Talûkeya zihniyeta DAÎŞ'ê didome 2019-08-04 09:01:41   Êdî rewşa Kampa Holê her ku diçe xetertir dibe, ji ber ku rojane nebe her du rojan carekê bûyerek diqewime. Hişmendiya DAIŞ'ê êdî bi rengekî pir xurt bandor li mejiyê jinên DAÎŞ'î kiriye û taybet li zarokan. DAIŞ'ê ola mislimantiyê li gorî berjewendiyên xwe di mejiyê jin, zarok û mêran de bi cih kir û perwerde kirin.    Sorgul Şêxo   Bi destpêkirina Pêngavên QSD'ê rizgarkirina Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, bi hezaran gel bi jin û zarokên xwe koçber bûn û berê xwe dan Herêmên di bin ewlehiya Hêzên QSD'ê de. Ji bo koçber bê cih nemînin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nêzî 15 Kamp li Herêmê ava kirin. Li Kampa Eyn Îsa ku bi hezaran jin û zarokê jê jinên DAIŞ'î jî li wir bicih dibin, hene. Kampa Mebrûka ku girêdayî Navçeya Serêkaniyê ye, Kampa Holê û gelek Kamp li aliyên Reqa û Tebqayê jî, hatin avakirin.    Rêveberiya Xweser di aliyê lojîstîk, tendrustî û xizmetguzariyê bi derfetên xwe yên kêm be jî alîkarî dide, lê Sazî û Rêxistinên Alîkariyê û yên mafê mirovan diparêzin mixabin qet dengê koçberan nabihîzin. Hin Rêxistinên Alîkariyê, bi hin Kampan re bû alîkar, lê berdewam nekirin û erkê xwe yê ku diket ser milê wan pêk neanîn. Heger rêxistinek dengê jin û zarokan nebihîse wîjdanê wan li ku derê dimîne?   72 hezar koçberên Kampa Holê ku ji jinên DAIŞ'î û koçberên Îraq, Dêra Zorê, Minbic, El Bab, Cerablusê pêk tên. Paşguhkirina 72 hezar jinên DAIŞ'î ku ji gelek welatan hatine û di deriyê Tirkiyê re derbasî Sûriyeyê bûne, ji aliyê Dewletên wan ve ku dighêje 50 dewletan, barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk giran dikin. Piştî dawîkirina Pêngava Tunekirina Terorê û îlankirina rizgarkirina Baxozê di 23'ê Adara 2019an de, êdî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî pêvajoyeke nû bû. Pêvajoya têkoşîna li hember hişmendiya DAIŞ'ê û guhertina kesayetan bi jin û zarokan, da ku mejiyê jin û zarokan were paqijkirin û pêşerojeke ronî dûrî qetilkirin û xwînê, ava bikin, dest pê kir.   Êdî rewşa Kampa Holê her ku diçe xetertir dibe, ji ber ku rojane nebe her du rojan carekê bûyerek diqewime. Hişmendiya DAIŞ'ê êdî bi rengekî pir xurt bandor li mejiyê jinên DAÎŞ'î kiriye û taybet li zarokan. DAIŞ'ê ola mislimantiyê li gorî berjewendiyên xwe di mejiyê jin, zarok û mêran de bi cih kir û perwerde kirin. Beşek ji jin û zarokan hebûn ku ev sîstema DAIŞ'ê qebûl nedikirin û digotin: "DAIŞ'ê bi bûyerên ku li dijî mirovahiyê û mirovan, sûcê mirovatiyê dikir."    Piştî gefên Dewleta Tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êdî Şaneyên Razayî yên DAIŞ'ê xwe ji nû ve bi rêxistin dikin û bûyerên mîna teqîn, qetilkirin, daliqandina ala DAIŞ'ê ya Kampa Holê, çêdibin. Gelek belgeyên DAIŞ'ê dema ku dihatin girtin ango di şerê hember tunekirina terorê de, hatin xuyakirin ku DAIŞ'ê rûyê dûyemîn ê Dravê Dewleta Tirk e. Lewra gefên Dewleta Tirk hêz û îrade da jinên DAIŞ'ê ku li Kampa Holê dimînin û Şaneyên Razayî. Teqînên ku divê dema dawî de li Hesekê, Mergeda, Reqa, Qamişlo û Dêra Zorê tê kirin bi destê îstîxbarata Tirkiyê û DAIŞ'ê her wiha di hin teqînên ku li Qamişloyê de jî pêk hatin destê Hêzên Sutoro(Fille) jî di nav de hebûn. Ev teqîn jî tifaqa di navbera hêzên ku me li jorê anîbû ziman, dide teqezkirin.   Bi qasî ku em dibêjin rewşa Kampa Holê xeter e, duqatî wê ye jî. Mabûna Jinên DAIŞ'î ya li Kampê xeteriyê li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî jî li ser cîhanê, ava dike. Beriya çend rojan Jinên DAIŞ'î ala DAIŞ'ê di kêliyên berbangê de li Kampa Holê daliqandin û tekbîr berz kirin. Kêr li pişta Endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) xistibûn.   Di heman demê de jinek Endenûsî bi navê Sodrmînî, dayika 3 zarokan bû û 6 mehin ducanî bû, ji aliyê jinên DAIŞ'î ve hatibû kuştin, lê sedema kuştinê nehat diyarkirin. Her wiha jinekê ji ber ku neviyê wê nimêj nekiribû neviyê xwe kuştibû. Bi qasî ku şahidên bûyerê gotibûn, DAIŞ'ê zarok li ser derxistina çavên mirovan jî perwerde dikirin û rojekê leşkerekî Rêjîma BAAS'ê girtibûn û zarokê 11 salî herdû çavên wî derxistibûn.   Bûyer roj bi roj zêdetir dibin bi wê re xeterî jî zêde dibin. Heger jinên DAIŞ'î û zarokên wan neyê perwerdekirin dê neviyê wan jî bi hişmendiya DAIŞ'ê berdewam bikin. Bi vê yekê girêdayî talûkeya zihniyeta DAÎŞ'ê didome.