Jin Jiyan e 2020-07-25 09:06:28   Gelo we qet mereq kiriye ku çima ew qas jin tên kuştin? Ma qeder e,  em her roj bi nuçeyek a mirina jinekê re çavên xwe li jiyanê vedikin. Ez ji we re minakekê bidim. Gotinek berê ya filozefekê heye di bêje 'mirov gora mirov e' Ev gotin di roja îro de dibe gotina mirov gora jinan e. Ma çawa çêdibe  zilamek ji bedena jinekê çêbibe, lê bedena jineke din bixe bin betonê.    Bêrîvan Tunç   Gotinek ji dirokê heya roja me ya îro hebûna xwe parastiye û wateya peyvê bi cewher buye, 'Jin Jiyan e' ev peyv di nava rêzimanê de peyva ku herî zêde wateya rast dide ye.    Dixazim vê pirsê ji we bikim, dema tê gotin jin jiyan e gelo di bîr fikir û xeyalên we de çi pêk tê? Ger hûn niha bersîva vê pirsê bidin, hûnê hemû behsa xweşiktiya jinê, girêdanbûyîn û têkiliya jinê ya bi jiyanê, civakê û xwezayê re ji min re bi peyvên herî xweşik rêz bikin. Hunê her yek helbestek ji bo têgihandina vê peyvê hewl bidin binivisin. Hinek ji we jî, wê hewl bidin bersiva pirsa min bi wêneyekî ji min re bibersivînin. Lê gelo beriya ku ez vê pirsê ji we bikim, we qet ev pirs ji xwe kirye ka gelo çima dibêjin jin Jiyan e? Di roja  em tê de dijîn koletî û qetliamên li ser bedena jinê di kurahiya wê de tên jiyîn. Gelo hun ji bo van kiryaran rawestinin çi dikin? Erê ez ji we dipirsim ewên ku ji min re hewil didin pirsa min ji we kirî bi gotinên xweşik pênase bikin. Heta îro ji bilî wan gotinên xweşik we  ji bo wate dayina wê pirsê çi kiriye?   Gelo we qet mereq kiriye ku çima ew qas jin tên kuştin? Ma qeder e,  em her roj bi nuçeyek a mirina jinekê re çavên xwe li jiyanê vedikin. Ez ji we re minakekê bidim. Gotinek berê ya filozefekê heye di bêje 'mirov gora mirov e' Ev gotin di roja îro de dibe gotina mirov gora jinan e. Ma çawa çêdibe  zilamek ji bedena jinekê çêbibe, lê bedena jineke din bixe bin betonê. Gelo ew zilamê jinê qetil dike ma di ferqê de ye ku çi dike? Heman zilam ger li dayika wan kiryarek wesan bê kirin wê xwe ji girî bikuje. Ev jî buyerek hin sosret e ku mirovan ber bi fikirandinê ve dehf dide.   Sistema kapitlist wisa li mirovan kiriye ku buyerên di dirokê de minaka wê qet ne hatî ditin di vê serdema ku qaşo ewqas pesnê wê tê dayin di bêjin sedsala pêşketin, ilm û zanistê ye, di nava ewqas pêşketinan de hovitiya herî mezin li jinê tê kirin. Di vê serdema pêşketî de paşketinên herî bê wate û koletiya herî zirav ku ji kolebuyina xwe razî tê jiyîn û hin bi tekinîk û teklonojiya xwe, ilm û zanista xwe ya pêşketî li pêşiya mirina jinekê nabin asteng.  Ev jî di rastiyê de paşketina we dide der. Ji bo ku hûn paşketina xwe veşêrin hûn, gotina ew qas bi wate ji serê siharê heta ku hun çavê xwe li xewê germ dikin di devê we de gilol dibe. Gelo heta îro hûn li hemberî lêdana jinekê bûne asteng? An we jinek li jiyanê vegerandiye. Gelo we  bi wan gotinên xwe yên xemilandi heta îro jina di ronahiya rojê de li ber çavê we hatî kuştin ji lepê ezrail rizgar kiriye. Ger ku heta niha hûn li hemberî lêdana jinekê nebûne asteng, ez li bextê we ji min re gotinan ne xemilînin.    Ji ber ku êdî dem ne ew dema ku em bi peyvên xweşik pesnê jinê bidin. Ji ber îro jin di malê de ji aliyê bav, bira û hevjinê xwe ve tên qetilkirin. Li cihê kar ji aliyê patron ve tê tecawizkirin û ji bo ku ruyê wî zilamê qirêj dernexe holê tê kuştin. Di kolanê de ji aliyê zilamekî biyanî qet nasnekiri ve tê revandin. Destpêkê heta ku xwîn ji laşê wê de bê xwarê lê dide, tecawiz dike, dikuje lê bêhna zilam derneketiye, bedena jina bê ruh dişewitine betonê li ser dirijîne. Gotinên xemilandî heta îro li hemberî van buyeran ne bune asteng, ji ber wê dest ji gotinan berdin.    Gelo we qet mereq kiriye çima her roj em bi nuçeyek ya qetilkirin, teciz û tecawizkirina jinekê ji xewê şiyar dibin û bi nuçek din ya jinek din cardin çavê xwe li xewê germ dikin. Ev jinên tên qetilkirin ji aliyê kêve û çima tê qetil kirin? Eve ji were pirsek din jî. Rastî ji balkêşe jina tê qetilkirin herdem çirokek li pey wê heye ku sûcdarê wê jina hatî qetilkirin heye. Çiroka li pey wê dimîne ku ji dev derbasî dev dibe ev e, ew jin çima di seetên şevê de li kolanê bû, ew jin çima bi gotina bav, bira û hevjinê xwe ne kir, ew jin çima bê rêzî li hember patron kirye û ew jin çima tenê di gere ye. Bi van gotinên ku li pey jina tê qetil kirin, kuştin, revandin, taciz û tecawiz kirinajinê mina ku bêjin qenç lê kirine maf tê ditin. Ew qas kêm maye ku wê sibê jê re bêje ku jinekê bikuje wê were xelatkirin, ji xwe hem di dirokê de hem jî di roja me ya îro de zilamê ku jinê qetil dike tê xelatkirin.  Jin vê peyva jin jiyane ji dirokê heta roja îro di beden, kiryar, gotin û jiyana rojane de dide jiyîn.  Lê em li hemberî ditina vê rastiyê xwe kor dikin.  Me ewqas behsa dirokê kir ka em bi hev re çavek li diroka ku bi destê xwedewendan hatiye neqişandin binêrin.  Hunê niha ji min pirs bikin ka nivisek ji dirokê mayî rastiya jinê û jiyana jinê yA wê demê raxe ber çavan?   Lê Ez nivîsek wesan pêşkêşi we nakim ji ber ku her roj ew dîroka beriya hezaran salan li ber çavê we di bedena jinekê de tê jiyankirin. Bala xwe bidinê dilnizmî û hestiyariya jinê wê ji we re bibe neynik ku hun di hindirê wê de dirokê bibînin. Em dibêjin afrênerî. Di dirokê de ji jinê di bedena xwe de zarokek hewand û mezin kir.  Dema ku hatî cihanê bê ku bizane wê çawa hilgire, bê ku pirtukên li ser mezin kirin û xwedîkirina zarokê wê çawa be bi xwine ji  av, agir, ba û bagerê, ji lawirên dirinde, ji hemû tiştên xerap parast. Kesê ji wê jinê re ne gotibû ku tuyê wisan xwdî li zarokê derbikevî ji ber di xwezaya wê de ji xwe hestên xwedîkirinê hebûn. Jinê bi tiliyên xwe yên narin erd kola û çandinî pêşxist. Dibe ku cara destpêkê gelek tirsiya be lê lawir jî mina ku zarokên wê bin û ji bedena wê derketibin xwedî kirin.  Hun di pirtukên dîrokê de rastî van buyeran nayên lê ka carek wê perdeya li ber çavê xwe rakin li jinekê bi nêrin. Dema ku zarokek li erdê dikeve li bazdana wê bi nêrin, dema ku bizinekê didoşin li tiliyên wê yên narin û di tirsa êşandina di çavê wê de bi nêrin. Hunê wê demê bi karin wateya peyva jin jiyan e fam bikin û hûnê bikevin wê ferqê û pêwist nake hun bi gotinên xemilandi bersiva pirsa min bidin.    Ez cardin ji we pirs dikim peyva Jin jiyane  çi tine bira we? Ger hun bixazîn wate û giringiya wê peyvê ji min re binin ziman despêkê tişta hun bikin, li pişt jina hati tecawizkirin, hatî şewitandin, hatî kuştin ne bêjin çima tena serê xwe di geriya, ne bêjin çima bi gotina zilamekî nekiriye, ne bêjin ku çima serî ne tewand. Jina ku em di bêjin jiyan afirand û di afrine tu carî serî ji kesî re netewandiye, tu car bi  zilamekê re ne geriyaye ji bo neyê qetilkirin û tu car emrek ji zilamekî negirtiye.  Ji bo ku tu bersiva pirsa jin jiyane bidî min, îro dema tu ji xew şiyar bû bêje jin jiyane qetil neke.   Dibe ku hûn hemû jî bipirsin gelo divê jin ji bo pêşi li kuştin taciz û tecawiza jina bigire çi bikin? Raste niha di cihanê de gelek sazî, desgeh û rêxistinên jinan hene ku li himberî êrîşa li ser jinê tê di nava tekoşinê de ye. Lê ev ne bes e bo bibe asteng. Ji bo ku em jinekê ji pencê ezraîl rizgar bikin divê ya destpêkê di keve li ser milê jinan ew e ku ne bêje çima ew jin li wir bû, çima bi tenê di geriyiya, çima ne jineke ser ewandî bu. Divê em wê jina hatî qetilkirin bi van gotinan sûcdar nekin. Ji ber em bê ku di ferqê de bin bi wan gotinên ku ji kevneşopiya baviksalarî tê kuştin û destdirêjiya li ser jinê tê kirin rawa dikin. Pêwiste ku em her jinek bi dengê xwe li kuderê be bila li wê be li hember her jinekê ku tê qetilkirin li kêleka wê jinê tekoşinê mezin bikin. Ne li pişt wê jinê bin li kêleka wê jinê cihê xwe bigrin.