên êzidî ku bê îrade hatin hiştin bûn îradeya civaka xwe 2020-10-28 09:11:41   Wêneyên Şandeya Jinên Êzidî ya di hevdîtinên li Silêmanî û Bexdayê ku derketin holê divê mirov hêsan şîrove neke. Jinên ku bi salan di nava civakê de bê îrade hatibûn hiştin îro li dijî bê îradehiştina civaka êzidî ketin nava liv û tevgerê.   Leyla Ayaz    Îxanet, di dîroka Kurdistanê de her tim birîna ku tu carî nayê derman kirin e. Her îxanetek li pêy xwe encamên giran ên bi dehan salan didomîne dihêle. Aliyek berxwedan û aliyek jî îxanet e.    Li ser her bihostekê axa Kurdistanê êş, kul, derd û xem… bindestî, îxanet û dijminatî…  têkoşîn, berxwedan û serî rakirinek heye… Her parçeyekî Kurdistanê dîrokek wî heye, lê dîrokek wan a hevpar jî heye ku ev jî li dijî bindestiyê serî rakirin e…    Em naxwazin meseleya xwe zêde dirêj û dûr bikin. Mijara Şengalê niha mijara herî germ a Kurdistaniyan e. Civaka êzidî bi fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re bêtir ket rojeva me. Hovitiya ku li vir hat kirin li tu derê cîhanê nehatibû kirin. Civaka ku di encama îxanetê de bê parastin hat hiştin wekê bizmarekî di mejiyê her kurd û Kurdistaniyan de asê ma. Ev roj ji bo êzidiyan rojek reş bû.   Di kelegerma tebaxê de sawek wisa belavî Şengalê bû ku bedena mirovan lerizî. Qêrîna bi hezaran jin û zarokan gihaşt erş û esmanan. Ji bo xwe ji xofdariyê rizgar bikin bê cil, bê pêlav û bê tişt di nava toz, duman, kevir û qirşikan de zarokên xwe li pêy xwe xiriqandin. Li dijî hovitiyê ber bi mirinê ve bi rêketin. Çiyayên Şengalê ji bo êzidiyan bû stargehek. Lê stargehekê bê avî bê xwarin û bê parastin bû.    Ne dengê wan hat bihistin û ne jî rondîkên çavên wan hatin dîtin. Mirovahî li hemberî êzidiyan ketibû nav xewa mirinê. Yên ku dimir ne êzidi bûn mirovahî bû. Cîhanê yekser wezîfeya xwe ya kor, ker û lalbûyînê bi cih anî û heta îro jî ji xewa mirinê hişyar nebûne..!    Hovitiyên ku hatî binaxkirin îro yek bi yek derdikevin holê. Çend roj beriya niha goreke komî li gundê Solaxê yê Şengalê hat dîtin ku 80 jin û 12 zarok lê hatibûn binaxkirin. Rastiya ku hatibû binaxkirin bi vekirina gorên komî niha derdikeve rûyê erdê.    6 sal in li Şengalê ligel ew qas êş û birînên bê derman hewldaneke avakirina jiyanek nû hat pêşxistin. Ev tişt bi bedelên gelek giran hat afirandin. Li vir jiyan; bêyî vîna hêzên desthilatdar hat hunandin. Li dijî fermanên din, hişmendiyên paşverû û pergala serdest yek bi yek li beşên jiyanê rêxistinbûyin hat pêşxistin. Ji bo êzidiyan xweparastin mijara herî girîng û esas bû. Êzidiyan berê jî tenêmayîn tecrûbe kiribûn. Hemû hewldan û rêxistinbûn li dijî fermaneke din ku bê kirin bû.    Avakirin, afirandin û têşedayîna jiyanek nû bi taybetî ji bo jinên êzidî bêtir girîng bû. Ji ber ku di nava 6 salan de jiyana jinê yekser veguherî. Li gel hişmendiya heyî rêwitiya jiyana azad a jinên êzidî ne ew qas hêsan bû, lê jinan ligel her zehmetiyê biryara xwe ya rêwitiya azadiyê dabûn.    Wêneyên Şandeya Jinên Êzidî ya di hevdîtinên li Silêmanî û Bexdayê ku derketin holê divê mirov hêsan şîrove neke. Jinên ku bi salan di nava civakê de bê îrade hatibûn hiştin îro li dijî bê îradehiştina civaka êzidî ketin nava liv û tevgerê. Ji bo jinên êzidî hevpeymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de hatî îmzekirin tê wateya rûbirûhiştina qirkirinek din. Rastiyek heye ku li dijî hebûna civakek an jî netewekê di serî de jin hedef tên girtin û tên qirkirin. Di 3'yê tebaxê de jî wisa bû; di serî de jin hatin kuştin, li bazaran hatin firotin û li qadan hatin şewitandin...    Jinên êzidî kul û êşên xwe yên bisalan di kûrahiya dilê xwe de veşartin û bi hêrsa xwe ya bi salan daketin qadan û li dijî dijminatî û xayintiya mirovatiyê helwesta xwe diyar kirin. Bi awirên xwe yên hişk, gotinên xwe yên zelal helwesta xwe ya azadiyê nîşan dan. Li Bexda û Silêmaniyê ji bo pêşeroja êzidiyan xebatên dîplomasiyê kirin. Divê gotin û hewldana jinan yek bi yek baş bê şîrovekirin. Ji ber ku di encama bedeleke giran de ev helwest derketin holê. Gotinên jinan zelal in. Lê belê dil dixwaze ku bêdengiya di 3’yê tebaxê de pêk hatî careke din dubare nebe.