Berxwedana Kurdên Êzidî ya li dijî mêtingeran 2020-08-03 10:34:21   Şengal birînên xwe bi rêxistinbûyîna hêza xwe ya jinê dikewîne, lê heya ku ev ferman ji aliyê Netewên Yekbûyî ve neyê qebûlkirin û çeteyên ku sûc li hember jinên Êzidî kirin, bi dadgeheke navneteweyî re neyên cezakirin, wê kela dilê şêniyên Şengalê û jinên ku hatin revandin û tecawîzkirin, danekeve.    Sorgul Şêxo   Civaka Êzidî heta sedsala 21'emîn her dem bi jenosîdan rû bi rû hatine hiştin. Hatine sirgûnkirin, qetilkirin, revandin û tecawizkirin. Ruxmî hemî birînan dikarîbûn êşa xwe veguherînên hêza tolhildanê ku heya roja îro li berxwe bidin. Êzidî hewl didin birînên xwe bi rêxistinbûyîna xwe bikewînin  û kurdewariya xwe ji pencên dagirkeran biparêzin. Ji Êzîdiyan re serdema 21'an vejîn û parastina rûmeta xwe ye.    Kurdewariya wan bûye sedema pêkanîna gelek jenosîd û fermanan ên ji aliyê hêzên komploger û mêtinger. Piştî ketina împratoriya Babliyan di sala(539 B.Z),  Êzîdî sal bi sal rastî êrîş, komkujî û fermanan hatin. Helbet çi netew rastî fermanan were, yek armanca dijmin heye ew jî tunekirina dîrok û şaristaniya wan e, ev jî bû sedem ku sal bi sal dîrok û şaristaniya Kurdên Êzîdî di nava pêlên dîrokê de wenda bibe, lê YJA STAR, HPG, YJŞ û YBŞ dikarîbûn dîrok û şaristaniya mayî ku li asoyan beriya pişaftinê xuya dibû wê bigire û ji siberojê re mayînde bikin.   Li gorî lêkolînên hatine kirin, gelê Êzîdî rastî 73 fermanan ji destpêka sala (539 B.Z) heya fermana dawî ya DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê, di serdema 21'an hatine. Lê bi rihê xwe yê welatperwerî û dilsoziya bi ax û neteweya xwe dikarîbûn berhemên mayî ji nifşên nû re bihêlin, biparêzin.   Êzîdî wekî gulên ku di nava bermahiyên şer de şax bidin û şîn bibin û ji derdorê re bibin hêvî ne. Êzîdî mîna latên ku bi gul ên serê çiya, deşt û zozan re hevaltiyê dikine. Ji hemî dagirkerên ku îroj dijminatiya ol û hebûna wan dike, dibin istiriyek û di qirika wan de dimîne û dibe kulek di hundirê dilê wan de, ku bi hemî hêz, çek û teknolojiya xwe nedikarîbûn pergala wan belav bikin. Êzîdiyan dikarîbûn çanda xwe biparêzin.    Berxwedana Kurdên Êzîdî li hember mêtîngeran di nava rûpelên dîrokê de ye û vê carê dîrokê şahidî ji fermana 73'yan ango êrîşa DAIŞ'ê ya di 3'ê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê, kir.    Ruxmî ku fermana Şengalê 6 salan li peyî xwe dihêle û derbasî sala xwe ya 7'an dibe, lê hîn jî birîna wê xwîn dide û birîneke ku heya niha nehatiye kewandin e. Yek ji sedemên wê jî ew e ku çarenûsa bi hezaran jinên Êzîdî ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn revandin ne diyar e. Şefeqa 3'yê Tebaxa 2014'an de tofan û bahozeke ku di nava toz, dûman, dengê guleyan û qêrîna jin û zarokan, her kes li mirov, xwişk û birayên xwe digeriyan, hinek hatin dîtin, hinek hatin revandin, hinek jî bi dîtineke dawî xwatir ji hev xwestin bêyî ku bizanibin ku hevdîtina dawî bû.   Bi hezaran jin, zarok, kal û pîr bi bihîstina gotina (Alah û Ekber) ber bi Çiyayê Şengalê ve beziyan, hinek di rê de ji ber ku av nebû, hinek jî ji ber westandinê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran jî hatin revandin û bi rengekî giştî ew bi saxî bingor kirin. Gelek gorên kesên ku nasnameyên wan ne diyar in hatin dîtin. Di nava koşeyên Şengalê û çiyayên wê de bi hezaran çîrok veşartîne. Xwezî zimanê çiya, kevir û deşta Şengalê hebûya, wê çaxê wê bi hezaran çîrokên ku dilê mirovan bilerizanda û çiya ji ber êşa wê biqelişiya, vegota.   DAIŞ zêdetirî 5 hezar jinên Êzîdî revandin û ew li Sûriyeyê û Iraqê bicih kirin. Li gorî lêkolînan 4 zindanê DAIŞ'ê yên ku jinên Êzîdî lê difrotin hebûn, yek li Mûsil a Iraqê û 3 jî li Sûriyeyê Şedadê-Tebqa-Reqa bûn. Bi hezaran jinên Êzidî bi dehê caran hatin  firotin. Ne tenê fizîkî di aliyê piskilojî de jî zirar dîtin.    Li gorî Yekîtiya Êzîdiyan li Efrînê, hebûna Kurdên Êzîdî li Efrînê bi tenê vedigere dîroka kevnar, ew kevirên kevnar û şaxên pîroz ên Êzîdiyên heyî ku bê nakokî îsbat dikin ku kurd  xwediyê vê axê yên ji demên kevnar de ne. Lê ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê Êzîdiyên Efrînê tevî gelê wê jî koç bûn û niha li Kampa Berxwedan û Serdemê, di bin konan de têkoşîna vegera warê xwe didomînin.     Ne tenê Efrîn Êzîdiyên Serêkaniyê jî rastî êrîşan hatin û bi dagirkirina Serêkaniyê re, Êzîdiyên ku li wir mabûn û dîroka xwe diparastin jî, koç bûn. Di vê dawiyê de jî gorên Êzîdiyan ku li gundê Can Temir, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve hatin rûxandin û dizîn. Bi kevirên gorê mewziyên xwe pê dan çêkirin.   Êzîdiyên ku li Sûriyeyê taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijiyan serjimara wan zêdetirî 10 hezarî bû. Niha li gorî Mala Êzîdiyan daye diyarkirin serjimara Êzîdiyên Herêma Cizîrê 8 hezar in. Herwiha jin û zarokên Êzîdî ku ji pencên DAIŞ'ê li Reqa û Baxozê hatine rizgarkirin 145 jin û 234 zarok in. Di heman demê de jî zêdetirî 400 malbat li Serêkaniyê dijiyan, lê niha tenê 60 malbat hene. Ew malbat jî ji ber dagirkeriya dewleta tirk û koçî Kampa Waşûkanî û gundên Êzîdiyên Herêma Cizîrê bûne.   Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 53 gundên Êzidiyan hene û bi rê û resmên xwe yê gelêrî, kevneşopiyên xwe diparêzin û berdewam dikin. Şengal birînên xwe bi rêxistinbûyîna hêza xwe ya jinê dikewîne, lê heya ku ev ferman ji aliyê Netewên Yekbûyî ve neyê qebûlkirin û çeteyên ku sûc li hember jinên Êzidî kirin, bi dadgeheke navneteweyî re neyên cezakirin, wê kela dilê şêniyên Şengalê û jinên ku hatin revandin û tecawîzkirin, danekeve.