Ronahiya Jiyana Azad: Denîz Firat 2020-08-10 09:04:14   Çawa ku çavên Denîz diteyisî lensa kamereya wê jî diteyisî. Di her kêliya ku çavên xwe vedikir û digirt wêneyek digirt û dikir mîrasa dîrokê, ji ber vê baş dizanibû ku dîrok her dem xwe li ser mîrasê heqîqet û rastiyê mayinde dike.    Mîlan Cûdî   Belê, dema ku min li wêneyên Denîz Firat meyze kir di dilê min de hestekî pir cuda hate avakirin, ji bo wê jî min xwe di bin barekî de hîs kir ku pêwîst e em weke şopdarên Denîzan û Nûjyanan erkê ku dikeve ser milên me jinên rojnameger bi awayekî herî baş pêk bînin. Min nekarî pêşî li pênûsa xwe bigirim, ji ber çawa çavê pênûsa min li ronahiya çavên Denîz ket wê demê ji heyecanan pênûs di destê min de lerizî. Ya rastî min tu carî pênûsa xwe wiha asî nedîtibû, her dem di nava lêgerîna peyvan û hevokan de bû ku bikaribe eşqa azadiyê ya Denîz bi her kesî re parve bike.     Bi rastî jî dema mirov li hundirê çavên Denîz temaşe dike wê demê êdî mirov nikare xwe bigire, çavên mirov bi xwe tije dibe, dema ku min di wêneyan de dît ku dayik û bavê Denîz wêneyê keça xwe girtine destên xwe û li cihê ku keça wan şehîd bûbû rûniştibûn, min di çavên wan de hêviyek mezin ya vegera Denîz li hembêza dayik û bavê xwe dît, êdî di wan kêliyan de min nekarî pêşî li rondikên dilê xwe bigirim. Ji ber jiyana bi hesrte tiştekî pir zor e, çawa ku her jinek di nava civakê de bi hesreta ku azadiya xwe bi dest bixin dijîn, dayik û bavê Denîz Firat jî bi wê hesretê ne ku rojekê wê keça wan li wan vegere û bêhnekî kûr jê bigirin.    Min Denîz nedîtibû lê dema ku min li wêneyên wê temaşe kir weke ku bi salane ez li gel bim, ji ber hevala Denîz her tiştên xwe di çavên xwe de ji me re vedibêje. Xewn û xeyalê min her dem ew bû ku bibim şagirtekî Denîz Firat û Nujiyan Erhan, dibe ku ez nebûm şagirtê wan, lê her dem ew bûbûn mamosteyên min ne tenê yê ragihandinê di nava cîhanê de mamosteyên herî mezin bûn. Ez her tim heyranê hostatiya wan bûm di nava şer û jiyanê de, bi taybetî jî Rêheval Denîz ruxmî ku di nava şerdên penabertiyê de mezin bûbû lê tu carî nesekinî. Weke çawa dayika wê jî qala wê dikir  û digot “Denîza min her penaberî dît û di nava wê êşê de mezin bû, lê keça min gelek zû mezin bû û pir tişt jî fêr bû. Denîz wiha bûbû hostaya jiyana azad.”    Min li jor jî diyar kiribû ku min ew jina têkoşer nedîtibû tenê min li wêneyên wê temaşe kir, lê dema ku çavên min li biriqîna çavên wê ket ji kûrahiya dilê xwe de min ew hîs kir. Ji bo wê jî tiştê ku min weke kesayet di nava deryaya hestan de jiyam xwest bi we re parve bikim. Jina têkoşer Denîz Firat bi rastî jî weke navê xwe bû deryaya welatê xwe, her dem di nava lêgerîna heqîqetê de bû, tenê hedefa wê ew bû ku bibe çavê rastiya jiyana azad, wîjdanê gelên bindest, hêviya tevahî jinên cîhanê û rondikên dayikên aştiyê. Belê; Denîz xwe gihand xewin û xeyalên xwe yên zarokatiyê, bû sembûla jiyana azad, jinên têkoşer û azadîxwaz.    Çawa ku çavên Denîz diteyisî lensa kamereya wê jî diteyisî. Di her kêliya ku çavên xwe vedikir û digirt wêneyek digirt û dikir mîrasa dîrokê, ji ber vê baş dizanibû ku dîrok her dem xwe li ser mîrasê heqîqet û rastiyê mayinde dike. Denîz ketibû ferq û zanista erka ku dikeve ser milên wê û ji bo wê jî dema ku min di wêneyan de dît wênekêşa wê di destê wê de ye, weke ku gerdûn girtiye nava dilê xwe û mirov ew eşq û hezikirin bi çavên xwe didît ka çawa ji nava lêvên wê dibariya. Belê ez bawer im ku dîrokê gelek mîras ji me re veşartine, yek ji wan mîrasan jî ronahî û şewqa jina azad Denîz Firat e.