Çîroka kê ji ya kê girantir e 2019-10-08 09:03:26   Bajarê ku em lê dijîn û navçeyên ku ew lê dijîn, taxên ku em li wan dijîn kolanên ku ew li wan dijîn cuda ne. Lê em hemû li heman erdnegariyê dijîn. Her jiyanek çîrokek wê heye û dema çîrok li ser vê erdnîgariyê bê nivîsandin û guhdarkirin dibe sedema vebûna birînên kûr û bê derman. Trajediyên ku em nêz ve nas dikin xwe jê dûr dixin û kor dibin, ker dibin û lal dibin.   Leyla Ayaz   Her malek çîrokek wê heye. Lê haya kesî ji kesî din nîne… Jina ku hemû çîrokên malan dizane, her serê sibêhê bi barekî giran ji mala xwe derdikeve, diçe malek din û dibe şahîdê çîrok û jiyaneke din. Her jiyan ji bo wê balkêş e. Guhdarî hemû jiyana jinan dike. Lê kesek guhdariya wê nake û hewceyî bi guhdarkirina çîroka wê nabînin… Mirov nizane çîroka kê ji ya kê girantir e.    Ji bo ku jin çîroka xwe bibêjin nav ne girîng e. Jina 43 salî ya bi paqijkirina malan debara xwe dike, dema paqij dike hemû hêrsa xwe ya jiyanê, ji pace û dîwarên ku paqij dike derdixe û wekî ku ev bûne sedema jiyaneke wisa. Di rastiya xwe de jî wisa ye. Wekî her jinekê di nava 4 dîwaran de hatiye hepskirin û ji bo wê jî pace jî tenê tê wateya diyarkirina roj û şevê…   Her paqijiya cihekî ji bo wê paqijiya jiyana xwe ye û bi hêrs tev digere. Lê dema bêhnvedanê jî cixareya xwe ya tûtinê ba dide û her hilmekê wekî axînekê dikişîne.   Kedkariya wê hêj ji biçûktiyê de dest pê dike û xewn û xeyalên xwe li zeviyan diçîne, dest û awirên wê yên bi hêrs hêj di biçûktiyê de teşe girtine û heta îro hatiye. Xeyalê wê ya niha vegera wê ya zarokatiyê ye.    Zarokatiya wê li Bismila Amedê derbas bûye. Wekî bi hezaran zarokên kurd zarokatiya xwe derbas kiriye. Kedkara herî biçûk a malê wekî zorakên din li kuçeyan dilîst. Hêj di biçûktiya xwe de bû karkera demsalî û her wiha hînî xwedîkirina ajalan jî bû. Li gorî beden û destê biçûk wekî teyrekê bû. Wekî bi hezaran zarokên kurd bi dilê xwe zarokatiya xwe nejiya.   Lê ciwantiya wê… Li gorî civak, cîran û malbatê êdî divê bizewiciya… Ji bo wê rêwitiyeke dawiya wê ne diyar dest pê dike. Jiyana wê êdî ber bi kuçeyên Baglara Amedê ve herîkî. Dem û dewran derbas bûn, xewn û xeyalên wê êdî wê ne wekî berê bûna. Di nav demeke kurt de bû dayika 3 zarokan. Wekî bi milyonan jinên din jiyana wê guherî. Rol û rista ku bi hezar sal in ji bo jinê hatî destnîşankirin ji bo wê jî derbasdar bû. Mêrê ku pe rê zewicîbû deriyê derve jê re qedexe kiribû. Jiyana wê ya bi êş û kul di nav 4 dîwaran de derbas bû.   Roj li ser rojan, meh li ser mehan derbas bû û mêrê ku pê re zewicî mal terk kir. Vê carê barek din ket ser milê wê. Divê zarokên xwedî bikira û debara mala xwe bikira. Êdî jiyana ku bi êş û keder derbas bû guherî. Ji bo wê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ew di hemû deman de di nava qelebalixiyên mezin de bê kes û tenê bû.    Van 4 dîwarên ku tevahiya jiyana wê dorpêç kiribûn, dê êdî bibûya deriyê debara wê. Hêrs, kîn û êşa xwe dê bi paqijkirina dîwaran derxista...   Bê ewle, bê sîgorte û bi heqdesteke kêm di şîrketên paqijiyê de dest bi kar kir. Wekî berê çawa li mala xwe ji serê sibêhê de hişyar dibû û dest bi karê malê dikir, niha jî serê sibêhê hişyar dibe û berê xwe dide malên xerîb ên ku haya wan ji bêkesbûn û tenêbûna wê tune bû. Piştî demek li dijî feraseta şîrketên paqijiyê derket û ji xwe re rêyek din pejirand. Bi hewldanên xwe têkîlî danî û karê xwe domand. Kesekî hurmetê nîşanî keda wê nedida, biçûk dihat xistin û her wiha heqdestê ku heq jî dikir nedikarî bigire. Wekî koleyan li malan dihatin xebitandin. Li mala xwe jî kolê bû û niha li cihê kar jî wekî kole ye. Lê tiştê ku ew li ser piyan dihişt jî êdî bi tena serê xwe dikaribû biryarê bigire  û kar bike.   Her roj dibû şahidê jiyanên cuda... Lê di heman demê de dibû şahidê jiyana keça xwe ya 17 salî jî. Ji ber ku keça wê jî ji heman jiyanê para xwe girtibû. Keça wê wekî zaroka 17 salî nediaxivî, di peyvên ku dibijart de xeyal û hêvî tune bû.  Ji bo wê jî jiyan tu carî naguhere dê jiyan her wisa bidome. Bav û destgirtî û xezûrê keça 17 salî di girtîgehê de ne. Ev tişt jî rastiyek din a jiyanê radixe ber çavan. Mêrên ku ewqas bêperwa û bêtirs nêzî jinê dibin, ew jî di nav pergala heyî de bi her awayî tên çewisandin, ji bo berdewamî û berjewendiya pergala baviksalar tên bikaranîn.   Xeyalên her duyan jî hatibûn dizîn. Kê dizîbû çawa dizîbûn aşkera bû... Çîroka me qala gelek mijaran dike. Rol û mîsyona jinê ya di nava civakê de çawa teşe digire, nakokiyên di dema jiyanê de, pêşketina kedxwariya di nava qada kar de, karkeriya zarokan, xîzanî, zewicandina zarokan û hwd. her mijarek bi serê xwe divê bê vegotin.   Bajarê ku em lê dijîn û navçeyên ku ew lê dijîn, taxên ku em li wan dijîn kolanên ku ew li wan dijîn cuda ne. Lê em hemû li heman erdnegariyê dijîn. Her jiyanek çîrokek wê heye û dema çîrok li ser vê erdnegariyê bê nivîsandin û guhdarkirin dibe sedema vebûna birînên kûr û bê derman.  Trajediyên ku em nêz ve nas dikin xwe jê dûr dixin û kor dibin, ker dibin û lal dibin.