Nameyek ji nivîskara girtî Gulgeş Deryaspî re: Sîbera Lîlozan 2019-11-14 09:01:35   Rast e me  hev nediye û hev nas nekiriye, lê ji dema ku min çîroka te bihîstiye, tu her gav wek aleke agirîn li banê welatê min li ba dibî û wek keskesorê di dilê min de geş dibî.    Dilşa Yûsûf   Gulgeş can hemû demên te baş be!   Vê sibehê li welatê Swêdê ku ez lê dijîm, berfa yekemîn nimnim dibare. Derve gelek sar e, lê bi dilşewatî ji bo te vê nameyê dinivîsim. Ez nizanim gelo wê nameya min bigihêje ber destên te yan na, lê ez bawer im ku dema min vê sibehê dest bi nivîsandinê kir, min wek dayika şervanekî/ê li eniya cengeke dijwar, li dijî karwanên tariyê yê hovane, hestê xwe yê şeşemîn xiste tevgerê û hatim zindanê, li koşeyeke bê can li kêleka te rûniştim. Lewma xurpînek bi êş, wek çiyayek bi ser min de biherife, kete dilê min. Ez bawer im li dilê te jî eyan bûye vê sibehê.   Ev demeke min ji bo te hevaltî şandiye li ser Facebook ê, bi hêviya ku tu di demek nêzîk de ji zindanê azad bibî û hevaltiya min pesend bikî. Wê çiqas rojeke efsûnawî be delalê!   Her ku ez  rûpela te di Facebookê de vedikim û dibînim ku rûbarê axaftinên te yên geş û bi coş wek navê te, li ber 2' yê gulana 2019'an rawestiyaye, xweziya min di qirika min de zuha dibe. Ez hest dikim ku ez biyabeneke tî me, tu caran baranekê lêvên min ên qeşmûşgirtî avrêj nekiriye.   Min li cihekî xwend-pêş tu bê girtin-te nivîsiye:    "Ez di nav refên jiyanê de keseke ku hatî jibîrkirin, ji alîyê Xweda ve nehatime nasîn. Li ser çiyayê  Erefê kesan dihejmêrim, ne buhişt û ne dojeh, di nav kîsê min de nîn in".   Belê dixwazim ji bo te bêjim ku em te ji bîr nakin, tu di rojeva hemî civatên PEN a kurd û PEN a navneteweyî de yî. Her wiha bi riya kovara fermî ya bi navê Författaren, ango( Nivîskar), bi nivîseke bi nirx a di derbarê te û berhemên te de, di nêzîk de tê bikevî rojeva Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêdî jî    Dema ez li wêneyên te yên devliken û tije jiyan dinêrim, dizanim ku niha zindan çiqas zalim e.   Rast e me  hev nediye û hev nas nekiriye, lê ji dema ku min çîroka te bihîstiye, tu her gav wek aleke agirîn li banê welatê min li ba dibî û wek kesekesorê di dilê min de geş dibî.    Em dost û hevalên te di PEN a kurd de baş nas dikin û baş dizanin ku tu tenê ji ber yek sedemê hatiye girtin û tê darizandin, ew jî hezkirin û xebata te ya ji bo ziman û çanda Kurdî ye. Lewma em wê hevoka te ya pîroz a: " Divê hemû jin li zimanê dayikê xwedî derkevin. Çimkî zimanê dayikê hêviyê di dilê mirovan de geş dike û xizmetê ji hebûna wan re dike", wek menîfestoya Komîteya Jinên Nivîskar di PEN a Kurd de qebûl dikin.    Bi riya vê nameyê ez silav û rêz û piştgîriya hemû endamên PEN a kurd û bi taybetî endamên Komîteya Jinên Nivîskar, ji bo te û hemû girtiyên azadiyê, raman, ziman û çanda Kurdî re radigihînim.    Di dawiyê de ez vê helbestê diyarî te dikim. Bi hêviya ku demek nêzîk bi azadî û dîtina te em şad bibin.   Sîbera Lîlozan   Ew dema ku lîlozan li kenarê dilê min bi şermokî serê xwe ji tîrojkên rojê re ditewandin, pêjna te, babelîskên gulgulî radikir di biyabanên min yên kovî de.   Çavên te du kaniyên avzêm yên Zagrosê ne, dê heta û heta... giyanê min yê tî avrêj bikin.