Îradeya xurt serkeftinê mîsoger dike 2019-04-17 09:04:27   Dema yekîtî hebe îrade hîn zêde xurt dibe, dema îrade ava dibe tu hêz li beramberî vê îradeyê nikare bisekine, mîna bendav dema diteqe kî dikare li himber îradeya wê avê derbikeve, an jî bisekine.    Ronîda Hacî   Gelek kulîlk bi îrade û têkoşîna xwe di dilê kevir de xwe dide jiyîn. Şev û roj di nava liv û tevgerê de ne, ji bo ku bigihêje armanca xwe. Armanca wan jiyan e. Têkoşîna jiyanê didin. Gelê Kurd jî di nava kevirekî de serî hildide û têkoşîna bi salan dide.    Dema mirov armancekê dide pêşiya xwe, çiqas zehmet be jî bi rêya îradeya xurt digihêje wê armancê, lê em ji bîr nekin ku fikir û têkoşîn rolek  pir girîng e. Di destpêkê de mirov dikare bêje, ku fikir bingeha avakirina armanca mirov e û ji bo ku bigihêje armancê pêwistî bi îradeya têkoşînê heye.Fikir wekî bingeha avakirina avahiyekê ye, çawa mirov avahiyek 5 qatî ava dike pêwistiya mirov bi bingehek pir xurt heye ew bingeh jî fikir e.   Îrade ji çi tê avakirin ?   Dema yekîtî hebe îrade hîn zêde xurt dibe, dema îrade ava dibe tu hêz li beramberî vê îradeyê nikare bisekine, mîna bendav dema diteqe kî dikare li himber îradeya wê avê derbikeve, an jî bisekine? Di heman demê de gelê Rojava ji ber sîstema Rêjîmê ya ku yek rengî qebûl dike fetisandinek bi hezar salan dan meşandin. Fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan a ji bo pêşketina Gelê Kurd gelekî girîng bû. Ev şoreş îro bû şoreşa azadiya gelê bindest.   Ji bo wê jî mirov dikare bêje ku fikirê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan têkoşîn û îradeyek pir mezin da avakirin ji Sakîne Cansiz heta Leyla Guven dewam dike bi armanca rûniştina sîstema Netewa Demokaratîk û avakirina jiyanek azad .