'Bi êrîşan destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin' 2019-08-28 09:08:17   Gel amade ye axa xwe ji talûkeyan biparêze.  Ji bo wê jî li ser erdê çi biqewime jî dîsa îradeya vî gelî wê derbikeve pêş û serkeftin a gelê azadîxwaz e.          Roj Hozan   Plan û hevpeymanên ku di  vê rewşa hesas de derketin pêş tenê armanca wê parçekirina Sûriyeyê bû. Mijara herêmên "bi ewle" destûreke nû ya ji bo fermiyeta dagirkeriya welatan e. Her kes dizane ku kurdan êrîşî dewleta tirk nekiriye. Bi sînorekî aram cîrantiya wê dike. Gelek hincetên vala wekî sedem tên nîşandan da ku êrîş li ser gelê kurd pêk bê. Bi êrîşan destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin. Li ser erdê çi biqewime jî dîsa îradeya gelê kurd wê derkeve pêş û serkeftin a gelê azadîxwaz e.     Her welatek xwedî mafê parastinê  ye ku axa xwe, zindiyên li ser wê axê, mirov, netewên ku li ser dijîn, nirx, dîrok, çand û destkeftiyên wê biparêze. Helbet dema mirov qala welatan dike divê di destpêkê de mirov bizanibe ku li ser axa welat divê aramî û aştî hebe. Ji zayîna mirovahiyê û heta roja me ya îro berjewendiyên berovajî aşîtiyê, derdikevin pêş. Mirovên ku naxwazin civak û gel di aramiyê de bijîn tim li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Ev dide diyarkirin ku nakokiyên li ser erdê çêdibin sedemên wê yên bingehîn sîstemên diktator yên ku tenê dixwazin desthilatdariya xwe li ser vîna gelan mayinde bikin û hebûna xwe reva bikin. Şer û aloziyên ku  li Rojhilata Navîn jî diqewimin ji rewşa serdemên dîrokî ne qut e. Ji bo wê jî di nava şeran de kuştin, qetilkirin, binpêkirina mafê mirovan, koçberî derdikeve pêşberî gelê ku tu sûcên wan tune ye.   Piştî îlankirina şoreşa Sûriyeyê, li kêleka wê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin. Şoreşa parçekirina koletiyê û daxwaza mafê gelên ku di Sûriyeyê de dijîn. Berî Şoreşa Rojava Rejîma Sûriyeyê parçekirina nasnameya kurdatiyê, tunekirina çanda kurdên Sûriyeyê esas digirt. Em nabêjin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bê vîn bûn, lê ew rêxistina ku vî gelî bi rê ve bibê lewaz mabû. Em dizanin eger şoreşa Sûriyê bi ser jî ketiba wê dîsa mafê Kurdan di hindirê wê de tunebû ya. Helbet bi hatina şoreşa jin a Rojavayê Kurdistanê careke din Gelê Kurd ji mirovahiyê  re isbat kir ku bi dirûşmeya "Ez kurd im  jîn dibim qet namirim" ne gotineke erzan e û nayê  jibîrkirin. Kurdan herêmên  xwe parastin, rêxistina xwe xurt kirin û  di nava 8 salên şoreşê de aramî, wekhevî û hezkirinê di nava hemû şêniyên herêmê de ava kirin. Em nikarin bêjin ev hemû destkeftî di rojekê yan jî çend rojan de hatin bidestxistin, di oxira wê de bedelên giranbuha hatin dayin û di encamên wê de jî serkeftina şoreşa jinê hat îlankirin.   Dema hêzên hegemonîk û desthilatdar dibînin ku welatek di aramiyê de dijî, berjewendiyên xwe difikire û hesabên cuda  li ser erdê  wê çêdikin. Çawa qezencên xwe ji van welatan bigirin û gelan di nava metirsiyê de bidin jiyîn, difikirin. Berî ku em qala van berjewendiyan bikin em behsa herêmên "bi ewle" bikin. Herêmên bi ewle ew herêmên ku di bin kontirola dewletên mezin de wekî dewletên navnetewî  tên çêkirin. Dema ku şer di navbera du welatan de hebe û sînorên wan yek be tê avakirin. Li gorî wê jî di civînên navnetewî de tê pêşxistin  da ku gelê wê herêmê yên ku  tu sûcê wan di vî şerî de tuneye aram bijîn û di nav de jî çek ji wir tê kişandin û şer tê rawestandin. Eger mirov bifikirê gelo rastî herêma bi ewle wek navê xwe ye, yan jî  ev jî destûreke nû ya ji bo fermiyeta dagirkeriya welatan e?   Di sala 2017'an de dewletên deshilatdar wekî Tirkiye, Rûsiya, Iran hevpeymaneke ji xwe re imze kirin ku li Sûriyê herêmên bi ewle yan jî herêmên kêmbûna şeran werin ava kirin. Qaşo pirsgirêka gelê Sûriyê  ji bo wan gelek mûhîm e. Ev hevpeyiman di civîna Astanayê de li serê hat lihevkirin. Destpêka wê jî ji herêmên wekî El Bab, Ezaz, Cerablûs bû heta herî dawiyê dagirkirina Efrînê. Ji xwe dosyaya Idlibê jî li ser maseya wan e. Piştî ku Kurdan herêmên xwe bi vîna xwe bi ewle kirin, ev yek ne li gorî berjewendiyên hinek dewleta bû. Ji dîrokê heta niha dewleta tirk naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu. Ji xwe berî niha jî  Tirkiyê bi rengekî eşkere gotiye eger çadireke Kurdan li Efrîqayê jî hebe ew dijminatiya wê dike. Hinceta Erdogan vê carê jî ew e ku Kurd xeteriyê li ser sînorê  çêdikin, li gor wî divê li hemberî vê yekê jî herêmeke bi ewle were çêkirin.   Eger mirov qala rewşê bike dikare bêje ku rêxistinên terorê wekî DAIŞ, Artêşa Azad, Cebhet Elnûsra, Ehral Elşam ev hemû li Tirkiyê hatin bi rêxistin kirin û ji bo Sûriyê hatin şandin. Dema kurdan ev teror têk birin, hêrsa Tirkiyê li hember kurdan hîn mezin bû. Her kes dizane ku kurdan êrîşî dewleta tirk nekiriye lê dewleta tirk bi êrîşên cuda dixwaze êrîş bike. Dewleta tirk li ser navê herêmên ewle êrîşî Efrînê kir. Dagikeriya Efrînê wijdanê mirovan bê deng hiştiye. Tiştên ku di hindirê Efrînê de diqewimin ji kuştin, binçavkirin, talan û wêran kirin hemû encamên êrîşên Tirkiyeyê ye.  Xewin û xeyalên Tirkiyeyê li herêmên Rojavayê Firatê nerawestiya ne. Niha careke din dixwaze wekî mînaka Efrînê li ser herêmên Rojhilatê Firatê tevgera xwe berdewam bike. Dewleta tirk her dem gefxwarinên xwe li herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk tîne da êrîşî herêmên Kurdan bike. Ji bo wê jî di nava hevdîtin û hevpeymanan de ye. Tirkiye dixwaze herêma xwe ya bi ewle li ser herêmên kurdan ava bike. Ev yek nerazîbûn û bertekên gelê herêmê nîşan dide.   Di nava van tifaqan de Emerîka hêza kurd wekî alîgirê xwe di têkbirina terorê de dibîne, ji bo berjewendiyên xwe  bi hevkariya Tirkiye re heremên ewle çêdike. Tirkiyê dixwest di dosyaya dagikeriya wê de 32 km kurahî be û seranserî sînor bike  bin destê xwe, lê nerazîbûnên ku derketin pêş hêla ku hevdîtinên di navbera Emerîka û Tirkiyê de wekî ku dibêjin erênî bûn. Di nava herdû aligiran de li hev kirinên di bin perdê de hene. Loma talûkeya êrîşa dewleta tirk hîn bi dawî nebûye. Ji ber her dijminatiya kurdan tê kirin.    Eger herêma bi ewle çêbû jî gelo wê çawa be? Ji ber ku berjewendiyên şexsî dikevin pêş mirovatiyê loma dibe ku alozî kûrtir jî bibe. Her çiqas li hev kirin çê jî bibin divê biryara vî gelî esas were girtin û biryara gel ew ku dewleta tirk naxwaze. Gel amade ye axa xwe ji talûkeyan biparêze.  Ji bo wê jî li ser erdê çi biqewime jî dîsa îradeya vî gelî wê derbikeve pêş û serkeftin a gelê azadîxwaz e.