'Serkeftin wê tarîtiyê ronî bike' 2020-09-12 09:02:30   Di mijara yekrêziya kurdî de bila kurd berjewendiyên xwe yên siyasî û kesayetî bidin alî û li şûna wê berjewendiyên manewî ji bo tevahî civakê pêş bixin. Bila pakrewanên Kurdistanê di gorê xwe de rehet razên û armanca ku ji bo wê canê xwe feda kirine bên pêk anîn.    Sorgul Şêxo    Her ku xeyalên Gelê Kurd ber bi pêkanînê ve diçe, tevgera xwînxwarên Gelê Kurd zêde dibe û xeyalên şehîdan pêk tên. Têkoşerên azadiyê ewin yên ku di pêkanîna xeyalên gelê xwe û têkbirina terorê de, canê xwe kirin mertalên fedekariyê. Hêzên desthilatdar li ser tunekirina kurdiyatiyê li hev dikin. Yên ku dixwaze kurdan tune bike û berjewendiyên xwe li ser hesabê civaka kurd pêk bînin, kurd ên zeyîf li hember îradeya gelekî bi kar tine. Kurd bi dest û biryara kesên ku mixabin navê Kurdiyatiyê li xwe kirin e têne qetilkirin.    Yên ku îro di planên birakujiyê de li hev dikin, wê dîrok di nava rûpelên xwe de bîne ser ziman. Li şûna ku di rojeke weke îro de li hewirdorê Kurdistanê agirekî dijwar vêketiye li kêleka hev bisekinin, dijberî wê dijminatiya hev dikin. Li ser tunekirina civaka xwe hevpeymanan bi dijminan re çêdikin û mirovên kurd li ortê di nava vî agirê de dişewite.    Gelê Kurd ji her demê bêtir îro hebûna xwe mayinde kiriye, mînaka wê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Ev yek têrê nakê, ger ku aliyên din yên Kurdistanê ji bo deskeftiyên vê şoreşê pişgirtiya xwe pêşkêş nekin wê her destkeftiyên kurdan di nava êrîşan de bên perçiqandin. Kurdên ku îro destê xwe bi yê dijminan re dikin yek wê encamên pir xirab bigire, ji ber yên ku alikariya dijminan dikin ku welatê wan dagir bike ew mirovên herî qirêjin. Pêwiste kurd li ser çarenûsa civaka xwe bifikire û hemû hêza xwe bike di şerê dijmin de.    Derengmayina têghiştina encamên rast ji bo yekrêziya kurdî dikeve xizmeta dijminê Gelê Kurd e. Li şûna hewildanên parçekirinê hevgirtinek pêwist e. Ger ev neyê kirin wê dîrok bibe şahidê gelek bûyerên bi êş. Bila para her kurdekî welatparêz di avakirina yekîtiyê de hebe.   Jiyana azad, wekhev, demokratîk û bi rûmet bi yekrêziyê wê ji bo civaka kurd mayinde bibe. Li hember taritiyê sekeftin û roniya xwe vede.  Dilê mirovê kurd wê şad bibe û bi yekrêziyê kurdî re wê xeyalên pêşerojê ji bo nifşên nû vejin bike. Bila yekrêziya kurdî bibe bersiva xurt ji dijminên Kurdistanê re.    Di mijara yekrêziya kurdî de bila kurd berjewendiyên xwe yên siyasî û kesayetî bidin alî û li şûna wê berjewendiyên manewî ji bo tevahî civakê pêş bixin. Bila pakrewanên Kurdistanê di gorê xwe de rehet razên û armanca ku ji bo wê canê xwe feda kirine bên pêk anîn.