Awirên jin û zarokan serpêhatiya serjêkirina mirovan vedibêjin 2019-09-15 09:02:44   Bûyerê ku li Kampa Holê rû didin porê mirovan spî dikin. Cîhana bêdeng e, DAÎŞ bi serkêşiya Bexdadî ava kir. Hişt xewn û xeyalên zarok û jinan bên dizîn. Perwerdekirina ewqas jinên DAIŞ'ê û zarokên wan û guhertina zihniyeta wan ji bo mirovahiyê xeteriyeke gelek mezin e û ev xeterî hîn didome.    Sorgul Şêxo   Di sala 2016'an de heya roja me ya îro her tim ez derbasî Kampên Koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibim. Her kampek xwedî taybetmendiyek cuda ye. Hin mirovên li kampan bi coşa ku dixwazin vegerin warê xwe yê bi darê zorê jê hatin dûrxistin, pêşwaziya me kirin. Lê hin jî jinên DAIŞ'ê ne ku ev ji çend salî zêdetir e li ser fikir û zihniyeta DAIŞ'ê, bi serjêkirin û qelandina mirovan a di nava yaxê ango ew dişewitandin bêyî rehm û wîjdan, perwerde didîtin. Jinên DAIŞ'ê bi kîn û nefretekê ku eger em jî têkevin nava lep ango destê wan, dê me bê xwê bixwin, lêdanê li me jî bikin her wiha bi wî dilê bêrehm me bikujin û xwîna me jî vexwin, dinêrîn. Bi awirên tûj, lêdana keviran û gotinên ne ji rêzê pêşwaziya me dikirin.   Jin, ciwan û zarok ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin perwerdekirin û ew jî bûn DAIŞ. Zarokên ji bo jêkirina seriyan, ji bo teqandina wesayetan dihatin perwerdekirin dibûn qurbanê zihniyet paşverû. Li kampa DAÎŞ'î tê de dimînin, awirên jin û zarokan serpêhatiya serjêkirina mirovan vedibêjin. Ew kêliyên mirov qetîldikirin û serjê dikirin ku serê wan jî ji malbatên wan re dibirin ango ew diavêtin çola, ku dema mirov pê difikire bêhna mirovan diçikîne, ewqas kêliyên biêş e ku laşê mirovan li ber dilerize, mirov di çavê jinên DAIŞ'ê de dibîne. Îro zarokên Kampa Holê ku awirê wan mîna agirê dojehê jê dibare dîsa sedem vedigere çeteyên DAIŞ'ê û zihiyeta wê ya qirker ku bû sedema jehrîkirina mejî û nêrîna wan e ku bi çavê her kes kafir e û dijminê îslamê ye, dinêrin.    Dema ku em li Kampa Holê digeriyan, dîmen û wêneyên tevgera jin û zarokan dikişand hema jin li bin guhê hev diketin û nedizanîn ku divê bi kîjan aliyê ve biçin, tenê da ku di kamereyê de dernekevin. Ji nişkê ve dema hin jin ji aliyê kampê ve dihatin da ku pêdiviyên xwe bikirin min kamera dema dida ser wan hin jin bi lez xwe diavêtin siya kampan, hinekan jî ser çavên xwe digirtin ku berê çarşefa reş jî li wan bû. Hin jî pêdivî, cizdan û çenteyê wan di destê wan de bû ji ber li bin guhê hev ketin, jinek ket, ew jin bi lez vegeriya cizdanê xwe rakir û reviya.   Ew kêliya reva wan girêdana wan  a bi fikrê DAIŞ'ê anî bîra min. Heger em zêde nava wan de mabana, yan wê li me bidana yan jî wê me bi kêrê ango amûreke din a tûj birîndar bikirina, ji ber ku berî niha jî gelek bûyerên dijwar di kampê de ji ber hovîtiya wan çêbûne. Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar kiribûn. Xortekî ji Iraqê bi kêrê li serê wî xistin ew kuştin. Kamp şewitandin, zarok qetil kirin û revandin. Ji ber hîn ji zihniyeta DAÎŞ'ê ya qirêj rizgar nebûne loma wiha dikin. Kesên ku di riya wan a tarî de nemeşe û bixwaze ber bi ronahiyê ve biçe dibe hedefa jinên DAIŞ'î.    Jinek ku bi zimanê Erebî baş nizanîbû hat gel me û got: 'Gelo em ê kengî ji vir derkevin, êdî em westiyan, rojek heye ku em ê vegerin welatê xwe?'  Min ji gotina wê ev tişt fêm kir ku roja ew ji kampê derkevin êdî ew ê bi rihetî bikaribin rêxistina xwe ya DAIŞ'ê ji nû ve ava bikin. Jineke din jî tevî keça xwe li ber firoşgehekê dema ku hatibûn pêdiviyên xwe bikirin, lê westiyabûn û rûniştîbûn, dema ku kamereya me dîtin hema bi lez keça xwe xiste bin çarşeva xwe ya reş da ku em wan nekişînin. Ez çûm gel wan jî min silav li wê û keça wê da û pirsa rewş, hêvî û xwestekên wan kir, lê silav û pirsên min bê bersiv man.   Li gorî Rêvebera Kampê ji me re diyar kir ku jinên DAIŞ'ê gelekî êrîşkar in, her pirsgirêkan di kampê de çêdikin, rojekê bêyî ku pirsgirêka çêkin tune ye. Jinên DAIŞ'ê Rêxistina xwe ya bi navê (El-Hisbê) ku dijminahiya tevahî jinan dike, xurt dikin. Bûyerên qetilkirinê, şewitandina kampan, revandina zarok û birîndarkirina jinan her wiha kesên ji Iraqê dema bi rengekî pir hovane tên qetilkirin, Rêxisitina (El-Hisbê) li peyî wan e. Di sala 2016'an de dema ku ez çûm Kampa Mebrûkayê, jinên ku ji Reqayê ji ber şer û pevçûnan reviyan behsa vê rêxistinê dikirin û digotin: "Eger jinek li ber deriyê mala xwe rûniştîbe ango zaroka xwe şîr dida dihatin pêsîra wê bi diranên xwe yê hesin, jêdikirin. Her wiha dema ku jinek li kolanê dimeşiya hema me didît ku (El-Hisbê)pêşiya me derket û me kaşî zindanê kirin. Bi rojan li wan jinana didan, di zindanê de bêxwarin û vexwarin diman. Gelek caran jî jinên (El-Hisbê)jinên Reqayê dibirin gel DAIŞ'ê da ku tecawizî wan bike, gelek caran ew jin bi gelek çeteyan re dihat zewicandin û rastî tundiyê dihatin. Dema ku em li malê xwe bûn em bi tirs dijiyan. Heya ku me riya revê dît û em ji kabûsê wan xilas bûn."   Bûyerê ku li Kampa Holê rû didin porê mirovan spî dikin. Cîhana bêdeng e, DAÎŞ bi serkêşiya Bexdadî ava kir. Hişt xewn û xeyalên zarok û jinan bên dizîn. Perwerdekirina ewqas jinên DAIŞ'ê û zarokên wan û guhertina zihniyeta wan ji bo mirovahiyê xeteriyeke gelek mezin e û ev xeterî hîn didome.